Garo Paylan: Daxwaza herî mezin a Abdullah Ocalan parastina sosyolojiya Rojava bû HEVPEYVÎN

Parve bike:

RIHA - Garo Paylan ê ku polîtîkayên DYA’yê yên li ser Rojhilata Navîn dişopîne, diyar kir ku li gorî DYA’yê berjewendî di rêza yekem de ne, yên din hûrgulî ne û der barê mudaxileya Abdullah Ocalan a li dijî şer de got: "Helwesta herî mezin a şoreşgerî, parastina sosyolojiya li wir (Rojava) bû. Li gorî nêrîna min, daxwaza rêzdar Ocalan jî ev bû."

Piştî peymana Parîsê ya ku DYA, Tirkiye, Îsraîl û Sûriyeyê îmze kiribû, li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê êriş pêk hatin. Van êrişan heta peymana 29’ê Çileyê berdewam kirin. Di çarçoveya peymanê de, di navbera rayedarên Şamê û Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê de hevdîtinên entegrasyonê dest pê kirin.
 
Parlementerê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ê berê Garo Paylan ê ku niha li DYA’yê ye, pirsên Ajansa Mezopotamyayê (MA) yên li ser rola DYA’yê û polîtîkayên herêmê bersivand.
 
Di 4’ê Çileyê de li Parîsê bi pêşengiya DYA’yê civînek pêk hat. Piştî vê civînê êrişên li ser Rojava dest pê kirin. Li DYA’yê der barê vê civînê de çi tê axaftin?
 
Dengê van êrişan ji dûr ve dihat. Min hişyarî dabû ku ev li dijî Rojava ne, ji ber ku min li Washingtonê ev yek didît. Li Washingtonê beşek heye ku giringiyê dide Rojava, lê DYA mîna şîrketekê ye ku tenê berjewendiyên xwe difikire. DYA dikare dozekî ku li gorî berjewendiyên wê ye biparêze, lê dema bibîne ku li dijî wê ye, dikare pişta xwe bidê û biçe. Me ev yek carekî din dît. DYA ji zû ve ye polîtîkayekî wisa dike ku şansekê bide Ehmed Şera. Erebistana Siûdî û Tirkiyeyê ji bo vê pir hewl dan û ew ji terorîstbûnê derxistin û wekî serokekî rewa nîşan dan. Min gelek caran hişyarî da ku polîtîkaya DYA’yê diguhere. Tirkiye çawa mijara Filîstînê bi kar tîne, Îsraîl jî mijara Kurd bi kar tîne. Di civîna Parîsê de Îsraîl û Sûriyeyê peymanek pêk anîn, Tirkiye mîmarê vê bû û rê li ber êrişan hat vekirin.
 
Nêzîkatiya DYA’yê ya niha ji bo pergala li Rojava çi ye?
 
Niha pergalekî cîhanê tune ye. Mafên mirovan ne girîng in. Rêveberiya Trump dibêje: "Hêz, maf e." Me heman tişt li Ermenistan Qerebaxê jî dît. DYA bêdeng ma. Ji bo DYA’yê berjewendî di rêza yekem de ne, yên din hûrgulî ne.
 
Sê stûnên bingehîn ên Tevgera Azadiyê ya Kurd hene: Demokrasî, azadiya jinê û ekolojî. Rêveberiya Trump ji van pir dûr e. Ew zêdetir bi şîrketên petrolê re tevdigere. Tom Barrack û Trump havelên hev in, li Lubnanê serokkomarî dane Xristiyanan,serokwezîrtî dane Suniyan û serokartiya Meclisê jî dane Şîiyan naxwazin li Sûriyeyê jî heman tişt bibe. Lê sedema herî mezin a vê dijberiyê, daxwaza wan a ji bo monarşiyê ye. Dibêjin: "Em bi Erdogan re hêsantir dixebitin, Ehmed Şara jixwe li gorî berjewendiyên me tevdigere." Ne bawer im ku Trump îdeolojiya Rojava jî zane. Li DYA’yê berjewendî di ser her tiştî re ne. Berê pergalekî cîhanê hebû; mafên mirovan nirxên exlaqî girîng bûn. Niha pergalekî cîhanê tune ye. Mafên mirovan ne girîng in. Rêveberiya Trump dibêje: "Hêz, maf e." Me heman tişt li Ermenistan Qerebaxê jî dît. DYA’yê çavên xwe girtin. Ji bo DYA’yê berjewendî di rêza yekem de ne, yên din hûrgulî ne.
 
Li dijî van êrişan, hin senatorên Demokrat û Komarparêz "pêşniyarqanûna Parastina Kurdan" amade kir. Ev di çi astê de ye?
 
SPOOOOT: Trump bi zexta raya giştî û senatoran telefon kir û got: "Êdî bes e, bisekinin." Lê ev ne temînat e. Du gavan diçin paş, paşê dîsa berdewam dikin.
 
Di Kongreyê de hinek kes hene dixwazin Kurd bibin xwedî maf û rêveberiya nenavendî. Herwiha yên ku ditirsin DAIŞ dîsa xurt bibe û yên li dijî Ehmed Şera ne, ev pêşniyar kirin. Trump dema êrişan li Erdogan û li Ahmet El Şera geriya û Trump bi zexta raya giştî û senatoran telefon kir û got: "Êdî bes e, bisekinin." Lê ev ne temînat e. Du gavan diçin paş, paşê dîsa berdewam dikin. Niha li Washingtonê Rojava êdî ne rojevekî siyasî ye, lê wekî fikarekê heye.
 
Sedema sereke ya vekişîna leşkerên DYA’yê ji Sûriyeyê çi ye?
 
Trump ji mêj ve dixwest vekişe. Sedema bingehîn a niha Îran e. Îranê ragihand ku ew ê êrişî baregehên DYA’yê bike. Trump naxwaze leşkerên xwe bixe rîskê. Ew baweriyê bi Ehmed Şera tîne ku wê êrişî kêmneteweyan neke, lê xetereya herî mezin kaosa herêmî ye. DYA Malîkî naxwaze. Helwesta Iraqê ji bo êrişên li ser Îranê girîng e. DYA dixwaze di rewşekî wiha de Iraq bê alî be. Dibe ku Trump di hilbijartinan de winda bike. 
 
Rola Abdullah Ocalan di vê pêvajoyê de çawa tê nirxandin?
 
Li Sûriyeyê di destê Kurdan de gelek derfet hebûn, lê berî ku li ser maseyê bên bikaranîn, li qadê hatin windakirin. Rêzdar Ocalan dît ku serdemeke tarî tê, ji ber wê pêşengî ji destpêkirina vê pêvajoyê re kir. Wî xwest gelê xwe ji karesatê biparêze. Wî digot şer dikare komkujiyan bîne, lewma bang kir ku tavilê li ser maseyê rûnên. 
 
Di vê pêvajoyê de destê Abdullah Ocalan çawa dikare bê xurtkirin?
 
 
Dîmenê Mazlûm Abdî û Wezîrê Derve yê DYA’yê û Wezîrê Derve yê Sûriyeyê dîmenekî dîrokî ye. Rewabûnek hat qezenckirin. Niha divê rêzdar Ocalan jî vê rewabûnê bi dest bixe.
 
Giring e ku em kartên di destê xwe de biparêzin da ku rêzdar Ocalan li ser maseyê bi kar bîne.  Dîmenê Mazlûm Abdî û Wezîrê Derve yê DYA’yê û Wezîrê Derve yê Sûriyeyê dîmenekî dîrokî ye. Rewabûnek hat qezenckirin. Niha divê rêzdar Ocalan jî vê rewabûnê bi dest bixe. Divê şertên muzakereyê bên amadekirin û qanûnek derkeve. Niha li Tirkiyeyê hişmendiyek heye ku dibêje êrişên zêde yên li ser Kurdan li dijî berjewendiyên Tirkiyeyê ne. Divê em zextê bikin ku rêzdar Ocalan bikeve dewrê de be. Divê em nekevin nava xemsariyê; heke em zextê nekin, dibe ku provokasyonên nû li Sûriyeyê derkevin.
 
Rola Abdullah Ocalan di vê pêvajoyê de çi bû?
 
Min di şerê Ermenistan û Azerbaycanê de jî digot: "Dema tarî tê, daxwazên xwe yên herî mezin hinekî kêm bikin da ku hûn gelê xwe biparêzin." Parastina wê sosyolojiyê giring e. Helwesta herî mezin a şoreşgerî, parastina sosyolojiya li wir e. Rêzdar Ocalan jî xwest vê serdema tarî bi zirareke herî kêm derbas bike, statûyekê bi dest bixe û gel biparêze. Divê em rasyonel bin, pêşî parastina gel, paşê misogeriya hiqûqî û statû tê.
 
 Plana Îsraîl û DYA’yê ya ji bo Îranê çi ye?
 
 
Tirkiye naxwaze êrişî Îranê bê kirin, ji ber ku li wir jî gelek Kurd hene û Tirkiye ji rewşekî defacto ditirse. 
 
Armanca Îsraîlê rûxandina rejîma Îranê ye. Tirkiye naxwaze êrişî Îranê bê kirin, ji ber ku li wir jî gelek Kurd hene û Tirkiye ji rewşekî defacto ditirse. Îsraîl jî Kurdan mîna kartekê dibîne. Me li Parîsê dît, Îsraîl bi Tirkiye û Sûriyeyê re li hev kir û Kurd li ser maseyê hiştin. Îsraîl li meseleya Kurd stratejik nanêre. Ji bo berjewendiyên xwe li Sûriyeyê pergalenekî nenavendî dixwaze lê divê em zêde baweriyê bi Îsraîlê neynin, ew tenê ji bo berjewendiyên xwe Kurdan wekî kart bi kar tînin. Digotin 'Îsraîl Kurdan bi tenê nahêle' lê li Parîsê bi Tirkiye û Sûriyeyê re li hev kir. 
 
MA / Mehmet Aslan