ÎZMÎR - A.K. a 16 salî ku ji ber hûnandina keziyan hatibû girtin, got: “Cihên zarokên wekî min ne girtîgeh e, cihê me polên dibistanê ne.”
Li Îzmîrê A.K. a 16 salî û xwendekara lîseyê ku ji ber vîdeoya hûnandina keziyan li ser hesabê xwe yê medya dijîtal parvekiribû di 5’ê Sibatê bi îdiaya “propagandaya rêxistinê” hatibû girtin û sewqî Girtîgeha Zarokan a Şakranê hatibû kirin. A.K. a ku di têketina girtîgehê de lêgerîna tazî lê hatibû ferzkirin, xistibûn nava qawişa girtiyên edlî û girtiyên edlî ew derb kiribû. A.K. a ku 26 rojan di girtîgehê de ma, di 3’yê Adarê de di adanişîna ewil de de hate tehliyekirin. A.K. piştî tehliyeyê ji Ajansa Mezopotamyayê (MA) re axivî û qala pêvajoya girtîgehê kir. A.K. diyar kir ku piştî tehliyeyê hem bextewar e hem jî bi hêrs û ev tişt got: “Li dijî vê pragala edaletê ez bi hêrs im.”
A.K. anî ziman ku piştevaniya di roja danişînê de wê hest kiriye ku ew ne bi tenê ye û wiha axivî: “Di hêwana danişînê de her tim çavê min li derî bû. Gelek kes li wir bûn, piştî biryara tehliyeyê min dengên çepik û tilîlîyan bihîst. Ez ji kêfa giriyam, di wesayîta rîngê de hestên min tevlihev bûn, piştî 1-2 saet ez ê azad bûbama. Ez naxwazim zarokên din bikevin vê rewşê. Derûniya zarokan ne baş e, dixwazin derkevin. Girtîgeh ne cihên zarokan e, divê vê bizanibin.”
‘MIN NEDIZANÎ GIRTIN ÇI YE’
A.K. wiha qala binçavkirina xwe kir: “Roja ez hatim binçavkirin, ne li malê bûm, li dibistanekî nêzî malê li herêma Îzmîrê di pêşbirka aşpêjiyê de bûm. Dema ku min ê xwarin pêşkêş bikira bavê min geriya û got polîs hatine malê. Piştre ez tevî birayê xwe çûm emniyetê û em sewqî edliyeyê hatin kirin. Ew roj ezmûna min hebû. Di dema îfadeya li dozgeriyê de min got ez xwendekar im û ezmûna min heye. Ji ber mijarekî wiha min texmîn nedikir ku ez ê bêm girtin, li gorî fikra min ev ne sûc e. Min nedizanî girtin çi ye. Di jiyana min de cara ewil bû ez çûm qerekol û edliyeyê. Piştî hevdîtina bi malbatê re min xistin qawişekî. Hevalekê li wir ku ji ber heman sedeman hatibû girtin ji min re got, divê tu ji kesê re qala sedema girtina xwe nekî. Piştre 5-6 zarok êrişî min kirin ji min re gotin ‘tu ji ber çi hatiye girtin, wê keçikê ji te re çi got’ piştî min sedema girtina xwe got ‘ji min re gotin, ma ji ber sedemekî wiha mirov tên girtin? Ji ber ku ez nû bûm, li min dan. Ji ber vê rewşê derûniya min ne baş bû.”
TEVÎ ERBANEYA XWE LI BENDA 8’Ê ADARÊ YE
A.K. rave kir ku piştî odeya wê hatiye guhertin pirtûk xwendiye, tevî girtiyên din stirîne û keziyên wan hûnandiye û wiha axaftina xwe bi dawî kir: “Min soz da xwe ku ez heta derkevim ez ê her roj porên xwe bihûnim. Lewra li gorî min kezî hûnandin ne sûc e. Min pir dixwest tev li 8’ê Adarê bibim, her sal ez beşdar dibim. Roja danişînê min ji parêzerê xwe re got ‘ez dixwazim bi erbaneyê ve tev li 8’ê Adarê bibim, ger ez tehliye nebim ez ê xemgîn bim’. Roja ez derketim min ji malbata xwe re got ‘ez ê bi pereyên xwe yên berhevkirî erbaneyê bikirim, bila ev jî bibe sembola azadiya min’. Min erbane kirî ez li benda 8’ê Adarê me. Cihê zarokên wek min ne girtîgeh in, cihê me polên dibistanê ne. Ez naxwazim tu zarokek bikeve girtîgehê.”
MA / Ugurcan Boztaş