WAN - Jinên Serhedî yên ku tevli şahiya 8'ê Adarê bûn diyar kirin ku daxwaza wan ew ê ku azadiya fizikî ya Abdullah Ocalan bê misogerkirin û gotin: "Heke em li berxwe bidin em ê azad bibin û azad bikin."
Li Wanê Tevgera Jinên Azad (TJA), bi boneya 8’ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê, bi dirûşma “Em bi berxwedanê azad dibin, civaka demokratîk ava dikin” şahî li dar xist. Jinên Serhedî yên ku tevli şahiyê bûn, têkildarî azadiya fizikî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û êrişên li ser jinan axivîn.
Jina bi navê Kiymet Kiziltaşê, anî ziman ku ew ji bo ku azadiyê biqîrin li qadan in û wiha axivî: "Wek jin me ji vî şerî gelek êş kişand. Em dixwazîn ku ev xwîn êdî bê sekinandin. Divê ev pirsgirêka şer a heyî bê çareserkirin. Gelê kurd ne bêçare ne. Em dixwazin ku herkes bigihîje mafê xwe. Bila serokê me jî êdî berdin û her kes êdî bigihîje mafê xwe. Daxwaza me azadiya serokê me Abdullah Ocalan e. Em azadiya xwe di azadiya wî de dibînin."
Siyanet Kamaçê jî bal kişand li ser peyamên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û ji jinan daxwaz kir ku peyamên wî baş guhdar bikin û pêşengiya pêvajoyê bikin û got:" Em ji bo azadiya xwe û azadiya Serokê xwe hatine vir. Em ji bo doza xwe li vir in. Em mafê xwe dixwazin, em perwerdehiya bi zimanê dayikê dixwazîn. Divê her jin bi baldarî gotinên rêzdar Abdullah Ocalan guhdar bike û baş têbigihîjê. Îro em bi saya wî ji bo azadiya xwe têdikoşin. Ji ber vê divê em her tim bi wî re bin û li gel wî tebikoşin."
'SEDSALA AZADIYA ME YE'
Narinç Karakaya jî daxwaz kir ku azadiya fizikî ya Abdullah Ocalan tavilê bê misogerkirin û got:" Em ji bo azadiya xwe li vir in û daxwaz dikin ku Serokê me Abdullah Ocalan jî azad bibe. Em naxwazin ku jin bên qetilkirin. Em daxwaza azadiya zimanê xwe û nasnameya xwe dikin. Sedsala 21'emîn dê bi sedsala azadiya jinan. Em ê di vê sedsalê de azadiya xwe, serkeftina xwe bi dest bixin. Em êdî naxwazin bên kuştin."
Bahar Abî anî ziman ku divê her jinek li dijî qetilkirina jinan dengê xwe bilind bikin û got: "Bila êdî jin neyên qetilkirin. Em jin aligirên aşitiyê ne. Ji ber wê jî daxwaza azadiya Serokê xwe dikin. Em jî dixwazin ku li ser axa xwe azad bijîn. Em jî wekî her kesî daxwaz dikin ku li ser axa xwe bi Serokê xwe re azad bijîn."
'EM LI BERXWE BIDIN EM Ê SERBIKEVIN'
Rojîn Mayida wiha axivî: "Em jin her sal tên qetilkirin. Destdirêjiyê keziyên me û laçikên me dikin. Jin jiyan e, jin azadî ye. Em jin li kîjan bajarî bin, li kîjan kolanan bin û li ku dera cîhanê bin divê em li berxwe bidin. Em li berxwe bidin em ê bi serbikevin, em ê azad bikin û azad bibin."
Hemra Kiziltaşê jî ev ev tişt got:" Em naxwazîn ku êdî jin bên qetilkirin. Em dixwazîn ku bigihîjin heqê xwe. Ji bo bidestxistina mafê xwe divê jin bêtir li berxwe bidin."
Fazîle Kiziltaşê diyar kir ku divê jin têkoşîna xwe xurtir bikin û got: Jinên kurd tu caran serî natewînin û her tim berxwedêr in. Cîhan li ser jinan ava bûye û ji ber wê jî heta ku jin azad nebin azadiya gelan û civakan jî ne pêkan e. Ji ber vê her tim jinan qetil. Azadî jî û aştî jî bi jinan pêkan e."
MA / Zeynep Durgut - Ozlem Yacan