NAVENDA NÛÇEYAN - Êrişên DYA û Îsraîlê yê li ser Îranê di roja 6’êmîn de domandin. Di domahiya şevê de heta serê sibê gelek cih hatin bombebarankirin.
Êrişên Îsraîl û DYA’yê yê li dijî Îranê di roja 7’emîn de didomin. Di êrişan de hata niha hezar û 200 kesan jiyana xwe ji dest dan, zêdetirî 6 hezar kes jî birîndar bûn. Hate diyarkirin ku ji ber êrişên hewaî gelek kes li balafirgehan asê mane.
Bûyerên di roja 6’êmîn de wiha ne:
“ * Li navçeya Ciwanro ya bajarê Kirmanşan a Rojhilatê Kurdistanê mudiriyeta polîsan hate bombebarankirin. Piştî bombardimanê aigr bi avahiyê ket.
* Li Tehranê mala rêberê olî Alî Hamaney yê hatibû kuştin û Akademiya Leşkerî ya Îmam Elî di danê sibê de hate bombebarankirin. DYA û Îsraîlê li Tehranê li dijî “binesaziya rejîmê” êrişêkî berfireh da destpêkirin. Cadeya Cumhuriyetê û Stadyûma Azadî hatin bombebarnkirin. Xisarên cidî çêbûn.
* Li navenda Tehranê li dijî gelek nuqteyan êriş pêk hatin.
* Îsraîlê ragihand ku wan ji sedî 60’ê rampeyên moşekan û rampayên moşekên balîstîk ên Îranê tune kirine.
* Li Qûmê ofîsa Meclisa Pisporan hate bombebarankirin.
* Li Bokanê li dijî baregaha artêşê ya girêdayî Muhafizên Şoreşê êrişên hewaî pêk hatin.
* Li Seqizê li dijî baregeha îstixbaratê hejmar 113 ya Muhafizên Şoreşê êrişên hewaî pêk hat. Hate diyarkirin ku li navenda bajêr li taxa Şehrak (taxa xwendekaran) Qerçîawa û herêma Bûlvarê ceyran hatine birîn.
KÎJAN SEROKÎ ÇI GOT?
* Serokê DYA’yê Donald Trump diyar kir ku divê hilbijartina lîder li Îranê li gorî daxwaza wî çêbibe. Trump, Mucteba Xameney ê ku wekî xelefê herî xurt tê dîtin, wekî "nayê qebûlkirin" pênase kir. Herwiha anî ziman ku hilbijartina lîderekî ku polîtîkayên lîderê dînî yê berê bişopîne, dikare DYA’yê "di nav pênc salan de" dîsa ber bi şerekî ve bikişîne.
Trump bi taybetî bang li Muhafizên Şoreşê yên Îranê, artêş û polîsên wê kir û ev tişt got: “Heke çekên xwe berdin dê kesekî mudaxileyê wan neke. Yan hûn ê bi temamî di ewlehiyê de bin, yan jî hûn ê bên kuştin.”
* Serokkomarê Fransayê Emmanuel Macron bi Serokwezîrê Îsraîle Binyamîn Netenyahu re axivî û xwest ku Îsraîl li dijî Lubnanê operasyonekî bejahî neke û rêzê li yekparebûna axa Lubnanê bigire.
* Serokkomarê Îranê Mesûd Pezeşkiyan bal kişand ser zêdekirina raya walî û hêzên ewlehiyê û got: “Walî û hêzên ewlehiyê di mudaxileya li dijî her cure tevgerên cudaxwaz xwedî raye ne.”
* Serokên Yekitiya Ewropayê (YE) êrişên Îranê yên li ser welatên Kendavê şermezar kirin û peyama piştevaniya bi welatên Kendavê re dan. Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî Guterres, diyar kir ku rageşiya leşkerî gefê li aştiya navnetweyî dixwe û banga agirbestê kir.
* CENTCOM’ê daxuyand ku balafirên B-2 di kêliyên dawî tesîsên moşekên balîstîk ên Îranê bombebaran kirine.
* Meclisa Nûneran a DYA’yê, ji bo berdewamiya şerê li dijî Îranê 219 dengên erê dan.