Jinên li gelek bajaran daketin qadên 8’ê Adarê: Em jiyaneke azad û wekhev dixwazin

Parve bike:

NAVENDA NÛÇEYAN - Jinên bi boneya 8’ê Adarê li gelek bajaran daketin qadan, peyama “Em jiyaneke azad û wekhev dixwazin” dan. 

Bi boneya 8’ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê, li gelek bajaran çalakî û xwepêşandan hatin lidarxistin. Jinan, bi coş, enerjî û bizava xwe qad rengîn kir û peyama “Azadî û berxwedanê” dan. 
 
SEMSÛR
 
Platforma Jinan a Semsûrê, bi dirûşma “Bi berxwedanê azad dibin, civaka demokratîk ava dikin” meş li dar xist. Meş, li Parka Koşuyê dest pê kir û heta qada Newrozê domiya. Di meşê de gelek caran dirûşma “jin, jiyan, azadî" hat berzkirin û pankarta “Heke kevirên Mezopotamyayê bi ziman ketibûna dê herî zêde çîrokên jinan vegotina” hate hilgirtin. Her wiha dovîzên “Bijî 8’ê Adarê”, “Em hebûn, em hene û dê her hebin”, “Bila 6284 bi bandor bê bicihanîn” û “Ked, wekhevî, azadî, aştî” hatin hilgirtin. 
 
Ji rêveberên FERAT-DER’ê Yeşîm Akgulê di meşê de anî ziman ku di her qada jiyanê de li dijî jinan kedxwarî tê kirin û got: “Em baş di ferqê de ne ku polîtîkayên zext û tundiyê yên li dijî têkoşîna me jinan ne demkî ne lê stratejîk û pergalî ne. Weke jinên bi rêya xwerêxistinkirinê xwe gihandin vê hêza cewherî, em dizanin ku dê bi rêya jihevhînbûnê, bi piştevaniya hev vê tarîtiyê biçirînin. Ji Rojava heta Filistînê, ji Efxanistanê heta Îranê, dengê têkoşîna jinan sînor derbas kiriye, bi bilindkirina dengê xwe, gotina xwe, bi zêdekirina çalakiyên xwe em ê bi hev re vê tarîtiyê biçirînin û teslîmî tarîtiyê nebin.” 
 
Endama Koordînasyona Jinan a Navendî ya DEM Partiyê Îdîl Ugurluyê jî îşaret bi Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk kir û ev tişt anî ziman: “Em jin dê di avakirina civaka demokratîk de bi erkeke çalak rabin. Ji ber ku em naxwazin jiyana xwe ji dest bidin. Em azadiyê dixwazin, em edaletê dixwazin, em wekheviyê dixwazin.” 
 
Daxuyanî, bi berzkirina dirûşma “jin, jiyan, azadî" û gerandina govendê bi dawî bû. 
 
AGIRÎ
 
Li navenda bajarê Agiriyê jî meş hat lidarxistin. Meşa ku li pêşiya Pirtûkxaneya Gel a Berê dest pê kir, heta Qada Bajar a Şakiro domiya. Gelek jin tev li meşê bûn. Piştî meşê, jinan li ber stranên Kurdî govend gerand. 
 
Hevşaredara Agiriyê Hazal Arasê di çalakiyê de bal kişand ser şerê heyî û wiha got: “Heke em jin nekarin pêşiya vî şerî bigirin, em ê bibin şirîkên vî şerî. Di demeke li Rojava ji serma jiyana xwe ji dest didin heke em nekarin tiştekî bikin, em ê bibin şirîkên vî sûcî. Yên ku dê mirovahiyê ji vê çiravê rizgar bikin, em jin in.” 
 
ÎDIR
 
Li pêşiya avahiya DEM Partiyê ya bajar çalakî hat lidarxistin. Di çalakiyê de pankarta “Jin li dijî qirkirinê serî hil didin, ber bi azadiyê ve dimeşin” hate daliqandin. Gelek jin tev li çalakiyê bûn. 
 
Berdevka Meclisa Jinan a Bajar a DEM Partiyê Bahar Etreceyê di çalakiyê de got: “Têkoşîna jinan di heman demê de dê mêran jî azad bike.” 
 
Hevşaredara Îdirê Nejla Kumê jî îşaret bi komkujiyên li dijî jinan kir û got: “Li dijî van komkujî û tunehesibandinan em ê bibin yek deng û civakê azad bikin.” 
 
Wekîla DEM Partiyê ya Agiriyê Nejla Demîr jî ev tişt anî ziman: “Têkoşîna jinan a li Kurdistan û cîhanê didome. Çendek roj berê jin ji ber cil û bergên xwe yên Kurdî hatin binçavkirin. Ev çanda me, hebûna me ye. Hûn nikarin jinan û çanda Kurdan tune bihesibînin. Îro jin bi felsefeya ‘jin, jiyan, azadî’ li qada ne.” 
 
Çalakî, bi gerandina govendê bi dawî bû.
 
QERS
 
Li avahiya DEM Partiyê ya Qersê çalakî hat lidaxistin. Hevseroka DEM Partiyê ya Qersê Arzu Savaş Dermanê di çalakkiyê de got ku 8’ê Adarê sembola têkoşîna ji bo wekhevî, azadî û jiyanê ya jina ye û ev tişt got: “Jin, bi sala ye li dijî pergala mêrê serdest li ber xwe didin. 8’ê Adarê, roja keda jinê, berxwedana jinê û lêgerîna azadiyê ya jinê ye. Her ku jin tên gel hev û piştevaniyê mezin dikin, dê deriyên jiyaneke wekhev û azad jî bêhtir vebin.” 
 
MÛŞ
 
Li Mûşê jî jin li devereke nêzî Binkeya Tenduristiyê ya Yeşîlce Fîdanlikê hatin gel hev. Jinan, li vir demekî dirêj govend gerand û piştre ber bi Taxa Yeşîlyurtê ve meş li dar xist. Di meşê de gelek caran dirûşmên “jin, jiyan, azadî”, “Bijî berxwedana jinan” û “Bijî têkoşîna jinan” hatin berzkirin. Jinan, dovîzên “Jina azad, civaka azad” û “Keziyên keça Kurd sembola azadiyê ye” hatin hilgirtin. 
 
Wekîla DEM Partiyê ya Mûşê Sumeyye Bozê îşaret bi Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk kir û got: “Em jin pêşengên aştiyê ne. Heke îro behs aştî û muzakereyan were kirin ev bi encama berxwedana jina ye. Heke jin îro bikarin li kolanan bi dirûşma ‘jin, jiyan, azadî’ bimeşin, ev encama têkoşîna azadiyê ya jinên Kurd e.” 
 
Berdevka Meclisa Jinan a DBP’ê Bêrîvan Bahçeciyê jî got ku jin li her qadê li ber xwe didin, li her qadê berxwedana xwe mezin dikin û dê berxwedana wan ali dijî komkujiyan bidome. Bêrîvan Bahçeciyê gotina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan a “Heta jin azad nebin civak azad nabe” bi bîr xist û îşaret bi girîngiya têkoşîna ji bo azadiya fîzîkî ya Abdullah Ocalan kir. 
 
Piştî axaftinan, jinan demekî dirêj li ber defê govend gerand. 
 
ORDU 
 
Platforma Jinan a Orduyê, li cem Dibistana Navîn a 19 Eylulê kom bû û heta Qada Ceren Ozdemîrê meş li dar xist. Di meşê de pankarta “Jin ji bo jiyaneke wekhev, azad û laîk li kolanan e” û dovîzên “Em perwerdeyeke wekheviya zayendî û têkel dixwazin”, “Jin, jiyan, azadî” û “Tenê di 2 mehan de 62 jin hatin qetilkirin” hatin hilgirtin. 
 
Berdevka Platformê Neşe yuce piştî meşê axivî, bal kişand ser kedxwariya li dijî jinê. 
 
DÊRSIM
 
Li Dêrsimê jî bi pêşengtiya Platforma Jinan a Dêrsimê çalakî hat lidarxistin. Jinên li Kolana Hunerê kom bûn, bi dirûşma “Ji bo îro, sibê û pêşerojê; ji bo maf û jiyana xwe; ji bo aştiyê, ji bo azadiyê, ji bo ji kedxwariyê re bibêjin na”, ber bi Qada Seyîd Riza ve meş li dar xist. Li vir daxuyanî hate dayin. Endama Platforma Jinan a Dêrsimê Elîf Yildizê bi bîr xist ku Gulistan Doku ji 5’ê Çileya 2020’an heta niha winda ye û xwest ku dozgerî tavilê faîlan bigire û civakê agahdar bike. 
 
Hevşaredara Dêrsimê Bîrsen Orhanê jî got ew dengê hemû jinên hatine qetilkirin in. Bîrsen Orhanê, îşaret bi fihûş û tiryakê kir û got ku dê destûrê nedin vê rizîbûnê. 
 
Wekîla DEM Partiyê Ayten Korduyê jî bal kişand ser şerê li Rojhilata Navîn û got ku ew ne mudaxileyên hêzên emperyal, ne jî rejîma molayan ne jî rejîma terîqetperest a Sûriyeyê qebûl nakin. Ayten Korduyê, diyar kir ku tevek jî jinan wekî amûr dibînin û ew li dijî vê zîhniyetê ne. Ayten Korduyê got ku niha dema jinê ye, dema xwebirêxistinkirinê ye û banga hevgirtin û yekitiyê li jinan kir. 
 
Mitîng, bi gerandina govendê bi dawî bû.
 
ÇEWLIG
 
Jinên bi pêşengtiya Tevgera Jinên Azad (TJA) li pêşiya Mizgefta Haci Xidir kom bûn, pankarta “Bijî 8’ê Adarê” hilgirt û bi dirûşmên "Jin, jiyan, azadî" û "Bijî berxwedana jinan" ber bi Qada Bajar ve meşiyan. Li vir daxuyanî hate dayin. Metna bi Tirkî Bera Duranê û ya bi zaravayê Kurdî Kirmanckî jî Pervîn Avîzê xwend. 
 
Di daxuyaniyê de hate gotin ku veguherîna civakî ya li Rojava bi pêşengtiya jinan û şoreşa jinê, nîşanî hemû dinyayê daye ka têkoşîna rêxistinkirî ya jinan dikare dinyayê çawa biguherîne. 
 
ÊLIH
 
Platforma Ked û Demokrasiyê ya Êlihê jî ji pêşiya Mîgrosê heta Parka Yilmaz Guney meş li dar xist. Di meşê de pankarta “Jin, jiyan, azadî" hate hilgirtin û dirûşmên “Bijî 8’ê Adarê, bijî piştevaniya jinan”, "Em bêdeng nabin, antirsin û serî natewînin”, "Jin, jiyan, azadî" û "Cînayetên jinan polîtîk in” hatin berzkirin. Piştî meşê, daxuyanî hate dayin. Hevseroka Şaxa Egîtîm Senê ya Êlihê Jale Dogan Yildizê di daxuyaniyê de got ku bi gotina “Malbata pîroz” re keda jinê tune tê hesibandin û got: “Parastina laîktiyê ya li dijî vê pergalê, di heman demê de prastina azadiya aborî û civakî ye. Bêyî laîktiyê wekhevî, bêyî wekheviyê jî azadî nabe.” 
 
Daxuyanî, bi dirûşma "Jin, jiyan, azadî" û gerandina govendê bi dawî bû. 
 
XARPÊT
 
Platforma Jinan a Xarpêtê jî li pêşiya PTT’a navendî kom bû. Gelek jin tev li çalakiyê bûn û ber bi Mala Mamosteyan ve meş li dar xist. Di meşê de dirûşmên “Cînayetên jinan polîtîk in” û "Jin, jiyan, azadî" hatin berzkirin. Piştî meşê daxuyanî hate dayin. Endama Platformê Esîn Coşkunê di daxuyaniyê de got ku li Tirkiyeyê her roj kêmanî sê jin tên qetilkirin û ev tişt anî ziman: “Ev cînayet, nîşaneya xemsariyê, kêmasiya polîtîkayê û necezakirina bipergal e. Bêcezatî û bêhiqûqtî, cisaretê didin faîlan. Peymana Stenbolê bi awayekî derhiqûqî hate betalkirin û gefên li dijî jiyana jinan giran dibin.” 
 
Daxuyanî, bi berzkirina dirûşman bi dawî bû. 
 
 
COLEMÊRG
 
Li Colemêrgê di çarçoveya 8'ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê de bi pêşengiya TJA'yê meşek hat lidarxistin. Meş, bi dirûşma “Bi berxwedanê azad dibin, civaka demokratîk dihonin” li pêşiya avahiya DEM Partiyê dest pê kir û heya sukê berdewam kir.Jinan di meşê de sloganên “Jin, Jiyan, Azadî” avêtin. Parlamentera DEM Partiyê ya Colemêrgê Oznûr Bartin û bi sedan jin beşdarî meşê bûn.
 
Piştî meşê Oznûr Bartin axivî û bi bîr xist ku Kurdan li hember erişên li ser Rojavayê bûne yek. Oznûr Bartin diyar kir ku dinya edî hebûna Kurdan nas dike û got: “Berxwedana Kurdan ya li Rojavayê hemû Kurdên cîhanê rakire ser pêyan. Em jî dixwazin yekbûyînê avabikin. Em wek Kurd, sed sale berxwedaneke bêhempa didin. Niha jinên Kurd pêşengiya civakê dikin.”
 
Meş û daxuyanî bi dirûşmên “Jin, Jiyan, Azadî” bi dawî bû.
 
TRABZON
 
Li navçeya Ofê ya Trabzonê, jinan cara yekem bi boneya 8’ê Adarê Roja Jinên Kedkar ên Cîhanê meşek li dar xistin. Jinên ku li ber Şaredariya Ofê li Meydana Ataturk li hev civiyan, pankarta "8’ê Adarê Roja Jinên Kedkar" hilgirtin û di Cadeya Cumhuriyetê de meşiyan. Di meşê de bi domdarî dirûşmên  "Bila çek bêdeng bibin, bila zarok nemirin", "Ji tundiya li ser jinê re na", "Em natirsin, em serî natewînin, em bêdeng namînin" hatin berzkirin.
 
Piştî meşê, li ser navê jinan Nokta Hacibektaşoglû axivî û ev tişt got: "Îro em bi îradeyekî ku nayê rawestandin li vir civiyan. Ji bo kesên ku digotin 'Jin li Ofê nameşin', 'Dengê jinan li Ofê dernakeve', me bersiva yekem di 25’ê Mijdarê de dabû, îro di 8’ê Adarê de bi hêztir û bi baweriyekî xurttir dubare dikin: Em li vir in. Em di her qada jiyanê de ne. 8’ê Adarê ne cejnek e, roja lêgerîna mafan e. Cihêrengiya di vê qadê de hêza me ya herî mezin e. Heta em mafên xwe bistînin, heta ku her xwişkek me di ewlehiyê de be, em ê li qadan bin."
 
EDENE
 
Platforma Jinan a Edeneyê bi dirûşma "Li dijî xizanî, tundî û şer em berxwedana xwe mezin dikin" li ber Onur Kebapê kom bûn û ber bi Qada Ugur Mumcu ve meşiyan. Polîsan xwestin jinên ku çenteyên bi nivîsa "Jin, jiyan, azadî" hilgirtine asteng bikin, lê bi hewildanên parêzeran jin derbasî qada meşê bûn. Jinên bi kincên xwe yên neteweyî û bi erbaneyan govend gerandin, bi dirûşmên "Jin, jiyan, azadî" û "Bijî Serok Apo", "Yek e yek e Kurdistan yek e" berz kirin û daxwazên xwe anîn ziman.
 
Li ser navê platformê Sevîl Araci daxuyaniyek da û bal kişand ser zêdebûna kuştina jinan û krîza aboriyê. Sevîl Araci daxwaz kir ku Peymana Stenbolê ji nû ve pêk bê û qanûna hejmar 6284 were sepandin.
 
Parlamnetera DEM Partiyê Perihan Koca, diyar kir ku jin li dijî qetl, tundiya mêr, xiazaniyê bi rêxistin dibin û got: "Li dijî vê taritiyê hêvî di têkoşîna hevpar a jinan de ye. Ji bo jiyanê em ê têkoşîna jinan xurt bikin."
 
MERSÎN
 
Rêxistina Partiya Kedê (EMEP) a Mersînê li navçeya Akdenîzê Parka Ozgur Çocukê daxuyaniyek da. Di daxuyaniyê de pankarta "Li dijî xizanî, tundî û şer em berxwedana xwe mezin dikin" hate hilgirtin. Seher Peşmer li ser navê partiyê axivî û diyar kir ku çavkaniya hemû tarîtiya li cîhanê û yên xizanî, qetlên jinan, şer heman pergal e û got: "Li dijî vê pergalê çareserî têkoşîna hevpar e."
 
Daxuyanî bi dirûşma "Jin, jiyan, azadî" ve bi dawî bû
 
ANTALYA
 
Li Antalyayê, Platforma Jinan a Antalyayê li Parka Aydin Kanza kom bûn, polîsan destûr neda ku pankartên bi kezî ya 8'ê Adarê derbasî qada Parka Aydin Kanza bibin. Jinên ji DEM Partiyê li dijî vê yekê nerazîbûn nîşan dan. Piştî meşa ber bi Qada Cumhuriyetê, daxuyaniya hevpar bi Kurdî û Tirkî hat xwendin. Jinan got: "Ev pargal li ser keda me bi hêz dibe û tundiyê, tirsê li me ferz dike, ev qad a jinên ku ked û mafê wan tê xwarin e. Em li vir in û em ê hebin!"
 
HATAY
 
Li navçeya Îskenderûn a Hatayê, Platforma Jinan a Îskenderûnê bi dirûşmên "Jin, jiyan, azadî",  "Ji şer re na, niha aştî" "Bijî hevgirtina jinan" meşek li dar xist. Piştî meşê endama platfromê Belgîn Ayrancî axivî û got: "8’ê Adarê ne roja şînê, roja serhildanê ye. Em hemû jinên ku ji bo civaka azadîxwaz, aştîxwaz û wekhevîxwaz têdikoşin dilav dikin." 
 
Herwiha li navçeya Dortyolê li avahiya Rêxistina DEM Partiyê ya Dortyolê daxuyaniyek hate dayîn.
 
ESKÎŞEHÎR
 
Li Eskîşehîrê bi pêşengiya Platforma Jinên Demokratîk a Eskîşehîrê, jin li ber Esparkê kom bûn û meş li hate lidarxistin. Di meşê de dirûşmên "Jin, jiyan, azadî", "Bijî hevgirtina jinan" hate berzkirin.  Di dema meşê de kesekî ku îdîa dikir ku ew endamê "Ulku Ocaklari" ye, êrîşî pankarta "Jin, jiyan, azadî" kir, lê jinan bi berzkirina heman dirûşmê bersiva êrişê dan.
 
Li ser navê platformê Berna Yildiz destnîşan kir ku jin ne tenê li dijî tundiya mêr, li dijî polîtîkayên talankirina xwezayê û şer jî têkoşîna xwe berdewam dikin û daneyên qetikirina jinan parve kir û ev tişt got: "Di sala 2025’an de herî kêm 299 jin û 64 zarok hatine qetilkirin. Mirina 471 jinan jî wekî 'biguman' di çapemeniyê de cih girt."  
 
Piştî daxuyaniyê jinan dirûşm berz kir û govend gerandin.
 
 
ENQERE
 
Bi pêşengiya Platforma Jinan a Enqereyê bi hezaran jin bi boneya 8'ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê li Cadeya Yukselê ya Enqereyê kom bûn. Jinan li vir pankarta “Li dijî tundî, şer û mêtingeriyê em sînorên têkoşînê derbas dikin” vekirin û bênavber dirûşmeyên, “Jin jiyan azadî”, “Em natirsin, bêdeng namînin û îtîat nakin”, “Bijî 8ê Adarê, bijî têkoşîna me ya rêxistinkirî”, “Kuştina jinan polîtîk e”, “Bijî piştevaniya jinan” û jinan li dijî kuştina jinan û desthilatiya zilam dengê xwe bilind kirin.
 
Piştre jî jin ji Cadeya Yukselê heta Cadeya Sakaryayê bi berzkirina dirûşmeyan meşiyan. Jinan di meşe de ji jinên Filîstîn, Îran û Rojava re jî silav şandin. Her wiha jinan navê jinên hatine qetilkirin xwendin û gotin li vir in. Jinan piştî meşê daxuyanî da.
 
Metna bi Kurmancî ya daxuyaniyê şanoger û aktivîsta Tevgera Jinên Azad (TJA) Nebahat Çalpan xwend. Nebahat Çalpan anî ziman ku jin dê pergala zilam a ked û hebûna jinan tunedihesinê biguherînin û got: “Îro li Tirkiyeyê mafên demokratîk ên herî bingehîn ên jinan ji aliyê hikûmeta AKP-MHP'ê ve tên desteserkirin. Îradeya jinan tê paşguhkirin.Em ê hem li dijî rêveberên tayînkirî yên li şaredariyan û hem jî li dijî rektorên tayînkirî yên li kampusan parastina îradeya xwe bidomînin. Em ê li dijî polîtîkayên hikûmeta AKP-MHP'ê yên ku bi pakêtên reforma dadweriyê sûcdaran diparêzin, li kolanan nerazîbûnên xwe zêde bikin.Em ê daxwaza bicîhanîna Qanûna Hejmar 6284 a li dijî şîdeta li ser jinan bi bandor bidomînin û daxwaza Peymana Stenbolê ji nû ve were bicîhkirin berdewam bikin.”
 
'TÊKOŞÎNA AZADIYA JINAN DÊ BERDEWAM BIKE'
 
Nebahat Çalpan destnîşan kir ku kuştina jinan ji aliyê dadweriya ji aliyê pergala zilam tê sereraskirin ve bê cezahiştin dimînê û axaftina xwe wiha domand: ” Divê ew kesên ku bi awayekî neqanûnî hevalên me yên ji SKM girtine vê yekê bizanibin; hûn ê tu carî nikaribin bi van êrîşan têkoşîna jinan û hevgirtina ku me bi berxwedan û qurbaniyên mezin ava kiriye rawestînin. Em careke din ji vir dibêjin: Em têkoşîna hemû girtiyên jin ên siyasî yên ku di girtîgehan de berxwedanê geş dikin silav dikin. Têkoşîna azadiya jinan dê berdewam bike, heta li derveyî girtîgehan jî. Hikûmeta , çawa ku îro êrîşî jinan dike, di heman demê de li dijî kesên LGBTQ+ siyaseteke nefretê ya sîstematîk dimeşîne. Ev polîtîkayên ku kesên LGBTQ+ krîmînalîze dikin û hewl didin hebûna wan bi rêya qedexeyan bitepisînin, beşek ji tarîtiyeke otorîter in ku ne tenê beşek, lê tevahiya civakê hedef digire. Lê divê were zanîn ku; hûn nekarin vê hebûnê bi qanûnên nefretê, qedexeyan û şîdeta polîsan ji holê rakin.”
 
'AZADÎ DÊ BI SER BIKEVE'
 
Nebahat Çalpan diyar kir ku desthilat dixwazê jinan tenê di malan de bihelê û mafên wan ên jiyanî ji holê rake. Nebahat Çalpan bi lêv kir ku li dijî tunehesibandina kêda jinan ew dê têkoşîna jinên kedkar bilind bikin û axaftina xwe bi van gotinan qedand: “Em bêdeng namînin.Em natirsin.Em îtaat nakin. Ji ber ku em jin:Hêza hevgirtinê,hêviya berxwedanê û rêya azadiyê pir baş dizanin. Îro em careke din dibêjin: Jin dê bi ser bikevin.Jiyan dê bi ser bikeve. Azadî dê bi ser bikeve.”
 
Daxuyanî bi Kurmancî, Tirkî û Erebî hat xwendin. Çalakî piştî daxuyaniyê li ber stranan bi dawî bû.
 
 
DÎLOK
 
Endamên Platforma Jinan a Demokratîk a Dîlokê, li Parka Yeşîlsu ya li navçeya Şahînbeyê hatin cem hev û ber bi Qada Balikliyê ve meşiyan. Di meşê de bi domdarî dirûşmên "Jin, jiyan, azadî" hatin berzkirin û dowîzên "Rojava şoreşa jinê ye", "Bijî tekoşîna jinan" hatin hilgirtin.
 
Endama Platformê Gul Fîdan Ozpolat, piştî meşê daxuyanî da û wiha got: "Em silavên xwe dişînin ji bo hemû jinên ku ji bo şert û mercên mirovî û ji bo mafê keda xwe li fabrîkayan li ber xwe didin. Herwiha em silav li jinên ku li Xezeyê, Rojava, Ûkraynayê, Îranê û Efxanistanê di bin mercên şer de hewl didin hebûna xwe biparêzin dikin."
 
'DI VÊ PERGALA QIRÊJ DE HER ROJ HERÎ KÊM JINEK TÊ QETILKIRIN'
 
Piştre Parlamentera DEM Partiyê Sebahat Erdogan Saritaş axivî û got: "Em li dijî vê hişmendiya mêrserwer a qirêj her roj serhildana xwe mezin dikin. Di şeran de jin ji civakê tên qutkirin û leşaê jinê dibe hedef. Em dibêjin ku em ne şer, aştiyê esas digirin. Di vê pergala qirêj de her roj herî kêm jinek tê qetilkirin û kujer piranî mêrên herî nêzîkî wan in. Îro li her çar aliyê cîhanê jin li qadan in. Dem dema jinê ye, dem dema azadiyê ye."
 
MELETÎ
 
Platforma Jinên Demokratîk a Meletiyê, bi boneya 8'ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê meşek li dar xist. Jinên ku li ber Mizgefta Paşakoşkê kom bûn, bi pankarta "Tuyê carî bi tenê nemeşî" û bi dowîzên "Bi bawerî û nasnameya xwe em hemwelatiya wekhev dixwazin", "Me porê xwe kire kezî, serhildana xwe kire azadî" û "Jin, jiyan, azadî" meşiyan.
 
Jinên ku bi erbaneyan meşiyan, meşa xwe li Qada 1'ê Gulanê bi dawî kirin. Jinan li vir bi govend, çepik, tîlîlî û dirûşman 8'ê Adarê pîroz kirin.
 
Nûçeyên Têkildar
Giliyê polîsên dest danîbûn ser pankarta 8’ê Adarê hate kirin
Giliyê polîsên dest danîbûn ser pankarta 8’ê Adarê hate kirin

Meclisa Jinan a DEM Partiyê ya Antalyayê, der heqê polîsên ku dest danîbûn ser pankarta 8’ê Adarê serlêdana sûc kir.

Peyama jinên serhedî ya 8'ê Adarê: Ev sedsal sedsala azadiya me ye
Peyama jinên serhedî ya 8'ê Adarê: Ev sedsal sedsala azadiya me ye

Jinên Serhedî yên ku tevli şahiya 8'ê Adarê bûn diyar kirin ku daxwaza wan ew ê ku azadiya fizikî ya Abdullah Ocalan bê misogerkirin û gotin: "Heke em li berxwe bidin em ê azad bibin û azad bikin."

Di mitînga Kadikoyê de ji bo jinên îranî peyam: Em bi we re ne
Di mitînga Kadikoyê de ji bo jinên îranî peyam: Em bi we re ne

Di mitînga 8’ê Adarê ya li Kadikoyê de ku bi hezaran jin tev li bûn, îşaret bi êrişên ser Îranê hate kirin û wiha hate gotin: “Jinên îranî bi sala ye li dijî rejîma molayan û hêzên emperyal-siyonîst têdikoşin û em bi têkoşîna wan re ne.”

Ji 8’ê Adarê wêneyên rengîn
Ji 8’ê Adarê wêneyên rengîn

Li gelek bajaran jinan 8’ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê îroz kir. Di çalakiyan de dîmenên rengîn derketin holê.

Çîgdem Kiliçgun Uçar: Azadiya jinan girêdayî hev e
Çîgdem Kiliçgun Uçar: Azadiya jinan girêdayî hev e

Hevseroka Giştî ya DBP’ê Çîgdem Kiliçgun Uçarê di mitînga 8’ê Adarê ya li Amedê de got: “Azadiya jinan, civakan û gelan girêdayî hev e.”