Koçerê OHD’î: Li gorî hiqûqa navneteweyî Tirkiye mecbûr e mafê hêviyê bisepîne
ANTALYA - Endamê Nûnertiya OHD’ê ya Antalyayê Erol Koçer, bal kişand ser biryara DMME’yê ya binpêkirina “mafê hêviyê” ji bo Abdullah Ocalan û got: “Li gorî hiqûqa navneteweyî Tirkiye mecbûr e mafê hêviyê bisepîne.”
Dadgeha Mafê Mirovan a Ewropayê (DMME) berî 12 salan der heqê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan de biyara binpêkirina “mafê hêviyê” dabû. Heta niha ne mafê hêviyê hatiye sepandin ne jî verastkirinên ku DMME’yê xwestibû hatine kirin. Mijara ku di rojeva Komîteya Wezîran a Konseya Ewropayê hate gotûbêjkirin, piştî destpêkirina Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk der heqê mijarê de hêj lihevkirinekî siyasî jî nehatiye kirin.
Endamê Nûnertiya Komeleya Hiqûqnasên ji bo Azadiyê (OHD) ya Antalyayê Erol Koçer, diyar kir ku gavneavêtina Tirkiyeyê ji bo “mafê hêviyê” ne hiqûqî ye lê siyasî ye û ev tişt got: “Tirkiye ne li gorî mafê mirovan an hiqûqî li gorî çarçoveya siyasî tev digere. Li gorî fikra min nesepandina mafê hêviyê helwestekî siyasî ye. Heta niha tu verastkirinekî hiqûqî nehatiye kirin. Tirkiye ji ber her tim ji ber van mijaran hatiye mehkûmkirin. Lêbelê ji bo gavneavêtinê bi israr e.”
‘MECBÛR E BIRYARÊN DMME’YÊ BISEPÎNE’
Koçer anî ziman ku DMME’yê di biyara binpêkirinê diyar kiriye ku “bêyî derfeta tehliyeyê divê kesek di girtîgehê de neyê ragirtin” û wiha pê de çû: “Tikriye mafê mirovan wekî mafek an têgehekî nabîne. Bêtir di çarçoveya siyasî de lê dinêre. Tirkiye mecbûr e ku biryarên DMME’yê bisepîne. Ji bo sepandina mafê hêviyê verastkirina qanûnî pêwîst e. Astengiyên li pêşiya sepandina mafê hêviyê Qanûna Têkoşîna li Dijî Terorê û Qanûna Înfazê ye. Divê Divê Meclis di van her du qanûnan de guhertinan bike.”
‘STATU Û ROLA RÊZDAR OCALAN DIYAR E’
Koçer diyar kir ku piştî pêvajoya dawî divê êdî mafê hêviyê wekî tehliyeya bişert neyê nirxandin û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Li gorî nêrîna me divê ne tenê wekî tehliyeya bişert lê wekî gavekî ji bo avakirina civakî û baweriya civakî bê avêtin. Statu û rola rêzdar Ocalan diyar e. Rêzdar Ocalan aktorê sereke yê vê pêvajoyê ye. Astengiyên li pêşiya hevdîtina wî ya bi rojnamger û rêxistinên mafên mirovan ji bo pêşveçûna pêvajoyê astengiyên cidî ne. Ji bo pêşveçûna pêvajoyê divê tavilê mafê hêviyê bê cîbicîkirin. Pirgirêka Kurd ne pirgrêka çekê ye ev aliyekî pirsgirêkê ye. Em ê di mijara mafên mirov, mafên siyasî û çandî de bi israr bin.”
MA / Mehmet Guleş