Biryara qedexeyê ya walîtiyê hat betalkirin: Hiqûqî nîne

Parve bike:

AMED - Walîtiya Amedê, ji bo protestoyên têkildarî tayînkirina qeyûm biryara “qedexeya çalakî û xwepêşandanan” dabû. 3’yemîn Dadgeha Îdare ya Amedê, bi sedema “hiqûqî nîne”, biryara qedexeyê ya walîtiyê betal kir. 

 
Di 3’yê Hezîrana 2024’an de li Şaredariya Colemêrgê ya DEM Partiyî qeyûm hate tayînkirin. Hevşaredarê Colemêrgê Mehmet Siddik Akiş jî di 5’ê Hezîranê de hate girtin. Walîtiya Amedê piştî biryarê, ji bo hemû çalakî û xwepêşandanên di navbera 3 û 7’ê Hezîrana 2024’an de biryara qedexeyê da. 
 
Baroya Amedê, bi sedema “Biryara qedexeyê li gorî xala 34’an a Destûra Bingehîn û xala 11’an a Peymana Mafên Mirovan a Ewropayê binpêkirina mafê azadiya civîn û xwepêşandana ye, kiriyara heyî neheq û derhiqûqî ye”, bi daxwaza betalkirina biryarê serî li dadgehê da. 
 
‘SÎNORÊ RAYEYA XWE DERBAS KIR’
 
3’yemîn Dadgeha Îdareyê ya Amedê, biryara betalkirina biryara qedexeyê da. Dadgehê, di hinceta biryara xwe de got: “Biryara qedexeyê li gorî xala 17’an a Qanûna Hejmar 2911’ê hatiye dayin lê di xala 19’an a heman qanûnê de biryara qedexeyê bi sînorê bajar an jî bi çendek navçeyan hatiye bisînorkirin. Di bûyera şênber de Walîtiya Amedê ji bo tevahiya bajar ev biryara qedexeyê daye.” 
 
Di hinceta biryarê de hate gotin ku bi vî awayî, biryara qedexeyê ya hatiye dayin nabe ku li gorî xala 17’an were dayin. Hat gotin ku li gorî xala 19’an walîtî dikare tenê ji bo hinek herêmên diyarkirî biryarê bide lê sînorê rayeya xwe derbas kiriye û ji bo tevahiya bajar ev biryar daye. Hat destnîşankirin ku biryara qedexeyê hatiye dayin li dijî xalên 17 û 19’an ên Qanûna Hejmar 2911’ê û xala 11/C’ê ya Qanûna Hejmar 5442’yê ye û got “Bi vê boneyê biryar hiqûqî nîne.” 
 
Dadgehê, bi van sedeman jî bi şertê ku rêya îstînafê vekirî be biryara betalkirina biryarê da. 
 
MA / Rûkiye Payîz Adiguzel   
Nûçeyên Têkildar
Doza Hurmuz Dîrîl ku 6 sal in agahî jê nayên girtin sibe tê lidarxistin
Doza Hurmuz Dîrîl ku 6 sal in agahî jê nayên girtin sibe tê lidarxistin

Danişîna ewil a têkildarî Hurmuz Dîrîl ku 6 sal û 2 meh in tu agahî jê nayên girtin, dê sibe li Şirnexe bê lidarxistin.

Aydin: Divê qanûnên aştiyê têkevin dewrê
Aydin: Divê qanûnên aştiyê têkevin dewrê

Hevserokê Giştî yê ÎHD'ê Cîhan Aydin ku bal kişand ser pêvajoya çareseriya pirsgirêka Kurd, got ku divê qanûnên aştiyê bi lez û bez têkevin dewrê."

Di ‘Doza Komîsyona Edaletê ya KCK’ê’ ya Mêrdînê de biryar hat dayin
Di ‘Doza Komîsyona Edaletê ya KCK’ê’ ya Mêrdînê de biryar hat dayin

Di danişîna doza 44 kesên ji ber di sala 2011’an de du malbatên xwîndariya wan hebû lihev anîn dihatin darizandin de biryar hate dayin.

Ji Gurlek têkildarî ‘mafê hêviyê’ daxuyanî: Verastkirina zagonê rayeya Meclisê ye
Ji Gurlek têkildarî ‘mafê hêviyê’ daxuyanî: Verastkirina zagonê rayeya Meclisê ye

Wezîrê Dadê akin Gurlek têkildarî “Mafê hêviyê” daxuyanî da û got ku mijara behsa xeberê di zagonan de cih nagire û verastkirina zagonî jî rayeya Meclisê ye.

Cezayê hefsê dan akademîsyen Selçûk Baglar
Cezayê hefsê dan akademîsyen Selçûk Baglar

Li Hîndekarê Zanîngeha Yuzun Yilê Balkar Selçûk Baglar de de ji du sûcên cuda 3 sal û 5 meh û 7 roj cezayê hefsê hate dayin. Baglar, diyar kir ku ji ber bersiva hesabên trol daye lewma dadgehê cezayê hefsê lê biriye.