Akademîsyenê Aştiyê 8 sal in li kafeyan dersan dide
WAN - Akademîsyen Emrah Gunok ê ku ji ber îmzekirina daxuyaniya "Em ê nibin şirîkê vî sûcî" ji wezîfeya xwe hat îxrackirin, 8 sal in li şûna kampusê, dersên xwe li kafe û li qadan dide.
Emrah Gunok, di sala 2016’an de dema li Beşa Felsefeyê ya Zanîngeha Yuzuncu Yil a Wanê akademîsyen bû, bi Biryarnameya Di Hikmê Qanûnê de (KHK) hat îxraçkirin. Sedema vê yekê ew bû ku wî daxuyaniya "Em ê nebin şirîkê vî sûcî" îmze kiribû. Lêpirsîna ku der heqê wî de bi îdiaya "endamtiya rêxistinê" hatibû destpêkirin hêj jî berdewam dike, lêbelê Gunok dev ji xebatên xwe yên akademîk berneda. Mijara ku jiyana Gunok guherand, di sala 2016’an de di dema dersekê de rû da. Gunok dema dît xwendekarekî wî yê ji Cizîrê digirî, sedemê jê dipirse. Xwendekar jê re dibêje ku di dema qedexeya derketina kolanan de mala wan hatiye bombekirin û hilweşandin.
Gunok wê rojê wekî "kêliya ku min fêm kir ez êdî nikarim bêalî bim" pênase dike. Piştî wê bûyerê daxuyaniya aştiyê îmze kir û bi vî rengî pêvajoya wî ya îdarî û darazê dest pê kir. Tevî ku di ser îxraçkirina wî re 8 sal derbas bûne, ew li şûna amfiyan, li qadên alternatîf bi xwendekar û welatiyan re tê cem hev. Di van atolyeyan de ne tenê dersên felsefeyê, lêbelê mijarên mîna heqîqet, exlaq, tundî û dewletê jî li ser ezmûnên rojane tên nîqaşkirin.
‘EV DAXWAZA HEMWELATIYA WEKHEV E’
Gunok diyar kir ku daxwaza wî ya aştiyê hêj jî berdewam dike û ev tişt gt: "Daxwaza min daxwaza hemwelatiya wekhev e. Ez naxwazim ne di aliyê bi avanta de bim ne jî di aliyê bi dezavantaj de bim. Min xwest ku ev dabeşbûn ji holê rabe û her kes di pergalekî civakî ya xwedî mafên wekhev de bijî. Sedema îmzeya min ev bû. Ev daxwazamin hêj didome. Ji wê rojê heta niha gelek tişt guherîn em jî guherîn."
'EZ Ê DEV JI RAMANÊ BERNEDIM'
Gunok destnîşan kir ku piştî îxraçbûnê wî rûbirûbûneke jiyaye û fêm kiriye ku akademîsyenî ne tenê pîşeyek e û wiha pê de çû: "Ez piştî ku çûm akademiyê ne bûm akademîsyen, ruhê min jixwe akademîk bû. Di vê pêvajoyê de min fêm kir ku fêmkirin, nîqaşkirin û hînbûn ji her tiştî bilindtir e. Tu pere nikare pîvana vê yekê bike. Bila mûçeyên wan ji wan re bimîne, ez ê ramîna xwe bidomînim. Hejarî bila para min be, lê ez ê dev ji ramanê bernedim."
FIKRA PÊKANÎNA ATOLYEYÊ
Gunok diyar kir ku piştî hat îxraçkirin, diviyabû biryarekê bide ka dê li Wanê bimîne an na. Di wê pêvajoyê de bihîstiye ku akademîsyenên îxraçkirî li bajarên cuda "akademiyên piştgiriyê" ava kirine. Li ser vê yekê, wan li Wanê jî dest bi hewldanekê wiha kiriye û wiha axaftina xwe berdewam kir: "Dema ez ji kar hatim avêtin, ez di navbera man û çûyîna ji Wanê de mam. Wê demê min bihîst ku akademîsyenên îxraçkirî akademiyên piştgiriyê ava dikin. Me got 'Bila li Wanê jî akademiyekê piştgiriyê hebe'. Min ji hevalên xwe re got 'Werin di beşên xwe de dersan bidin, ez ê jî dersa felsefeyê bidim'. Di Nîsanê de ez hatin îxraçkirin, di Gulanê de min ev biryar da. Dersa min a yekem li ser 'Berpirsiyariya siyasî ya rewşenbîr' bû. Piştî demekê em li vir man, paşê ji ber mercên jiyanê ez çûm Mersînê. Li wir jî em bi akademîsyenên îxraçkirî re hatin cem hev. Vê carê fikra felsefeya ji bo zarokan derket holê. Min dersa 'Ji bo zarokan felsefe' dida. Malbatan zarokên xwe anîn û polekî pir xweş ava bû, ew kêliyên herî taybet ên jiyana min bûn. Paşê dê û bavên wan daxwaza dersa felsefeya siyasî kirin. Paşê ez çûm Stenbolê û min akademîsyenên ji Zanîngeha Kocaeliyê hatibûn îxraçkirin nas kirin. Min li wir jî ders dan. Di dema pandemiyê de me ders bi awayê online domandin. Ew dem ji bo min pir baş bû. Karkirina bi mirovên ji pîşeyên cuda re ku tenê ji ber meraq û eleqeyê dihatin, kêfxweşiyeke mezin da min. Paşê hevjîna min vegeriya ser karê xwe û em dîsa vegeriyan Wanê."
‘ASTENGIYA HERÎ MEZIN NIJADPERESTÎ YE’
Gunok bal kişand ser Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk û destnîşan kir ku astengiya herî mezin a li pêşiya aştiyê nijadperestî ye û wiha dirêjî da axaftina xwe: "Li gorî fikra min astengiya herî mezin a li pêşiya pêvajoya aştiyê, nijadperestiya ye. Ev ne tenê nijadperestiya klasîk e, rengekî nû girtiye. Ez nijadperestiyê wiha pênase dikim: Beşek ku xwe xwediyê vê axê û amûrên dewletê dibîne, beşekî din wekî kesên ku dikarin werin mêtingehkirin dibîne û vê yekê wekî heqê xwe dibîne. Di dîrokê de Almanan çawa xwe wekî nijada serdest didîtin, îro jî heman hişmendî bi şêweyên cuda hene. Hevsengiyên cîhanê diguherin. Modela Ewropayê têk diçe Amerîka û aktorên din cihê xwe diguherînin. Sûriye û Ukraynayê bûn qada vî şerê hêzê. Derketina aktorên Kurd li Sûriyeyê divê di nava van hevsengiyên gerdûnî de were nirxandin. Ev tablo nediyariya paşerojê zêde dike. Her ku meyla ber bi faşîzmê ve xurt dibe, domdariya aştiyê jî bi hevsengiyên gerdûnî ve girêdayî dibe."
‘AZADBÛNA KURDAN GAVA HERÎ GIRÎNG E’
Gunok azadbûna Kurdan wekî gava herî girîng a pêvajoya aştiyê nirxand û wiha axaftina xwe berdewam kir :"Azadbûna Kurdan, yek ji gavên herî girîng ên aştiyê ye. Divê zimanê Kurdî, helbest û wêjeya Kurdî di qada cemaweriyê de xuyayî be; estetîka vî zimanî divê di guhên din de jî deng vede. Mirov pêşî bi ahenga stranekê dikeve, paşê dixwaze wî zimanî hîn bibe. Li Anatoliyayê du zimanên sereke têne axaftin: Yek Tirkî ye û ya din Kurdî ye. Wekî kesekî ku li vê axê dijî, zanîna her du zimanan berpirsiyariyek e. Ez ji ber ku bi Kurdî nazanim şerm dikim. Ez pir dixwazim hîn bibim û ez ê di demekî nêz de dest pê bikim."
‘GER CAREKÎ DIN BIBE EZ Ê DÎSA WÊ ÎMZEYÊ BIAVÊJIM’
Gunok destnîşan kir ku ji ber îmzekirina daxuyaniya "Em ê nebin şirîkê vî sûcî" qet poşman nîne û wiha dawî li axaftina xwe anî: "Ger carekî din bibe ez ê dîsa wê îmzeyê biavêjim. Min dît ku li derveyî zanîngehê jî mirov dikare hilberîne û jiyana xwe bidomîne. Li vê erdnigariyê terazî tune ye ku êşên mirovan bipîve, lê di heman demê de berxwedanekî mezin heye. Piştî ku min ev berxwedan dît, ez ê dîsa heman tiştî bikim. Tişta girîng berdewamkirina berxwedanê ye. Ez qet poşman nînim. Min tişta rast kir. Ez ji Enqereyê me. Di 2012'yan de cara yekem hatim vir. Piştî ku hatim, ez li vir bextewar bûm. Ez dixwazim bi kesên ku wateya karê min fam dikin û êşa min parve dikin re bijîm. Ez li vir xwe li malê hest dikim."
MA / Zeynep Durgut - Lutfu Pala