Rêxistinên maf û hiqûqê: Peymana Stenbolê dîsa bixin meriyetê

Parve bike:
NAVENDA NÛÇEYAN - Rêxistinên maf û hiqûqê, di çarçoveya 8’ê Adarê de li gelek bajaran çalakî li dar xist, îşaret bi cînayetên jinan kir û bang kirin ku Peymana Stenbolê careke din bikeve meriyetê. 
 
Şaxên Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) û Komeleya Hiqûqnasên ji bo Azadiyê (OHD) û baroyên hin bajaran, bi boneya 8’ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê, li gelek bajaran daxuyanî dan. 
 
AMED
 
Şaxa ÎHD’a Amedê li pêşiya avahiya xwe daxuyanî da. Di daxuyaniyê de hate gotin ku tundiya li dijî jinan zêde dibe û bang li îktîdarê kir ku dîsa li Peymana Stenbolê vegere û bixe meriyetê. Cîgira Serokê Şaxê Sûzan Mehmetoglû Aksoy got ku tundiya li dijî jinan polîtîk e û got “Peymana Stenbolê careke din îmze bikin.” 
 
ÊLIH
 
Komîsyona Jinan a Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Êlihê têkildarî tundî û qetlîamên jinan û nebicihanîna “Peymana Stenbolê” li pêşiya avahiya Midûriyeta Xizmeta Civakî û Malbatî ya Êlihê daxuyanî da çapemeneyê. Di daxuyaniyê de gelek rêbever û endamên ÎHDê û Şaxa Komeleya Hiqûqnasên Ji Bo Azadiyê (OHD) ya Êlihê û gelek kes tev li daxuyaniyê bûn. Her wiha pankarta “Binyada Malbata Mêrsalar Jinan Dikuje” hate hilgirtin. Metna daxuyaniyê ya hevpar û bi Tirkî ji aliyê Hevseroka ÎHD a Êlihê Melek Atalay ve hate xwendin.
 
SÊRT
 
Komîsyona Jinan a Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Sêrtê jî têkildarî tundî û qetlîamên jinan û nebicihanîna “Peymana Stenbolê” li pêşiya avahiya Midûriyeta Xizmeta Civakî û Malbatî ya Sêrtê daxuyanî da çapemeneyê. Di daxuyaniyê de gelek rêbever û endamên ÎHDê û Şaxa Komeleya Hiqûqnasên Ji Bo Azadiyê (OHD) ya Sêrtê, Parlamentera DEM Partiyê ya Sêrtê Sabahat Erdogan Saritaş, Hevşaredara Sêrtê Safiye Alagaş, rêveberên KESKê, rêveberên DÎSKê, endam û rêveberên DEM Partiyê û DBPê yên Sêrtê û gelek kes tev li daxuyaniyê bûn. Her wiha pankarta “Binyada malbata mêrsalar jinan dikuje! Pêdiviya me ne bi sala malbatê, bi Peymana Stenbolê heye” hate hilgirtin. Metna daxuyaniya hevpar jî ji aliyê Hevseroka Şaxa ÎHD a Sêrtê Zozan Akdogan Nas ve hate xwendin.
 
STENBOL
 
Li Stenbolê jî jinan bi pêşengiya Komîsyona Jinan a ÎHD’a Stenbolê li pêşiya avahiya Gerînendetiya Malbat û Xizmeta Civakê daxuyanî da. Daxuyaniya hevpar ji aliyê Seroka ÎHDê ya Stenbolê Jiyan Tosûnê ve hat xwendin.
 
WAN
 
Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Wanê bi boneya 8’ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê li avahiya xwe ya komeleyê daxuyanî da. Di daxuyaniye de pankarta “Tundi ne qedera jinê ye, Jin bi mafên xwe jin e” hat vekirin. Endamên ÎHDê û parêzer tev li daxuyani bûn. Metna daxuyaniyê endama ÎHD’ê Elîf Gemîcîoglû Yavîç xwend.
 
LI GELEK BAJARÊN DIN DAXUYANÎ HATE DAYIN
 
Di heman demê de li bajarên Enqere, Îzmîr, Mêrsîn, Şirnex û Dêrsimê jî daxuyanî hate dayin û metna hevpar hate xwendin.  
 
METNA HEVPAR 
 
Daxuyaniya ÎHD'ê ya hevpar wiha ye:
 
Beriya 8’ê Adarê Roja Jinan a Cîhanî, wek parêzvanên mafên mirovan ên jin, me xwest ku li hemû şaxên Komeleya Mafên Mirovan çalakiyeke hevpar pêk bînin û daxuyaniyeke hişyariyê bidin rayagiştî û û îradeya siyasî. Em dixwazin ku ev daxuyanî ji bo nirxandina daxwazên me yên li ser tundiya li dijî jinan wekî bangeke xurt were qebûlkirin. Wekî ku tê zanîn, feraseta mêrsalar, mîlîter û feodal li erdnîgariya me zêde bûye. Di encama vê ferasetê de, tundiya li dijî jinan bi awayekî sîstematîk û berfireh e. Hema bêje em her roj bi nûçeyên kuştina jinan dest bi rojê dikin. Heta hefteya borî di nava rojekê de 6 jin hatin kuştin. Li aliyê din îradeya siyasî ya ku Komara Tirkiyeyê bi rê ve dibe, pirsgirêka wekheviya zayendî bi temamî ji rojevê derxistiye. Tuniya li dijî jinan bi pratîkên cuda rewa dibe. Em jin ne di ewlehiyê de ne. Ewlehiya me ya jiyanê tune ye.
 
Metna herî berfireh a navneteweyî ya li ser tundiya li dijî jinan heta niha Peymana Konseya Ewropayê ye ku wekî Peymana Stenbolê tê zanîn. Ev peyman di encama têkoşîna jinan a li erdnîgariya me de hatiye amadekirin. Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê li ser serlêdana Nahîde Opuzê ku dayika wê ji aliyê hevjînê wê ve hat kuştin û ew bi xwe jî bi giranî birîndar bû, Tirkiye bi hinceta ku li dijî tundiya li ser jinan tedbîrên pêwîst negirtiye mehkûm kir. Piştî vê biryarê, Konseya Ewropayê bang li dewletên endam kir ku ji bo têkoşîna li dijî tundiya li ser jinan peymaneke berfireh amade bikin. Di vê pêvajoyê de Peymana Stenbolê amade bû.
 
Peyman di 11’ê Gulana 2011’an de li Stenbolê ji îmzekirinê re hate vekirin û îmzeya yekem jî Komara Tirkiyeyê avêt. Peyman ji dewletên peyman îmzekirî re dibeje ku pêşî li tundiya li ser jinan bigirin; li ser bingeha serdestiya mêran a li ser jinan, cudakarî û têkiliyên hêzê yên newekhev ên dîrokî qebûl bike û li dijî vê yekê polîtîkayên berfireh pêş bixe. Ji bo rakirina hemû cûreyên cudakariya li dijî jinan û bidawîkirina tundiyê di hemû qadên jiyanê de berpirsyariyên şênber li ser milê dewletan ferz dike. Her wiha peywîra pêxistina polîtîkayên hesas ên zayendî, kordîneyî û totalîter diyar kir.
 
Lêbelê, peyman di dema ku di meriyetê de bû jî bi awayekî baş nehat bicihanîn. Wek jin, me her tim rexneyên xwe yên li ser vê yekê anîn ziman. Tevî vê yekê, peymanê hem hêza hiqûqî û hem jî manewî ji jinan re peyda kir û qada me ya têkoşînê berfireh kir. Mixabin, di 20’ê Adara 2021’an de, biryara vekişîna ji peymanê bi yek îmzeyê hate girtin. Lêbelê, peyman piştî ku ji hêla parlamentoyê ve hate pejirandin ket meriyetê. Tevî vê yekê, ew bi biryara Serokkomariyê hate betalkirin. Hemû îtîrazên hatin kirin bêencam man. Vê biryara vekişînê derbarê tundiya li dijî jinan de ‘têgihiştina meşrûtiyetê’ ya xeternak afirand; vê rewşê bi zêdebûna kuştina jinan re xwe bi awayekî şênber nîşan da.
 
Dane wiha ne; 
 
* Di sala 2021’an de 280 jin ji hêla mêran ve hatin kuştin û 217 jin jî bi awayekî biguman jiyana xwe ji dest dan.
 
* Di sala 2022’yan de 334 jin ji hêla mêran ve hatin kuştin û 245 jin jî bi awayekî biguman jiyana xwe ji dest dan.
 
* Di sala 2023’yan de 315 jin ji hêla mêran ve hatin kuştin û 248 jin jî bi awayekî biguman jiyana xwe ji dest dan.
 
* Di sala 2024’an de 394 jin ji hêla mêran ve hatin kuştin û 259 jin jî bi awayekî biguman jiyana xwe ji dest dan.
 
* Di sala 2025’an de 294 jin ji hêla mêran ve hatin kuştin û 297 jin jî bi awayekî biguman jiyana xwe ji dest dan.
 
Dema ku li nasnameya kujeran dinêrin, rêjeya herî mezin a kujeran mêrên ku bi wan re zewicî ne. Di rêza duyemîn de partnerên berê û di rêza sêyemîn de xizmên wan hene. Ev wêne bi zelalî nîşan dide ku binyata malbatê ya mêrsalar û feodal jinan dikuje. Em weke parêzvanên mafên mirovan ên jin careke din bi bîr dixin ku şertê pêşîlêgirtina tundiya li ser jinan vegera Peymana Stenbolê ye. Dirûşma ‘Peymana Stenbolê dide jiyîn’ ne dirûşmeke pûç û vala ye. Ev peyman mekanîzmayeke pêşîlêgirtina tundiyê ya navnetewî ye ku bi keda jinan ji bo têkoşîna li dijî zîhniyeta serdestiya mêr hatiye amadekirin. Em bang li kesên ku Komara Tirkiyeyê bi rê ve dibin dikin ku vegerin ser îradeya ku di 11’ê Gulana 2011’an de û Peymana Stenbolê ji nû ve îmze bikin. Divê neyê jibîrkirin ku tundiya li dijî jinan polîtîk e. Zimanê dewletê her çiqas hişk, cudakar be tunjî jî ewqas zêde dibe. Em jin li aliyê jiyanê ne. Peymana Stenbolê dide jiyîn. Peymana Stenbolê jinûve îmze bikin.”
 
Nûçeyên Têkildar
Giliyê polîsên dest danîbûn ser pankarta 8’ê Adarê hate kirin
Giliyê polîsên dest danîbûn ser pankarta 8’ê Adarê hate kirin

Meclisa Jinan a DEM Partiyê ya Antalyayê, der heqê polîsên ku dest danîbûn ser pankarta 8’ê Adarê serlêdana sûc kir.

Peyama jinên serhedî ya 8'ê Adarê: Ev sedsal sedsala azadiya me ye
Peyama jinên serhedî ya 8'ê Adarê: Ev sedsal sedsala azadiya me ye

Jinên Serhedî yên ku tevli şahiya 8'ê Adarê bûn diyar kirin ku daxwaza wan ew ê ku azadiya fizikî ya Abdullah Ocalan bê misogerkirin û gotin: "Heke em li berxwe bidin em ê azad bibin û azad bikin."

Jinên li gelek bajaran daketin qadên 8’ê Adarê: Em jiyaneke azad û wekhev dixwazin
Jinên li gelek bajaran daketin qadên 8’ê Adarê: Em jiyaneke azad û wekhev dixwazin

Jinên bi boneya 8’ê Adarê li gelek bajaran daketin qadan, peyama “Em jiyaneke azad û wekhev dixwazin” dan.

Di mitînga Kadikoyê de ji bo jinên îranî peyam: Em bi we re ne
Di mitînga Kadikoyê de ji bo jinên îranî peyam: Em bi we re ne

Di mitînga 8’ê Adarê ya li Kadikoyê de ku bi hezaran jin tev li bûn, îşaret bi êrişên ser Îranê hate kirin û wiha hate gotin: “Jinên îranî bi sala ye li dijî rejîma molayan û hêzên emperyal-siyonîst têdikoşin û em bi têkoşîna wan re ne.”

Ji 8’ê Adarê wêneyên rengîn
Ji 8’ê Adarê wêneyên rengîn

Li gelek bajaran jinan 8’ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê îroz kir. Di çalakiyan de dîmenên rengîn derketin holê.