WAN - Li Hîndekarê Zanîngeha Yuzun Yilê Balkar Selçûk Baglar de de ji du sûcên cuda 3 sal û 5 meh û 7 roj cezayê hefsê hate dayin. Baglar, diyar kir ku ji ber bersiva hesabên trol daye lewma dadgehê cezayê hefsê lê biriye.
Hîndekarê Zanîngeha Yuzun Yilê Balkar Selçûk Baglar, di sala 2025’an de ji ber parvekirina xwe ya ku li dijî îdiaya “Pîramîdên Misrê ji hêla Tirkan ve hatine çêkirin”, ji hêla hesbên nîjadperest ve hedef hatibû nîşandan. Li dijî çêrên di bin parvekirina wî de hatibûn kirin, bersiv da û ji ber van gotinan der heqê wî de lêpirsîn hatibû destpêkirin. Baglar, di 10’ê Tîrmeha 2025’an de hate binçavkirin û bi îdiayên “raste rast kîn û dijminatî di nava gel de sor kiriye” û “heqaret li bîranîna Ataturk kiriye” hate girtin.
Baglar ku 36 rojan di Girtîgeha Tîpa F a Wanê de hate girtin, piştre hate berdan. Der heqê Baglar de ji du sûcên cuda îdianame hate amadekirin. Danişîna dozê, li 6’emîn Dadgeha Cezayên Giştî ya Wanê hate lidarxistin. Ji ber îdiaya “heqaret li bîranîna Ataturk kiriye” salek û 14 meh û 7 roj; bi îdiaya “yekser kîn û dijminatî di nava gel de sor kiriye” jî 15 meh cezayê hefsê hate birîn. Di cezayê hatiye dayin de biryara daxistina cezayê, taloqkirin û hwd. nehatin dayin. Baglar, bi rêya parêzerê xwe serî li Dadgeha Îstînafê da.
'KAMPANYAYA LÎNCÊ DAN DESTPÊKRIIN’
Balkar Selçûk Baglar têkildarî mijarê ji Ajansa Mezopotamyayê (MA) re axivî. Baglar, got ku sedema cezayê hatiye dayin zelal e û got ku piştî daxuyaniyên xwe yên ji bo piştevaniya bi pêvajoya çareserî û aştiyê re rastî heqaret û çêran hatiye Baglar, da zanîn ku tevî bersiv nedaye heqaretên li dijî Kurdan, Çerkesan û şexsê wî jî kampanyayeke berfireh a lînckirinê hatiye destpêkirin.
Baglar, da zanîn ku kesên bi wî nekarîn serî li dozgeriyê dane, yekîneya Têkoşîna li Dijî Sûcên Sîerê jî tevî eleqeya wan bi dosyayê nîne jî gelek hêma lê zêdekirine. Baglar, got ku di esasê xwe de ew rastî heqaretan hatiye û ev tişt anî ziman: “Lê dosya weke ku ez sûcdar bim hatiye amadekirin. Di danişîna ewil de hati girtin. Min tu heqaret û çêr li şexsiyeta tu kesekî nekirine. Berevajî vê, êriş li pêvajoya aştiyê û gelan tên kirin. Yên van êrişan dikin hesabên ‘trol’ in. Min di dadgehê de got ku ev hesab nûnertiya beşeke civakê nakin û derdorên rêxistinkirî yên dijminatiya aştiyê dikin.”
'MIN TIŞTA JÊ BAWER KIR’
Baglar, got ku ew dixwaze pirsgirêka Kurd di çarçoveya destûra bingehîn û hiqûqê de were çareserkirin. Baglar, bi domdarî ev tişt anî ziman: “Divê misogeriyên zagonî û destûra bingehîn hebin. Sedema êrişên ser min, Çerkesbûna min e. Di demeke tu tiştek ne li holê ji karê xwe bûm, mala min belav bû. Min di trafîkê de kesek bikuşta dê 2 sal dabûna. Lê cezayê li min hatiye birîn li holê ye. Ji ber ku min Talat, Enver û Cemal Paşa rexne kirine, weke ‘heqareta li Ataturk’ nîşan didin. Gelo ev çawa dibe? Tişta ku ji rastiya wê bawer min kir. Min got ku ziman, çand û dîrokeke Kurdan heye. Ev miletek e û heqaretê lê nekin. Hûn nikarin bi navê Tirkîtiyê heqaretê li miletekî din bikin.”
‘DADGEHÊ DOZ VENEKIR’
Baglar, axaftina xwe wiha qedand: “Di jiyana xwe de tu caran ji deriyê DEM Partiyê neketime hundir. Dema ji girtîgehê derketim Tuncer beg li min geriya. Min jî spasî kir û piştre çûm serdana wî. Li Qersê tev li hevdîtinekê bûm. Ji ber vê çêr li min hatin krin. Gelo ez ê giliyê kê li kê bikim? Dewletê bi xwe ceza da min. Min giliyê wan kesan kir lê dadgehê doz venekir. Lêbelê ji ber ku min bersiv da wan hesabên trol ceza dane min. Ez akademîsyen im, qada min ev e. Gelo ez ê azadiya xweîfadekirinê çawa bi kar bînim? Pirsgirêka Kurd pirsgirêkeke navneteweyî ye. Heke ez li ser vê nekarim gotinekê bikim wê demê bila zanîngehan bigirin û biryara her tiştekî trol bidin. Weke akademîsyenek heke ez îro neaxivim dê kengî biaxivim?”
MA / Zeynep Durgut