TJA û Piştevaniya Jinan a Kirkyama: Rêya rizgariyê, têkoşîna hevpar e
STENBOL - Ji TJA’yê Rojda Bedîa Akkaya û ji Piştevaniya Jinan a Kirkyamayê Tulay Korkutan bal kişand ser têkoşîna hevpar a tevgerên jinan û anîn ziman ku rêya rizgariyê têkoşîna hevpar e.
Bi boneya 8’ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê, jin li her çar aliyên cîhanê dadikevin qadan û bi berxwedaneke hevpar vê rojê veiguherînin roja piştevanî û rêxistiniyê. Jinên li Tirkiye û bakurê Kurdistanê li dijî komkujî, tundî, îstîhdama kêm, xespkirina mafan û necezakirinê bi meş û çalakiyên cur bi cur mekanîzma û torên piştevanî û têkoşîna hevpar mezin dikin. Her çend li dijî pirsgirêkên hevpar ên weke komkujî, xizanî û tundiya mêr di navbera jinên Kurd û Tirkiyeyî de bi dirûşma “Jin, jiyan, azadî” û bi daxwaza aştiyê pireke têkoşînê hatibe avakirin jî, ji ber ku mijarên sereke yên her du aliyan cuda ne û şêweyên zextan cuda ne, rêxistinkirina têkoşîna hevpar jî asteng dibe.
Aktivîsta Tevgera Jinên Azad (TJA) Rojda Bedîa Akkaya û endama Piştevaniya Jinan a Kirkyamayê Tulay Korkutan têkildarî têkoşîna hevpar, zemîna piştevaniyê û rola jinan a di pêvajoya aştiyê de ji ajansa me re axivîn.
PIRSGIRÊK HEVPAR IN
Rojda Bedîa Akkayayê diyar kir ku pirsgirêkên jin dijîn hevpar in û pirsgirêkên sereke jî tundiya mêr, komkujî, xizanî, sûcên zayendî ne. Rojda Bedîa Akkayayê got: “Jinên li Tirkiyeyê carnan dibin hedefa bav, carnan hevjîn, carnan ên bi unîforma û carnan jî mêrên ji kolanê re derbas dibin. Em behsa welatekî veguheriya goristana jinan dikin. Lewma jî ji bo me pirsgirêka sereke; tundiya mêr, xizanî, qetilkirin û kedxwarî ye. Jin dê di 8’ê Adarê de têkoşîneke hevpar bimeşînin û li qadan bin. Perspektîfa neteweya demokratîk, bi pêşengtiya jinê can digire û ev 22 sal in di rojeva me de ye. Ji hêla têkoşîna enternasyonal, şoreşa jinê ya bi xwe re anî û ji bo cîbicîkirina tiştên me bi feministên Tirkiyeyê re ava kirine nexşerêyeke. Tu pirsgirêkeke civakî ya jin tê de ne kird e bi awayekî mayinde çareser nabe. Kirdeya aştiya civakî jî jin e. Dema bi pêşengtiya jinê hat birêxistinkirin dikare civakî bibe. Ji bo pêvajoya li pêşiya me jî dê bi vê rola xwe rabe.”
RÊXISTINIYA JINAN A KONFEDERAL
Rojda Bedîa Akkayayê bi lêv kir ku dewlet herî zêde ji jinan ditirse û wiha domand: “Heke hûn baş bala xwe bidin ser, dê bibînin ku faşîzm ji ewil jinan hedef digire. Ji ewil êrişî nasname, destkeftî û îradeya jinê dikin. Jin jî li dijî van êrişan li ber xwe didin û xwe birêxistin dikin. Bi xurtkirina têkoşîn, tor û tifaqan re em ê derkevin derveyî qadên dewletê ava kiriye. Jinên Kurd nêzî 50 sal in xwedî modeleke rêxistinbûnê yê xweser in. Em dikarin bibêjin niha bêhtir bipergal bûne û veguherîne avadaniyeke konfederal. Bi aborî, dîplomasî, perwerde, siyaset û hwd. re veguheriye qadeke mezin a têkoşînê.”
ZEMÎNÊN TÊKOŞÎNA HEVPAR
Rojda Bedîa Akkayayê da zanîn ku tevgera jinên Kurd bi felsefe û pergala xwe ya rêxistinkirinê bandor li hemû jinên cîhanê kiriye û wiha axivî: “Lewma xwe digihînin gelek tevgerên jinan û di qada têkoşînê de rêxistiniyên hevpar ava dikin. Paradîgmaya neteweya demokratîk, curbicuriya erdnîgariyê di nav xwe de dihewîne û her nasname bi eslê xwe tê de dimîne. Gotineke vê paradîgmayê ji jinên Rojhilata Navîn, cîhan û Tirkiyeyê re heye. Divê li ser nîqaş bên kirin. Hêvanê pêvajoya civaka demokratîk jî ev perspektîfe ye. Em jin ji bo têkildarî pêvajoyê zemîna têkoşîna hevpar xurtir bikin, hewceye pêşengtiya pergala komunal bikin. Em hewl bidin ku hemû jinan, li ser zemîna têkoşînê ya 8’ê Adarê, li dora van sernavan birêxistin bikin, bidin axaftin û birêxistin bikin.”
DI XETA TÊKOŞÎNÊ DE SEKNA HEVPAR
Tulay Korkutanê jî anî ziman ku li gelek deverên cîhanê jin bi sedan sala ye li dijî şertên newekhev têdikoşin û got: “Salên dirêj e li Tirkiyeyê li dijî ked, beden û destkeftiyên jinan êriş hene. AKP’ê, rejîma xwe ya faşîst, yekperest û otorîter ava kiriye. Li dijî beden, nasname û deskeftiyan jinan polîtîkayeke yekperest, zayendperest dimeşîne. Hewl dide destkeftiyên jinan tune bike. Jin jî hewl didin li dijî vê derkevin. Li Tirkiyeyê jin li ser xeta têkoşîna hevpar tên cem hev. Weke tevgerên jin ên li Tirkiyeyê em li dijî gelek pirsgirêkên jinên Kurd dijîn bi lez refleksê nîşan didin. Li dijî êrişên ser Rojava jinan zû xwe birêxistin kir. Înîsiyatîfa Jinan a Pêdiviya Min bi Aştiyê Heye çû Pirsûsê, daxuyanî da û hewl da li kolanan be. Tevî girtin, binçavkirin, zext û tundiyê jî jin li kolanan gotina xwe dikin û paşvegavê naavêjin.”
RIZGARÎ HEVPAR E
Tulay Korkutanê daxuyand ku salên dirêj e bi tevgera jinên Kurd re xwedî hiqûqeke têkoşîn û piştevaniya hevpar in û ev tişt anî ziman: “Salên dirêj e li Kurdistanê şer heye. Pêvajoya aştiyê heye lê hêj şer didome. Ji ber ku bi polîtîkayên şerê taybet didome. Lewma avakirina xeta têkoşîna hevpar a bi jinên Kurd re girîng e. Ji ber ku rizgariya me hevpar e. Têkoşîna hevpar a hemû jinên cîhanê girîng e. Rêxistiniya kedkarên li Tirkiyeyê û rêxistiniya jinan û rêxistiniya jinên Kurd a li Kurdistanê wekî hev nînin. Li Tirkiyeyê hinek paşdetir maye. Dibe ku mijarên em derdixin pêş ji hev cuda bin lê pêdiviya me pê heye ku polîtîkayên hevpar ava bikin. Pêdivî bi hevkarî û mezinkirina gotina hevpar heye.”
PÊVAJOYA AŞTIYÊ Û JIN
Tulay Korkutanê got ku pêvajoyeke jin tê de nebin nabe û got: “Ji ber ku şer herî zêde bandorê li jin û zarokan dike. Lewma divê gotin û îradeya jinan esas be. Aştiyeke jin tê de kirde nabe, nabe. Di rapora komîsyonê de têkildarî jinan tu tiştek nîne. Hem zimanê raporê hem jî nêzikatiya wê cihê rexneyê ye. Bi gotina ‘Em ê Tirkiyeya bêteror ava bikin’ re pirsgirêk çareser nabe. Heke tu têkoşîna birûmet û rewa ya 50 salan a jinên Kurd nebînî, tu tenê behsa çekberdanê bikî, li wir aştî nabe. Jin dê li dijî vê derkevin. Daxwazên şênber û yasayî yên jinan û Kurdan hene. Divê ev bikevin meriyetê.
Tulay Korkutanê herî dawî jî banga tevlibûna 8’ê Adarê li jinan kir.
MA / Helîn Ozgun