OHD: Li Girtîgeha Osmaniyeyê girtiyên nexweş nayên tedawîkirin

Parve bike:
RIHA - Endamê Komîsyona Girtîgehan a Şaxa OHD’ê ya Rihayê Ahmet Taş diyar kir ku li Girtîgeha Osmaniyeyê girtiyên nexweş nayên tedawîkirin, tehliyeya girtiyan tê astengkirin an jî înfazên wan têne şewitandin.
 
Girtîgeha Tîpa T a Osmaniyeyê yek ji wan girtîgehan e ku binpêkirinên mafan lê zêde ne. Endamê Komîsyona Girtîgehan a Şaxa Komeleya Hiqûqnasên ji bo Azadiyê (OHD) ya Rihayê, piştî hevdîtina bi girtiyan re agahiyên li ser binpêkirinan parve kirin. Taş destnîşan kir ku li ser serlêdana girtî û malbatan wan wekî komîsyon serdana girtîgehê kirine û ev tişt got: "Di serdanê de me tespît kir ku gelek binpêkirinên mafan hene. Qawîşên girtiyên siyasî ji bo 8 kesan in û di qawîşê de tenê serşokek û lavaboyek heye. Ev rewş berî her tiştî di warê hîjyenê de dibe sedema pirsgirêkan."
 
 
Taş diyar kir ku ji 8 girtiyên di qawîşê de 3 jê nexweş in û wiha axivî: "Hat ragihandin ku ji ber çalakiyên greva birçîbûnê, di kezeba girtî Îsa Ozyeğin de pirsgirêk derketine. Ji ber vê nexweşiya kezebê, laşê wî bêhêz dimîne. Divê bê tedawîkirin, lê ev tedawî ne di şertên girtîgehê de tê kirin û ne jî wî dişînin nexweşxaneyê. Dîsa girtiyê nexweş Şerîf Aydogan jî, hem di rehên lingên wî de û hem jî di rehên dilê wî de firehbûn heye. Ji ber vê yekê zehmetiyê dikişîne û divê were dermankirin. Girtiyê din Cengîz Işik jî bi nexweşiya Hepatît B ye. Girtiyan diyar kir ku dema dixwazin biçin revîrê rastî astengiyan tên. Divê hefteyê carekê derkevin revîrê, lê mehê carekê wan derdixin. Daxwazên wan ên ji bo sewqkirina nexweşxaneyê jî bêbersiv dimînin."
 
'DI BIN ÇAVDÊRIYA GARDIYANAN DE HEVDÎTINA PARÊZER Û MIWEKÎL'
 
Taş anî ziman ku pirsgirêkekê din a li Girtîgeha Osmaniyeyê di odeyên hevdîtinê de diqewime û wiha pê de çû: "Dema parêzer û miwekîl hevdîtinê dikin, îdareya girtîgehê gardiyanekî dixe hundirê odeyê. Ev yek hem li dijî nepeniya hevdîtina parêzer û miwekîl e, hem jî li dijî rêziknameyê ye. Lewra wezîfeya îdarê ew e ku mercên herî guncav û rehet ji bo hevdîtinê amade bike. Ji bo her girtiyekî mafê 5 pirtûkan hatî danîn. Destûr nadin ku zêdetir pirtûkan bigirin.Ji 8 girtiyan înfaza 3 kesan hatiye şewitandin, tehliyeya yekî jî 6 meh hatî taloqkirin. Li gorî agahiyên girtiyan; dozger pirsên îdeolojîk, pirsên ku rûmeta mirov dişkînin û pirsên ku girtiyan neçar dikin ku ramanên xwe aşkera bikin dipirse. Înfaza Mehmet Kazici û Îsa Aydogan îsal hat şewitandin. Înfaza Veysî Baltaş jî par hatibû şewitandin. Wekî hincet jî cezayên hucreyê nîşan didin "
 
POLÎTÎKAYA SİRGÛNÊ DEWAM DIKE
 
Taş bal kişand ser sewqkirin û sirgûnkirina girtiyan û wiha axaftina xwe bi dawî kir: "Girtî ber bi cihên ku ji malbatên wan pir dûr in ve tên sirgûnkirin. Berê li Girtîgeha Osmaniyeyê 11 girtiyên siyasî hebûn, di nava salê de 3 girtî hatin sirgûnkirin. Ev polîtîkaya sirgûnê hem ji bo girtî hem jî ji bo malbatê pir zehmet e. Ev nîşaneya polîtîkayekî taybet e. Girtî her çiqas daxwaz bikin ku sewqî cihên nêzî malbatên xwe bibin jî, daxwazên wan nayên qebûlkirin. Bi vê polîtîkayê hem girtî û hem jî malbat tên cezakirin."
 
MA / Omer Akin
 
Nûçeyên Têkildar
Girtiyên kameraya li qawîşê girtin bêyî lêpirsînê xistin hucreyê
Girtiyên kameraya li qawîşê girtin bêyî lêpirsînê xistin hucreyê

Naîm Emînoglû ku miwekîlên wî li Girtîgeha Marmarayê li dijî zext û îşkenceyê di greva birçîbûnê ya bêdem de ne, diyar kir ku girtiyên kameraya li qawîşê girtin bêyî lêpirsînê xistine hucreyê û got: “Serlêdana me ya ji bo Wezareta Dadê nehat bersivandin û wezaret van binpêkirinan paşguh dike.”

Girtiyê nexweş ê ku leşkeran lêxist birin cem 'bijîşkê leşkerî'
Girtiyê nexweş ê ku leşkeran lêxist birin cem 'bijîşkê leşkerî'

Girtiyê nexweş Mehmet Salih Fîlîz ê li Girtîgeha Girtî ya Ewlekariya Bilind a Îzmîrê ku ji bo muayeneyê sewqî nexweşxaneyê hat kirin, leşkeran êrişî wî kir. Her wiga gava Fîlîz ji bo raporê çû nexweşxaneyê jî, ew birin cem bijîşkê leşkerî û rapora derbkirinê nedan wî.

Girtiya êşa zirav lê peyda bûye nayê dermankirin
Girtiya êşa zirav lê peyda bûye nayê dermankirin

Hat ragihandin ku Jiyan Alpsar a di Girtîgeha Tîpa T ya Wanê de, ji girtiyeke bi nexweşîna êşa zirav ya bêyî bê dermankirin ew ji karantînayê anîne qawîşê nexweşîn girt, ji ber ku wî lêgerîna li hundirê dev û muayeneya bi kelemce qebûl nekiriye, nehatiye dermankirin.

Berdana girtiya nexweş Pinar Tîkîtê cara duyem hat taloqkirin
Berdana girtiya nexweş Pinar Tîkîtê cara duyem hat taloqkirin

Berdana girtiya nexweş Pinar Tîkît a ku di Girtîgeha Tîpa F a Sîncanê de, cara duyem hat taloqkirin.

Girtî derb kirin û piştre jî cezayê disiplînê lê birîn
Girtî derb kirin û piştre jî cezayê disiplînê lê birîn

Li Girtîgeha Tîpa S a Çarşamba ya Samsunê 3 girtî ji hêla gardiyanan ve hatin derbkirin. Her wiha ji bo 4 mehan qedexeya ragihandin û ji bo 2 caran jî cezayê qedexeya hevdîtinê hat dayin.