Li Wêranşarê ji bo Navenda Piştevaniyê ya Jinan 600 serlêdan hate kirin

Parve bike:

RIHA - Navenda Piştevaniyê ya Jinan ku ji aliyê Şaredariya Wêranşarê ve bi dirûşma “Gotina me hêj neqediyaye, em ê bi hev re tundiyê rawestînin” hatibû vekirin, di nava salekî de 600 jinan serlêdan kirin.

 
Li seranserê cîhanê jin, ji bo pîrozbahiyên 8’ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê xebaên amedekariyê dikin. Bajarê ku amedekarî lê tên kirin yek jê Riha ye. Li bajêr, ji bo mitînga 8’ê Adarê ya ku dê ji aliyê jinên Kurd, Tirkmen, Ereb û Êzidî ve li Pirsûsê bê lidarxistin amedekarî tên kirin.
 
Ji aliyekî ve jî ji bo vekirina qadên nû yên ji bo jinan xebat didomin. Di vê çarçoveyê de Şaredariya Wêranşarê ya di destê Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) bi dirûşma “Gotina me hêj neqediyaye, em ê bi hevre tundiyê rawestînin” Navenda Piştevaniyê ya Jinan” vekir. 600 selêdan ji bo bavenda ku piştgiriyên derûnî û hiqûqî dide jinan, hate kirin. 
 
Pinar Çelîk a ku di Mudiriyeta Polîtîkayên Jinan a Şaredariya Wêranşarê de dixebite, têkildarî xebatên ku li navçeyê kirine axivî.
 
‘DIVÊ EM TÊKOŞÎNA XWE MEZIN BIKIN’
 
Pinar Çelîkê anî ziman ku li Wêranşarê ji bo jinan qadên nû yên jiyanê ava kirine û ev tişt got: “Em bi jinan re di nava piştevaniyê de ne, ji bo jin karibin li ser pêyan bisekinin dibin alîkar. Nexasim em ji bo jinên tundî li wan hatiye kirin, piştigiriyên hiqûqî û derûnî didin.” 
 
Pinar Çelîkê diyar kir ku 8’ê Adarê têkoşîna jinan tîne bîra wan û wiha pê de çû: “Felsefeya ‘Jin, jiyan, azadî’ felsefeya jiyanê ye. Ji bo ev felsefe bê jiyîn û destkeftiyên nû divê em rêxistinbûna jinan xurt bikin.”  
 
‘JIN ÊDÎ DIZANIN NE BI TENÊ NE’  
 
Bêrîvan Cîn a ku li Navenda Piştevaniyê ya Jinan a girêdayî Şaredariya Wêranşarê dixebite got: “Em ji bo jinên tundî li wan hatiye kirin xizmetên piştevaniyê pêşkêş dikin. Ji sala bihurî heta niha dora 600 serlêdan ji bo navendê hatin kirin. Em ji bo jinên tên vir piştgiriya derûnî û hiqûqî didin. Jinên li wan tundî dihate kirin nikaribûn dengên xwe bidin bihîstin, lêbelê êdî hest dikin ku ne bi tenê ne. Jin êdî dizanin ne bi tenê ne. Ev yek jî hêz û baweriyê dide wan. Jin dema dibin yek dikarin mafên xwe bi dest bixin. Ji bo vê divê em rêxistinbûna xwe xurt bikin.”
 
MA / Omer Akin     
Nûçeyên Têkildar
Rojnamegera îranî Leila Kari Khamaneh: Em ji bo rejîmê nagirîn, li şûna şînê direqisin
Rojnamegera îranî Leila Kari Khamaneh: Em ji bo rejîmê nagirîn, li şûna şînê direqisin

Rojnameger Leila Kari Khamaneh ku ji ber zextên rejîma Îranê koç kiriye, diyar kir ku rejîm dijminê jina ye û got: “Hikûmet li bendê ye xelkê Îranê bigirî lê em êdî şînê nagirin, direqisin.”

Kovara Jinê bi manşeta ‘Şer û berxwedan’ derket
Kovara Jinê bi manşeta ‘Şer û berxwedan’ derket

Hejmara 159’an a kovara Jinê bi manşeta “Şer û Berxwedan: Bîr, Têkoşîn û Pêşeroj” derket.

Giliyê polîsên dest danîbûn ser pankarta 8’ê Adarê hate kirin
Giliyê polîsên dest danîbûn ser pankarta 8’ê Adarê hate kirin

Meclisa Jinan a DEM Partiyê ya Antalyayê, der heqê polîsên ku dest danîbûn ser pankarta 8’ê Adarê serlêdana sûc kir.

Cizîr wek bajarê jinan hate îlankirin: Heta jin azad nebe civak azad nabe
Cizîr wek bajarê jinan hate îlankirin: Heta jin azad nebe civak azad nabe

Şaredariya Cizîrê ya di deste DEM Partiyê de navçe wek bajarê jinan îlan kir. Siyasetmedarên jin ên di dema ragihadina deklarasyonê axivîn peyama “Heta jin azad nebe civak azad nabe.”

Li Şengalê jin bi berxwedanê pêşwaziya 8'ê Adarê dikin
Li Şengalê jin bi berxwedanê pêşwaziya 8'ê Adarê dikin

Li Şingalê, jin ji bo 8'ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê amadekariyên xwe dikin û li dijî gefên ewlehiyê yên zêde dibin, rêxistina xwe xurt dikin. Berdevka Têkiliyên Derve ya TAJÊ'yê Suham Şengalî got: "Wekî sala 2014'an dixwazin Şengalê vala bikin û fermanê pêk bînin lêbelê jin dê heta dawiyê ax û civaka xwe biparêzin."