STENBOL - Di mitînga 8’ê Adarê ya li Kadikoyê de ku bi hezaran jin tev li bûn, îşaret bi êrişên ser Îranê hate kirin û wiha hate gotin: “Jinên îranî bi sala ye li dijî rejîma molayan û hêzên emperyal-siyonîst têdikoşin û em bi têkoşîna wan re ne.”
Platforma Jinan a 8’ê Adarê, li Qada Îskeleyê ya li navçeya Kadikoy a Stenbolê, mitînga 8’ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê li dar xist. Bi hezaran jin tev li mitîngê bûn. Bi hezaran jinên li cem Peykerê Bogayê kom bûn, ber bi qada mitîngê ve meş li dar xist. Di mitîngê de gelek caran dirûşma "Jin, jiyan, azadî" hate berzkirin û coşa mitîngê di lûtkeyê de bû.
Emîne Bulut ku xizmên xwe li Dîlovasiyê winda kiribû, Meclisên Jinên Sosyalîst (SKM), Jinên Ciwan ên Azad (OGK), Beycan Taşkiran û endama Înîsiyatîfa Meclisa Dayikên Aştiyê ya Stenbolê Sûltan Bozkurtê li dijî zextan peyama berxwedanê dan.
Kurdiya metna hevpar ji hêla Ayşe Aksoy û Evîndar Aysal ve ya bi Tirkî jî ji Platforma Jinan a 8’ê Adarê Melîke Arguç û Tuggen Gumuşayê xwend.
METNA HEVPAR HATE XWENDIN
Metna hevpar wiha ye:
“Bi serhildana me ya ku ji malan, kolanan, cihên kar û kampusên zanîngehan bilind dibe, em li dijî pêrgala kapîtalîst-emperyalîst ji bo jiyanên xwe serî hil didin. Em jinli dijî xizanî, tundî, îstîsmar û şer serî hil didin. Em ji bo jiyaneke wekhev, azad û ewle têdikoşin.
Em ji ber mûçeyên di bin xeta hejariyê de, bihayê jiyanê yêbilind û bacên zêde, bi hejariyê re rûbirû ne. Budçe ji karker û jinan tên kêmkirin û ji bo faîzê, projeyên avakirin-xebitandin-veguhestin û şer tên veguhestin. Di bin navê ‘piştgiriya jiyana malbatî û kar’ de, karê nerm û ne ewle di nav jinan de tê belavkirin. Her ku xizanî kûrtir dibe, barê karê malê - xwedîderketina li kal û pîran, nexweşan, kêmendam û zarokan- hê girantir dibe. Em red dikin ku jiyana xwe teslîmî vê pêrgalê bikin, ya ku bi ragihandina ‘Sala Malbatê’ û bi sînordarkirina me di nav çar dîwaran de hewl dide vê kedxwariyê rewa bike.
JI BO KARÊ WEKHEV HEQDESTÊ WEKHEV
Lê em nikarin ji bo heman karî mûçeyeke wekhev werbigirin. Mafên me yên sendîkayî tên binpêkirin û em dikarin ji ber tevlibûna sendîkayê ji kar bên avêtin. Em li cîhê kar rastî tacîz, tundî û zordestiyê tên. Ji ber kêmasiya baxçeyên zarokan û xizmetên lênêrîna zarokan, an em neçar dimînin ku bi karên ne ewle razî bibin an jî ji hêza kar tên dûrxistin. Di karên ku em dikin de jî, em her roj rûbirûyî mirinê dimînin.
PERGAL TENÊ ÎSTÎSMAR Û MIRINÊ PÊŞKEŞÎ JINAN DIKE
Şeş karkerên jin ên ku di şewata Dilovasiyê de jiyana xwe jidest dan, careke din nîşanî me dan; ev mirin ne qedera me ye û ne jî qeza ye. Ev kuştineke pîşesaziyê ye. Ev pergal ji jinan re ji îstîsmar û mirinê pê ve tiştekî pêşkêş nake. Lê em teslîm nabin. Berxwedana çîna karker li her derê mezin dibe.
294 JIN HATIN QETILKIRIN
Li malê, li kar, li kolanan, em bi awayên cuda yên tundiyê dorpêçkirî ne, ji destdirêjiya zayendî bigire heta tacîzên devkî, ji reşkirinê heta gefan. Li şûna ku rê li ber vê tundiyê bigire, dewlet gelek caran parêzvaniya sûcdarên mêr dike û wan bêsûc dike. Di sala 2025’an de herî kêm 294 jin hatin kuştin, di heman demê de 297 jinan jî bi awayekî guman jiyana xwe ji dest dan. Di du mehên ewil ên sala 2026’an de 45 jin hatin kuştin û 43 jinan jî bi awayekî guman jiyana xwe ji dest dan. Em li welatekî wisa dijîn ku her roj 6 jin têne kuştin.
JIN JIYAN AZADÎ LI CÎHANÊ DENG VEDIDE
Heta keziyên zarokeke 16 salî jî dikare bibe hinceta girtinê. Têkoşîna jinên ku li Filistîn, Rojava, Îran û Efxanistanê li berxwe didin, têkoşîna me ye. Jinên îranî bi sala ye li dijî rejîma molayan û hêzên emperyal-siyonîst têdikoşin û em bi têkoşîna wan re ne. Têkoşîna azadiya jinan mezin dibe. Dirûşma ‘jin, jiyan, azadî’ li seranserê cîhanê deng vedide. Em dibêjin, ‘ez ne azad im heta ku hemû jinên cîhanê azad nebin’. Em ê dev ji hev bernedin. Em piştgiriya jinan a navneteweyî li dijî êrişkariya emperyalîst berfireh dikin.
Ew ên ku bi emperyalîzmê re hevkariyê dikin, ew ên ku faîlandiparêzin, jinên ku li ber xwe didin digirin. Dosyeyên hevalên me, endamên Meclisa Jinên Sosyalîst û Jinên Ciwan ên Azad, tomarên çalakiyên 25’ê Mijdarê û 8’ê Adarê dihewînin, di heman demê de azadiya gelek jinên girtî bi awayekî kêfî tê taloqkirin û jinên ku li ber xwe didin rastî tundiya dewletê ya sîstematîk tên.”