NAVENDA NÛÇEYAN- Bafil Talabanî destnîşan kir ku divê Herêma Kurdistanê "di vî şerî de nebe sertîrk", ji lew re ev dê zirareke mezin bide wan û got ku li dijî Îranê tu operasyoneke çekdarî ya derî sînor pêk nehatiye.
Serokê YNK'ê Bafil Talabnî, hûrguliyên xwe yên hevdîtina bi Serokê DYA'yê Donald Trump û Wezîrê Karên Derve yê Îranê Abbas Eraqçî re daxuyand. Bafil Talabnî, anî ziman ku ev êriş ew mamtmayî kirine û got ku herêm bi tevgereke leşkerî ya pir mezin re rû bi rû ye.
Talabnî bilêv kir ku Kurdistan ji aliyên cüda ve bi êrişan re rû bi rû maye û got ku di warê aramkirina rewşê de tu nişane tune ne, berevajî vê rageşî zede bûye. Talabanî têkildarî hevdîtina xwe ya bi Donald Trump re got: "Trump pir bandorker û nazik bû. Gava behs dikir Kurd şervanên mezin in, min şefqat û bandorkeriya di dengê wî de hîs dikir."
Bafil Talabnî diyar kir ku wî hevdîtin bi Wezîrê Karên Derve yê Îranê Abbas Eraqçî re jî kiriye û got ku Eraqçî xeyalşikestî bûye. Talabnî got: "Îraniyan digot müzakere baş diçin û biryar hatibû dayîn ku komîteyeke teknîkî kom bibe. Îran 45 sal in plana vî şerî dike û dê berxwedaneke tund bidin der."
Talabnî diyar kir ku niha guherîna rejîmê ne di rojevê de ye û got ku li nav Îranê serîhildaneke girseyî ya gel tune ye. Talabnî rewşa heyî bi Şerê Iraqê yê 2003'yan re da ber hev û got: "Di sala 2003'yan de di navbera Kurd û Şiiyan de li dijî Seddam muxalefeteke rewşa û naskirî hebû. Lê niha li Îranê sembol an jî pêşengeke ku gel bide dû tune ye."
Talabanî destnîşan kir ku divê Herêma Kurdistanê "di vî şerî de nebe sertîrk", ji lew re ev dê zirareke mezin bide wan û got ku li dijî Îranê tu operasyoneke çekdarî ya derî sînor pêk nehatiye.