Çîgdem Kiliçgun Uçar: Azadiya jinan girêdayî hev e

Parve bike:

AMED - Hevseroka Giştî ya DBP’ê Çîgdem Kiliçgun Uçarê di mitînga 8’ê Adarê ya li Amedê de got: “Azadiya jinan, civakan û gelan girêdayî hev e.” 

 
Hevseroka Giştî ya Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Çîgdem Kiliçgun Uçar, di mitînga 8’ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê ya li Amedê de axivî. Çîgdem Kiliçgun Uçarê, anî ziman ku êdî dirûşma “Jin, jiyan, azadî” li her çar aliyên cîhanê olan dide û ev dirûşm, li dijî tarîtiyê bû qêrîna azadiyê ya jinan. 
 
Bi domdarî Çîgdem Kiliçgun Uçarê îşaret bi jinên hatine qetilkirin kir û bi bîr xist kul di Çileyê de 20 jin hatine qetilkirin. 
 
'EM XWEDÎ MÎRATEYEKE XURT IN’  
 
Bi domdarî Çîgdem Kiliçgun Uçarê avêtina cenazeyê şervana HSD’ê Denîz Çiya ji avahiyeke Helebê bi bîr xist û got: “Niha şerê sêyemîn ê cîhanê heye. Jinan, li dijî vî şerî keziyên xwe vehand. Li Rojava, jinan bi destê xwe azadiya xwe ava kir. Azadiya jinan, civakan û gelan girêdayî hev e. Jinan, bêyî li benda alîkariya hin kesan bin ev serkeftin bi dest xist. Ne tenê li Rojava, li her çar aliyên cîhanê jinan li dijî vî şerî keziyên xwe vehand. Li gel vê, li Rojava şoreşek hûnand. Ev têkoşîn niha jî li rojhilatê Kurdistanê tê domandin. Dema em li Rojhilat dinêrin, Jîna Emînî, Şîrîn Elemhûlî û ‘jin, jiyan, azadî’ tê bîra me. ‘Jin, jiyan, azadî’ êdî li her çar aliyên cîhanê olan dide. Li dijî tarîtiyê, bû dengê qêrîna jinan.  Em gelek serbilind in ku xwedî mîrateyeke mezin a ji Zerîfayan, ji Sarayan, ji Bêrîtanan û ji Denîz Çiyayan ji me re mayî ne. Em bi vê mîrateyê azadiyê bi dest dixin. Roja Jinan li we tevan pîroz be.”
 
Nûçeyên Têkildar
Giliyê polîsên dest danîbûn ser pankarta 8’ê Adarê hate kirin
Giliyê polîsên dest danîbûn ser pankarta 8’ê Adarê hate kirin

Meclisa Jinan a DEM Partiyê ya Antalyayê, der heqê polîsên ku dest danîbûn ser pankarta 8’ê Adarê serlêdana sûc kir.

Peyama jinên serhedî ya 8'ê Adarê: Ev sedsal sedsala azadiya me ye
Peyama jinên serhedî ya 8'ê Adarê: Ev sedsal sedsala azadiya me ye

Jinên Serhedî yên ku tevli şahiya 8'ê Adarê bûn diyar kirin ku daxwaza wan ew ê ku azadiya fizikî ya Abdullah Ocalan bê misogerkirin û gotin: "Heke em li berxwe bidin em ê azad bibin û azad bikin."

Jinên li gelek bajaran daketin qadên 8’ê Adarê: Em jiyaneke azad û wekhev dixwazin
Jinên li gelek bajaran daketin qadên 8’ê Adarê: Em jiyaneke azad û wekhev dixwazin

Jinên bi boneya 8’ê Adarê li gelek bajaran daketin qadan, peyama “Em jiyaneke azad û wekhev dixwazin” dan.

Di mitînga Kadikoyê de ji bo jinên îranî peyam: Em bi we re ne
Di mitînga Kadikoyê de ji bo jinên îranî peyam: Em bi we re ne

Di mitînga 8’ê Adarê ya li Kadikoyê de ku bi hezaran jin tev li bûn, îşaret bi êrişên ser Îranê hate kirin û wiha hate gotin: “Jinên îranî bi sala ye li dijî rejîma molayan û hêzên emperyal-siyonîst têdikoşin û em bi têkoşîna wan re ne.”

Ji 8’ê Adarê wêneyên rengîn
Ji 8’ê Adarê wêneyên rengîn

Li gelek bajaran jinan 8’ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê îroz kir. Di çalakiyan de dîmenên rengîn derketin holê.