Tevî xetereya penceşêra pêsîrê jî tetkîkên girtiya jin nayên kirin

Parve bike:

ENQERE - Hat diyarkirin ku li Girtîgeha Jinan a Erzînganê tevî xetereya penceşêra pêsîrê jî tetkîkên girtiyeke jin nayên kirin û di dema tedawiyê de kelemçekirina destan lê tê ferzkirin. 

 
Wekîla Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) ya Şirnexê Newroz Uysal Aslan û Amira Îdareyê ya Meclisê û Wekîla Mêrdînê Saliha Aydenîz, di 27’ê Sibatê de çûn serdana Girtîgeha Jinan a Erzînganê û Girtîgeha bi Ewlekariya Bilind a Erzînganê. Di serdanê de bi girtiyên jin û mêr re hevdîtin hate kirin. Di serdanê de hate tesbîtkirin ku di mijara xizmetên tenduristiyê de binpêkirin hene, di dema tedawiyê de kelemçekirina destan li girtiyan tê ferzkirin, sewqên girtiyan û pêvajoyên tedawiyê tên vehêlandin, rewşa girtiyên nexweşiyên wan ên kronîk hene baş nayê şopandin, tehliyeyên girtiyan bi keyfî tên taloqkirin û li dijî mafên sereke mudaxile tên kirin. 
 
Newroz Uysal Aslan û Saliha Aydenîzê de di çarçoveya van tesbîtan de serî li Komîsyona Lêkolînkirina Mafên Mirovan a Meclisê (ÎHÎK) dan û jê xwestin lêkolîn û venêrîn were kirin. Wekîlan, ji bo têkildarî binpêkirina mafên tenduristiyê serî li Komîsyona Tenduristî, Malbat, Xebat û Karên Civakî ya Meclisê dan. Wekîlan xwestin ku binpêkirinên hatine tesbîtkirin bên ronîkirin û pêşnûmepirsa nivîskî pêşkeşî Wezareta Tenduristiyê û Wezareta Dadê kir. 
 
NEHAT TEDAWÎKIRIN   
 
Di pêşnûmeyan de hate gotin ku girtiyeke jin a pê re hevdîtin hatiye kirin, ji wan re gotiye ku pirsgirêka sereke di xizmetên tenduristiyê de tê jiyîn, birina revîr û nexweşxaneya di nava kampûsê de tê vehêlandin, sewqkirina nexweşxaneyên derve jî carnan bi mehan tê vehêlandin. Hate gotin ku di dema tedawiyê de ferzkirina kelemçekirina destan “diguhere” û carnan cendirme ferz dikin, carnan bijîşk vê dixwazin û carnan jî tevî bijîşk dixwazin kelemçe were vekirin jî cendirme venakin. Hate destnîşankirin ku girtiya jin ji ber êşa destê xwe qebûl nake di dema testê de destên wê bên kelemçekirin û bi vî awayî mafê wê yê tedawiyê tê astengkirin. 
 
TEVÎ XETEREYA PENCEŞÊRA PÊSÎRÊ JÎ TETKÎK NEHATE KIRIN 
 
Bi domdarî hate gotin ku heman girtiya jin ev nêzî saleke êşa pêsîran dikişîne, dema çûyî nexweşxaneyê bijîşk jê re gotiye kîst hatiye dîtin lê kontrol bes hatiye dîtin û tetkîk nehatine kirin. Hate gotin ku girtiya behsa xeberê sê meh berê çûye cerrahiya giştî û randevuya wê dane sê meh piştre. Hat diyarkirin ku kîsta di pêsîrê de ev nêzî meheke mezintir bûye, girtiya jin nêzî 3 kîloyan zeîf bûye û av ji pêsîra wê tê. 
 
MEMÛRÊ GIRTÎGEHÊ ‘TU GELEK MEZIN DIKÎ’ 
 
Di berdewamiya pêşnûmeyê de hate destnîşankirin ku girtiya jin gelek caran ji gardiyanan xwestiye randevûya wê bidin rojeke nêztir lê tu bersiv jê re nehatine dayin û berpirsyara memûrên girtîgehê jê re gotiye “di min de jî kîst heye tu çima ewqas mezin dikî.” Hat destnîşankirin ku girtiya jin MR û tomografî kişandiye lêbelê mînaka wê negirtiye, milê girtiyeke din jî 4 meh berê werimî ye, ji revîrê sewq girtiye, dema li benda roja xwe jê re hate gotin ku ji bîr kirine randevûya wê bigirin û randevûya din dane 3 meh piştre.
 
Di pêşnûmeyê de hate diyarkirin ku ode bi tendurist nînin, ji hîjyenê bêparin. Hat gotin ku girtiyeke din a jin jî tevî dereceya berçavka wê pir bilind e jî di şertên girtîgehê de nikare tedawî bibe û nikare berçavkê peyda bike. Hat gotin ku Lijneya Îdare û Çavdêriyê zexta poşmaniyê li heman girtiya jin kiriye û ji ber bersiva wê ya “min tiştekî jê poşman bibim nekiriye” tehliyeya wê ji bo 6 mehan taloq kiriye. 
 
Bi domdarî hate daxuyandin ku li gel pirsgirêkên tenduristiyê û taloqkirina tehliyeyan, her wiha di dema lêgerîna odeyan de tiştên girtiyan ji hev tên belavkirin, kesên lêgerînê dikin wêneyên girtiyan dikişînin, di dema sewqên nexweşxaneyan de cendirme di bin navê lêgerînê de girtiyan jin tacîz dikin û girtiyên li dijî vê derdikevin jî rojekê di hucreyê de tên ragirtin. 
 
MA / Omer Gungor
 
Nûçeyên Têkildar
‘Êrişa li ser girtiyan, dê aştiyê neyîne Tirkiyeyê'
‘Êrişa li ser girtiyan, dê aştiyê neyîne Tirkiyeyê'

Sidîka Erden, dayika girtiyê nexweş Fikret Erden ê li Girtîgeha Ewlehiya Bilind a Tîpa F ya Kirikkaleyê, li hember êriş û binpêkirinên mafên mirovan ên li girtîgehê bertek nîşan da û got: "Êrişên li ser girtiyan dê aştiyê neynin Tirkiyeyê."

Girtî Magol li dijî bêhiqûqtiyê dest bi gireva birçîbûnê kir
Girtî Magol li dijî bêhiqûqtiyê dest bi gireva birçîbûnê kir

Endamê Komunên Ciwanan Dogukan Magol li Girtîgeha Tîpa L a Sîlîvriyê tê ragirtin, li dijî bêhiqûqtiya lê hatiye kirin û bicihkirina kamerayan a li qawîşan dest bi greva birçîbûnê kir.

Îran dê girtiyên siyasî sirgunî girtîgehên din bike
Îran dê girtiyên siyasî sirgunî girtîgehên din bike

Piştî êrişên li ser Îranê, rejîmê biryar da ku girtiyên li Girtîgeha Evînê têne ragirtin veguhezîne girtîgehên Tehranê ya Mezinî û Qûmê.

Ji bo Koç li pêşiya girtîgehê daxuyanî hate dayîn
Ji bo Koç li pêşiya girtîgehê daxuyanî hate dayîn

Ji bo Dîyar Koç ê ku di çalakiyên Rojava de hatibû îşkencekirin, li pêşberî Girtîgeha Sîncanê daxuyanî hate dayîn. Di daxuyaniyê de ji bo binpêkirinên li nexweşxane û girtîgehê daxwaza lêpirsîne hate kirin.

OHD: Li Girtîgeha Osmaniyeyê girtiyên nexweş nayên tedawîkirin
OHD: Li Girtîgeha Osmaniyeyê girtiyên nexweş nayên tedawîkirin

Endamê Komîsyona Girtîgehan a Şaxa OHD’ê ya Rihayê Ahmet Taş diyar kir ku li Girtîgeha Osmaniyeyê girtiyên nexweş nayên tedawîkirin, tehliyeya girtiyan tê astengkirin an jî înfazên wan têne şewitandin.