Îran dê girtiyên siyasî sirgunî girtîgehên din bike

Parve bike:

WAN - Piştî êrişên li ser Îranê, rejîmê biryar da ku girtiyên li Girtîgeha Evînê têne ragirtin veguhezîne girtîgehên Tehranê ya Mezinî û Qûmê. 

 
Êrişên Amerîka-Îsraîl yên li ser Îranê ku di 28’ê Sibatê destpê kirin û bi bersivdana Îranê re li qadekî berfireh belav bûn. Bîlançoya mirovî û madî giran dibe. Şer bandora xwe li girtîgehan jî kiriye. Malpera Dengê Binçavkiriyên Kurd û Îranê têkildarî rewşa dawî ya girtiyên li girtîgeha Evînê agahiyan belav kir. Hate ragihandin ku rejîma Îranê biryar daye ku girtiyên li Girtîgeha Evînê ji bo girtîgehên Tehranê ya Mezinî û Qumê veguhezîne,  lê girtî li dijî vê biryarê nerazîbûn nîşan dane û ji aliyê rayedarên girtîgehê ve hatine îşkencekirin.
 
Sala borî jî di 24’ê Hezîranê de Girtîgeha Evînê di dema şerê navbera Îsraîl û Îranê ya 12 rojî de, ji aliyê Îsraîlê ve hate bombebarankirin. Di encama êrişê de 71 kesan jiyana xwe ji dest dan û girtiyên siyasî ji bo girtîgeha mezin a Tehranê û girtîgeha Qerçekê hatibûn şandin.    
 
 
 
 
Nûçeyên Têkildar
Li Îranê piştî şer mafên heyî jî hatin astengkirin
Li Îranê piştî şer mafên heyî jî hatin astengkirin

Edîtorê malpera "Dengê Girtiyan a li Îranê" Shahrokh Tavakolî, diyar kir ku di pêvajoya şerê DYA û Îsraîlê de hemû mafên girtiyan hatine rawestandin û got: "Rejîm ji şer û dijminekî biyanî zêdetir ji gel ditirse. Şermezarkirina van kiryaran ne bes e, divê zext were kirin."

Bîlançoya li Îranê giran dibe: Herî kêm hezar û 369 kes hatin kuştin
Bîlançoya li Îranê giran dibe: Herî kêm hezar û 369 kes hatin kuştin

Di êrişên DYA-Îsraîlê yên li dijî Rojhilat de 15 sivîlan jiyana xwe ji dest dan. Di nava 20 rojan de herî kêm hezar û 369 sivîlan jiyana xwe ji dest dane.

Îranê ragihand ku 3 kes darve kiriye
Îranê ragihand ku 3 kes darve kiriye

Îranê, ragihand ku 3 kes bi îdiaya “Sîxurtiya Îsraîl û DYA’yê” darve kiriye.

Wehşeta rejîma Îranê: Di bin çavan de 2 jin bi komî hatin tecawizkirin
Wehşeta rejîma Îranê: Di bin çavan de 2 jin bi komî hatin tecawizkirin

Derket holê ku 2 hemşîreyên jin ên bi hinceta di dema çalakiyên protestoyî de welatiyên birîndar tedawî kirine hatin binçavkirin, di bin çavan de bi awayekî sîstematîk hatine tecawizkirin.

'Ger rejim li ser desthilatê bimîne gelên Îranê dê rojên tirsnak bijîn'
'Ger rejim li ser desthilatê bimîne gelên Îranê dê rojên tirsnak bijîn'

Femînîst Nasrîn Momenê diyar kir ku rejîm ji bo li ser desthilatê bimîne dê her tiştî bike û got: "Berdewamiya hebûna vê rejimê, tê wateya berdewamiya zextekî pir berfireh û mirinê ya li dijî gelê Îranê."