PJAK: Guherîna ku li Îranê tê xwestin bêyî Kurdan nabe, ew jî vê dizanin HEVPEYVIN

Parve bike:

NAVENDA NÛÇEYAN – Berdevkê Dîplomasiyê yê PJAK’ê Zagros Enderyarî bal kişand ser lêgerîna DYA û Îsraîlê ya ji bo tifaqa bi Kurdan re li Îranê û got: "Guherîna ku li Îranê  tê xwestin bê kirin an jî tê plankirin, bêyî Kurdan nabe, ew jî bi vê yekê dizanin."

Li gel êrişên DYA-Îsraîlê, helwesta Kurdan a li Îranê di nava mijarên herî zêde têne meraqkirin de ye. Lêgerîna DYA-Îsraîlê ya ji bo tifaqa bi Kurdan re ji aliyê çavkaniyên Amerîkî ve jî hat piştrastkirin. Di nûçeyên çapemeniyê de hata diyarkirin ku DYA-Îsraîl dixwazin Kurd di operasyonekê bejayî de cih bigirin, lê xuyaye ku Kurd hêj di vê mijarê de ne bê dil in. Kapasîteya şer a Îranê û tevgerîna DYA’yê ya li dijî ruhê hevalbendiyê di dema Referandûma Başûrê Kurdistanê û li Rojavayê Kurdistanê de ku rê li ber êrişên ser Kurdan vekir, wekî sedemên bingehîn ên vê bêdilbûna Kurdan têne nîşandan.
 
Nezelaliya têkiliyên Kurdan bi DYA-Îsraîlê re berdewam dike, partiyên Kurd beriya êrişê ji bo polîtîkayên hevpar "Hevpeymaniya Hêzên Siyasî yên Rojhilat" ava kirin. Ev tifaqa ku di 22’yê Sibatê de ji aliyê 5 partiyan ve hatibû avakirin, di 4’ê Adarê de bi tevlêbûna Komeleya Şoreşger a Kedkarên Kurdistana Îranê re, hejmara partiyên nav tifaqê derket 6’an.
 
Berdevkê Partiya Jiyana Azad a Kurdistanê (PJAK) yê Dîplomasiya Ewropayê Zagros Enderyarî, der barê tifaqê û geşedanên li Îranê de bersiva pirsên Ajansa Mezopotamyayê (MA) da. 
 
 
Piştî êrişên li ser Îranê, 5 partiyên Rojhilatî daxuyaniyek belav kirin û helwesta xwe diyar kirin. Niha rewşa giştî li Rojhilat çi ye?
 
Ji dema ku êrişên li ser Îranê dest pê kirine û vir ve şer berdewam dike. Ji bo Rojhilat jî mirov dikare heman tiştî bibêje. Li wir jî hêj şer heye. Beriya ku şer dest pê bike, jixwe tifaqek hatibû avakirin. Em bi 5 partiyan derketin rê. Di 4’ê Adarê de partiyek din jî tevlî me bû. Êdî em ê wekî 6 partî xebatên xwe bikin. Di vê çarçoveyê de, li Rojhilat tenê partiyek heye ku li dervayî vê tifaqê maye. Partiyên di nava tifaqê de dê bi hev re tevbigerin. Tifaq dê xebatên xwe yên siyasî, dîplomatîk û leşkerî bi hev re bimeşîne, mezin bike û pêş bixe. Biryarek bi vê rengî hate dayîn. Ji bo vê yekê sê komîsyon hatin avakirin: leşkerî, dîplomasî û siyasî. Bi vî awayî her sê xebat jî bi temsîliyeta herî baş a 6 partiyan dê werin kirin. Xebatên me berdewam dikin. Heke pêwîstî çêbe, dê derbasî Rojhilat jî bibin. Li derva jî xebatên dîplomasiyê bi lez berdewam dikin. Nexasim li Ewropa û DYA’yê bi dostên Kurdan re hevdîtinên me hene. Em dikarin bêjin ku her 6 partî niha bi yek dengî xebatên xwe dimeşînin. Partiya ku li dervayî tifaqê maye jî tu astengiyan dernaxe, heta wekî partiyekî vê tifaqê tevdigere. Tenê di hevdîtinên destpêkê de ji ber hinek rewşên taybet di nava tifaqê de cih negirt.
 
Partiyên tifaqê geşedanên li Îranê çawa dinirxînin?
 
Wekî partiyên tifaqê, piştî geşedanên dawî me dîwarê tirsê hilweşand. Em di şer de hem ji sedemên tirsê hem jî ji fersendan agahdar in. Ji ber vê yekê, tiştê ku em dixwazin rizgarkirina axa me û beşdarbûna di demokratîkkirina Îranê de ye. Rejîma Îranê hêj jî êrişên xwe yên li ser gelê me berdewam dike. Dixwazin tola şer ji me hildin. Ji ber vê yekê hêzên Kurd pir hişyar û bi zanebûn tevdigerin.
 
Di çapemeniyê de agahî hatin belavkirin ku Serokê DYA’yê Donald Trump li serkirdeyên partiyên Kurd geriyaye. Hûn di vê mijarê de çi dibêjin?
 
 
Guherîna ku tê xwestin li Îranê bê kirin an jî guherîna ku tê plankirin, bêyî Kurdan nabe, ew jî bi vê yekê dizanin. Heke hêzekî bînin vir, divê ew hêz bi Kurdan re tifaqê bikin.
 
A rast, wekî berdevkê Ewropayê ez ne di wê astê de me ku di vê mijarê de biaxivim. Em hûrgiliyên rewşê nizanin. Lêbelê, ew jî dizanin ku guherîna li Îranê bêyî Kurdan nabe. Heke planekî wan ê guherînê hebe, mecbûr in bi Kurdan re tifaqê bikin. Di vê çarçoveyê de, ez nizanim hevdîtinek pêk hatiye an na, heke pêk hatibe jî çi hatiye axaftin nizanim. Lê nêrîna min ev e.
 
Gelo Kurd tiştên ku beriya 2 mehan li Rojava qewimîn li ber çavan digirin?
 
Kurdên Rojhilat tiştên ku beriya 2 mehan anîn serê Rojava pir zelal dîtin. Hemû partiyên Kurdistanî jî dîtin. Belê, me got em nizanin DYA’yê telefonek wiha kiriye an na. Dibe ku ji bo danûstandina fikran be. Lêbelê, hêzên Kurd her tim pişta xwe dane gelê Kurd û dê wiha berdewam bikin.
 
Partiyên Kurd destnîşan kirin ku Kurd ê mafên xwe biparêzin; lê em dibînin ku ji aliyê Îranê ve êriş li ser wan pêk tên. Ev tê çi wateyê?
 
 
Li Îranê gelê herî birêxistinkirî Kurd in. Ji ber wê rejîmê her tim em wekî xetere dît û ji me tirsiya. Her ku ketin tengasiyê, êrişî me kirin.
 
Wekî partiyên siyasî yên Rojhilatî, em ji bo parastina mafên gelê xwe li vir in. Me ji bo vê yekê ev partî ava kirin. Îranê tu carî destûr neda avabûna partiyên ku mafên Kurdan diparêzin. Em her tim bi qedexe û zextan re rû bi rû man. Ji ber vê yekê me nekarî bi awayekî fermî partiyan ava bikin. Piraniya partiyên hatine avakirin, baskên wan ên çekdar hebûn. Kurd li Îranê gelê herî birêxistinkirî ne, rejîm ji vê yekê tirsiya. Her ku ketin tengasiyê, êrişî me kirin.
 
Îran dewletekê pirneteweyî ye. Bi taybetî ji bo ku şerekî Kurd-Azerî an jî Fars-Kurd derneyê, hûn çi tevdîran digirin? Diyaloga we dê bi gelên wir re wê çawa be?
 
Rast e. Îran cihekî pirreng e. Gelek nasname û bawerî di nav ahev de dijîn. Ji ber vê yekê me her tim pêkvejiyan xwest. Em hewl didin pêkvejiyana gelan bihûnin. Tu partiyekê Kurdistanî nîn e ku vê yekê paşguh bike. Wekî PJAK, em jixwe bi salan e ji bo vê çand û îdeolojiyê dixebitin. Em plan dikin ku bi hemû gelên Îranê re tifaqê ava bikin û demokrasiyê pêş bixin.
 
Li her derê ku Kurd lê hebin, Tirkiye jî bi her awayî dikeve nava hevkêşeyê. Cihê Tirkiyeyê di vê rewşê de li ku derê ye?
 
Îran û Tirkiyeyê bi salan e li ku derê Kurdekî mafê xwe xwestibe, çûne li wir êrişî wan kirine. Mînak, piştî avabûna Komara Îslamî ya Îranê di sala 1979’an de, dîplomatên herî pêşîn ên serdana Îranê kirin, dîplomatên Tirkiyeyê bûn. Rejîmê di destpêkê de bi Kurdan re danûstandinek dikir. Lê dema Tirkiye çû wir, şertek danî ber rejîma Îranê û got: 'Em ê we bi şertekî bi awayekî fermî nas bikin; ew jî ew e ku hûn ê mafan nedin Kurdan.' Têkiliya wan ji wê rojê ve li ser bingeha dijberiya Kurdan hat avakirin. Ji ber vê yekê em polîtîkayekê li dijî vê dijberiya Kurdan dimeşînin. Bi taybetî diyaloga me ya bi Tirkên Azerî re di vê çarçoveyê de ye. Em dixwazin polîtîkaya şer a ku dixwazin bixin navbera me û Tirkan, têk bibin. Em ji bo vê amade ne.
Nûçeyên Têkildar
Bîlançoya li Îranê giran dibe: Herî kêm hezar û 369 kes hatin kuştin
Bîlançoya li Îranê giran dibe: Herî kêm hezar û 369 kes hatin kuştin

Di êrişên DYA-Îsraîlê yên li dijî Rojhilat de 15 sivîlan jiyana xwe ji dest dan. Di nava 20 rojan de herî kêm hezar û 369 sivîlan jiyana xwe ji dest dane.

Îranê ragihand ku 3 kes darve kiriye
Îranê ragihand ku 3 kes darve kiriye

Îranê, ragihand ku 3 kes bi îdiaya “Sîxurtiya Îsraîl û DYA’yê” darve kiriye.

Wehşeta rejîma Îranê: Di bin çavan de 2 jin bi komî hatin tecawizkirin
Wehşeta rejîma Îranê: Di bin çavan de 2 jin bi komî hatin tecawizkirin

Derket holê ku 2 hemşîreyên jin ên bi hinceta di dema çalakiyên protestoyî de welatiyên birîndar tedawî kirine hatin binçavkirin, di bin çavan de bi awayekî sîstematîk hatine tecawizkirin.

'Ger rejim li ser desthilatê bimîne gelên Îranê dê rojên tirsnak bijîn'
'Ger rejim li ser desthilatê bimîne gelên Îranê dê rojên tirsnak bijîn'

Femînîst Nasrîn Momenê diyar kir ku rejîm ji bo li ser desthilatê bimîne dê her tiştî bike û got: "Berdewamiya hebûna vê rejimê, tê wateya berdewamiya zextekî pir berfireh û mirinê ya li dijî gelê Îranê."

Di êrişên Îranê de pêşmergeyekî jiyana xwe ji dest da
Di êrişên Îranê de pêşmergeyekî jiyana xwe ji dest da

Êrişên Îranê yên li dijî partiyên Kurd berdewam in. Di êrişan de pêşmergeyekî jiyana xwe ji dest da.