Li Wanê polîtîkaya şerê taybet: Jinên ciwan û xwendekar di hedefê de ne
WAN - Hevseroka Şaxa ÎHD'ê ya Wanê Ayten Kiranê diyar kir ku tevî pêvajoya berdewam jî, ferzkirinên sîxurtiyê zêde bûne û da zanîn ku di 2 mehên dawî de, 14 kesan ji ber zextên ji bo sîxurtuyê serî li wan dane.
Di Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk de, zêdebûna polîtîkayên şerê taybet ên wekî tiryakê û ferzkirinên sîxurtiyê balê dikişînin. Hevseroka Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Wanê Ayten Kiranê diyar kir ku di du mehên dawî de 14 kesan ji ber zextên ku sîxurtiyê serî li wan dane û got ku hejmara rastîn muhtemelen ji vê zêdetir e.
Ayten Kiranê diyar kir ku serlêder bi ferzkirinên sîxurtiyê yên kesên ku xwe wekî polîs, îstîxbarat û cendirmeyan didin nasîn re rû bi rû dimînin. Ayten Kiranê destnîşan kir ku wan der barê van giliyan de gilî li Komîsyona Çavdêriyê ya Wezareta Karên Navxweyî û dozgeran kiriye. Ayten Kiranê diyar kir ku di serlêdanên wan de daxwaza naskirina van kesan û lêpirsîna li ser îstismara wan a karbidestiyê hatiye kirin.
'EV POLÎTÎKA ZIRARÊ DIDE PÊVAJOYÊ'
Ayten Kiranê diyar kir ku ev polîtîka baweriya bi pêvajoyê lawaz dikin û got: "Tevî ku di Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk de ne jî, polîtîkayên ferzkirina sîxurtiyê berdewam dikin. Her çend di pêvajoyeke wisa de divê her tişt hêsantir be jî, mixabin, ev polîtîka bi tundî berdewam dike. Vê carê, ew li ser kesên cuda ferz dikin. Bi taybetî ew van polîtîkayan li ser xwendekar, jin û nûnerên saziyan ferz dikin. Mijareke berbiçav ferzkirina sîxurtiyê li ser xwendekarên zanîngehê yên ku rewşa wan di warê aborî de nebaşe. Niha tomarên deng û peyamên ku wan şandine li cem me hene. Piştî serlêdanên ku me kirin, serlêdanên me ji Wezareta Karên Navxweyî û navendên binçavkirinê yên polîsan re bêencam man. Polîs hene ku bi eşkereyî navên xwe didin û her wiha yên ku bi navên çêkirî gazî mirovan dikin hene. Ew zarokên temenbiçûk digirin û wan neçar dikin ku bibin sîxur di berdêla berdana wan de. Pêvajoyeke aştiyê li holê ye û ev kesên ku gazî mirovan dikin dixwazin pêvajoyê sabote bikin. Em van polîtîkayan rast nabînin û divê demidlest dev ji wan bê berdin."
'JIN Û XWENDEKAR HEDEF TÊN GIRTIN'
Ayten Kiranê diyar kir ku ew dixwazin xwendekaran bi awayekî darayî bikişînin nav torên xwe û got: "Di pêvajoyeke wisa de, her çend hêzên ewlehiyê diviyabû piştgiriyê bidin pêvajoyê jî, lê bikaranîna polîtîkayên wiha xelet e. Bi heman awayî, hewldanên wan ên zextkirina nûnerên civaka sivîl da ku bi wan re bixebitin, bêbaweriyê ji bo pêvajoyê diafirîne. Ew diçin deverên niştecihbûnê û ciwanan ji raya giştî re eşkere dikin. Bi hezaran serlêdan hene. Kes hene ku di vê der barê de dudil in. Di serlêdanek ku me çend roj berê wergirt de, ji xwendekarekî zanîngehê re mûçeyek 30 hezar TL mehê hatiye pêşkêşkirin, ji bo ew ji bo wan bixebite. Divê Wezareta Karên Navxweyî tavilê vê yekê bibîne û dawî li vê polîtîkaya neexlaqî bîne."
'POLÎTÎKAYA ŞERÊ TAYBET DI DEWRÊ DE YE'
Ayten Kiranê destnîşan kir ku ji ber polîtîkayên şerê taybet di civakê de hilweşînek heye û got: "Polîtîkayên şerê taybet demeke dirêj e bênavber berdewam dikin. Polîs û çawiş jî di nav van de ne. Rêveberên van polîtîkayan hene. Bi taybetî, çalakiyên ciwanan tên krîmînalîzekirin û ew ber bi fuhûş û madeyên hişber ve tên beralikırın. Mixabin, diyardeya ku em jê re dibêjin hilweşîna civakî ji hêla dewletê ve tê meşandin. Me gelek caran di çapemeniyê de li ser çawişên ku ji bo avakirina sektora fuhûşê li bajaran tên şandin xwendiye û bihîstiye. Temenê karanîna madeyên hişber daketiye asta dibistana seretayî; ev ne gotegot e û ne jî tesaduf e. Li seranserê welêt xizaniyeke kûr heye û mirov ji ber zehmetiyên darayî dibin qurbanê van dafikan. Ev ne şerma wan kesan e, şerma yên li ser serê vî welatî ne. Li gel vê xizaniyê, di civakê de hilweşîneke exlaqî heye û potansiyelek mezin a sûc derdikeve holê. Heta niha, me qet li kolanên Wanê şerên çeteyan nedîtibû. Lê di bin polîtîkayên şerê taybet de, ev pir normal bûne; em her rojê bi bûyereke cuda re dest bi rojê dikin."
MA / Ozlem Yacan - Bîlal Babat