Li Şengalê jin bi berxwedanê pêşwaziya 8'ê Adarê dikin

Parve bike:
WAN - Li Şingalê, jin ji bo 8'ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê amadekariyên xwe dikin û li dijî gefên ewlehiyê yên zêde dibin, rêxistina xwe xurt dikin. Berdevka Têkiliyên Derve ya TAJÊ'yê Suham Şengalî got: "Wekî sala 2014'an dixwazin Şengalê vala bikin û fermanê pêk bînin lêbelê jin dê heta dawiyê ax û civaka xwe biparêzin."
 
Li Şingalê, jin ji bo amadekariyên 8'ê Adarê Roja Jinên Kedkar a Cîhanê û parastina xwe ji xetereyên ewlehiyê yên li ser herêmê, rêxistina xwe xurt dikin. Jin, di bin sîwana meclisên jinan, komun û rêxistinên sivîl de, hem ji bo 8'ê Adarê çalakiyan plan dikin û hem jî torên hevgirtinê yên li dijî êriş û gefan berfireh dikin.
 
Jin, bi lidarxistina civînan li tax û gundan, li ser girîngiya dîrokî ya 8'ê Adarê û girîngiya têkoşîna jinan nîqaş dikin, di heman demê de armanc dikin ku helwestên hevpar û mekanîzmayên xweparastinê li dijî xetereyên ewlehiyê yên li herêmê xurt bikin. Jin tekez dikin ku têkoşîna rêxistinkirî ji bo parastina destkeftiyan û avakirina jiyanek azad û ewle ye rêbaza sereke ye. 
 
Jin, amadekariyên pîrozkirina 8'ê Adarê wekî beşek ji pêvajoya berxwedan û ji nû ve avakirinê dibînin. Berdevka Komîteya Têkiliyên Derve ya Tevgera Jinên Azad ên Êzidî (TAJÊ) Suham Şengalî têkildarî gefên li ser Şengalê û amadekariyên 8'ê Adarê ji Ajansa Mezopotamyayê (MA) re axivî. 
 
'DIXWAZIN FERMANA 2014'AN TEMAM BIKIN'
 
Suham Şengalî bal kişand li ser êrişên li ser Şengalê û got ku fermana ku çeteyên DAIŞ'ê nîvco hiştiye Tirkiye dixwaze ku temam bike û wiha axivî: "Ev demên ku niha em tê de ne zextên mezin li ser Şengalê hene. Bi taybetî jî şerê ku li Suriyeyê dest pê kirî û her ku diçe ber bi şerê sêyemîn yê cîhanê ve diçe û berfireh dibe. Di vî şerî de jî gelek plan û proje hene. Di planên li ser Iraqê de yek ji beşên wan ê esasî jî Şengal e. Ji ber wê jî hesabên dewleta Tirk û yên dewletên ditîr li ser vê derê hene. Bi taybetî jî li ser axa Iraqê hene. Di nava axa Iraqê de yek ji cihê herî stratejîk û cihê herî girîng Şengal e. Ji ber wê jî gelek gef li ser Şengalê hene. Armanc ew e ku carekî diin civaka Êzidî bi ferman û qirkirinê re derbas bikin. Herî zêde jî yê li civaka Êzidî gef dixwe dewleta Tirkiyeyê. Neviyên Osmaniyan bi dehan caran li ser vê civakê êriş pêk anîne û ferman li ser vê civakê pêk anîne. Niha jî bi wê fikra xwe û wê armanca xwe dixwazin ku civaka Êzidî ji holê rakin.Ew fermana ku çeteyên DAIŞ'ê nîvco hiştî dixwazin temam bikin. Wê demê jî civaka Êzidî bê hêz hiştin û êrişê civaka Êzidî kirin. Lê ew plansaziya wan negihîşte armanca xwe û nekarîn civaka Êzidî tune bikin." 
 
BI PÊŞENGIYA JINAN PARASTINA ÊZIDIYAN
 
Suham Şengalî, diyar kir ku piştî fermana 2014'an de jinên Êzidî xwe birêxistin kirin û qadên xwe yên xweparastinê ava kirin û wiha a axaftina xwe domand:" Piştî fermanê hişmendiya ku di nava jinên Êzidî de pêş ket bi xwe re civak guherand. Civak pêş xist û ber bi rêxistinbûnê ve bir. Jinan di hemû qadan de pêşengî kir. Niha jî li beramberî van xetereyên heyî bi rêbazên xwe yên tekoşînê yên cûr bi cûr dive mertal. Di êrişekê gengaze de armanc dikin ku axa xwe û civaka xwe biparêzin. Civaka Êzidî di êrişên 2014'an de piştî wê fermana mezin xwe bi rêxistin kir û gelek tecrûbeyên wan û deskeftiyên wan çêbûn. Têkoşîna jinên Êzidî ya li hemberî DAIŞ'ê heta roja îro berdewam kir. Ev tekoşîn li beramberî hişmendiyekî ye. Ev hişmendî îro bi kirasekî cuda hebûna xwe berdewam dike. Jinên Êzidî piştî fermanê xwe bi rêxistin kirin û karîbûn Şengalê rizfar bikin. Piştî rizgarkirina Şengalê civak bi pêşengiya jinê xwe bi rêxistin dike û xwe diparêze. Ev ji bo civaka Êzidî pir bi wate ye. Dîsa niha armanc dikin ku wekî 2014'an Şengalê ji Êzidiyan vala bikin û di fermanekê din re derbas bikin. "
 
'EM Ê BI HEMAN RÊBAZÎ ŞENGALÊ BIPARÊZÎN'
 
Suham Şengalî, daxwaz kir ku her Kurdek piştgiriyê bide Şengalê û anî ziman ku di êrişekî gengaz de ew ê parastina Şengalê bikin û wiha dirêjî da axaftina xwe: "Me çawa li hemberî DAIŞ'ê çek rakir, xwe bi rêxistin kir, îro jî em ê bi heman rêbazî tekoşîna xwe bidomînin. Ji ber wê jî Şengal cihekî girînge. Hem ji aliyê dirokî ve û hem jî ji aliyê stratejîk ve gelek girînge. Ji herkesî zêdetir divê civaka Êzidî xwedî li Şengalê derbikeve. Ev tişt gelek girîng e. Em ji hemû civakên azadîxwaz re dibêjîn; îro hewcedariya Şengalê bi piştgiriyê heye. Pêwîste herkes ji aliyê xwe ve piştgiriyê bide civaka Êzidî. Armanc û daxwaza me ew e ku Şengal êdî bibe xwedî statû û bi serbilindî çanda xwe bijî.
 
'PARASTINA ŞENGALÊ PARASTINA KURDISTANÊ YE'
 
Suham Şengalî diyar kir ku parastina Şengale parastina hemû Kurdistanê ye û wiha axaftina xwe bi dawî kir:" Çi ji destê kê bê divê piştgiriyê bide civaka Êzidî. Ev ji bo Şengalê girîng e. Parastina Şengalê parastina hemû welat e. Ji ber wê serkeftina Şengalê jî dê bibe para me hemûyan. Di navenda şerê sêyemîn ê cihanî de şerekî li beramberî jinê heye. Hêzên ku di vî şerî de dixwazin serwer bibin, xwediyê hişmendiya DAIŞ'ê ne. Dema ku em Suriyeyê dinêrin berpirsyarekî DAIŞ'ê li ser desthilatdariyê ye, li Îranê jî heman rewş heye. Ji ber wê yekê jî em li ku derê bin divê em piştgiriya hev bikin û xwe li ser fikrê Rêber Apo birêxistin bikin."
 
MA / Zeynep Durgut
 
Nûçeyên Têkildar
Rojnamegera îranî Leila Kari Khamaneh: Em ji bo rejîmê nagirîn, li şûna şînê direqisin
Rojnamegera îranî Leila Kari Khamaneh: Em ji bo rejîmê nagirîn, li şûna şînê direqisin

Rojnameger Leila Kari Khamaneh ku ji ber zextên rejîma Îranê koç kiriye, diyar kir ku rejîm dijminê jina ye û got: “Hikûmet li bendê ye xelkê Îranê bigirî lê em êdî şînê nagirin, direqisin.”

Kovara Jinê bi manşeta ‘Şer û berxwedan’ derket
Kovara Jinê bi manşeta ‘Şer û berxwedan’ derket

Hejmara 159’an a kovara Jinê bi manşeta “Şer û Berxwedan: Bîr, Têkoşîn û Pêşeroj” derket.

Giliyê polîsên dest danîbûn ser pankarta 8’ê Adarê hate kirin
Giliyê polîsên dest danîbûn ser pankarta 8’ê Adarê hate kirin

Meclisa Jinan a DEM Partiyê ya Antalyayê, der heqê polîsên ku dest danîbûn ser pankarta 8’ê Adarê serlêdana sûc kir.

Cizîr wek bajarê jinan hate îlankirin: Heta jin azad nebe civak azad nabe
Cizîr wek bajarê jinan hate îlankirin: Heta jin azad nebe civak azad nabe

Şaredariya Cizîrê ya di deste DEM Partiyê de navçe wek bajarê jinan îlan kir. Siyasetmedarên jin ên di dema ragihadina deklarasyonê axivîn peyama “Heta jin azad nebe civak azad nabe.”

Li Wêranşarê ji bo Navenda Piştevaniyê ya Jinan 600 serlêdan hate kirin
Li Wêranşarê ji bo Navenda Piştevaniyê ya Jinan 600 serlêdan hate kirin

Navenda Piştevaniyê ya Jinan ku ji aliyê Şaredariya Wêranşarê ve bi dirûşma “Gotina me hêj neqediyaye, em ê bi hev re tundiyê rawestînin” hatibû vekirin, di nava salekî de 600 jinan serlêdan kirin.