Li Kobanê ji ber dorpêçê pirsgirêka tendurustiyê zêde bûye

Parve bike:

WAN - Ji ber ku dorpêça li ser Kobanê bi tevahî nehatiye rakirin, gihîştina tenduristiyê zehmet dibe. Tê gotin ku heke dorpêç neyê rakirin, dê pirsgirêkên girantir rû bidin.

 
Êrişên ku HTŞ, DAIŞ û komên girêdayî Tirkiyeyê di 6’ê Çileyê de li dijî Rojavayê dabûn destpêkirin, li Kobanê veguherî dorpêçê û ev dorpêç hêj bi tevahî nehatiye rakirin. Ev rewş hem pergala tenduristiyê asteng dike hem jî ji ber nebûna ava paqij dibe sedema belavbûna nexweşiyan. Nûnerê Weqfa Mafên Mirovan a Tirkiyeyê (TÎHV) yê Wanê Huseyîn Yavîç li ser mijarê axivî û got: “Ji bo çareseriyê, divê şer tavilê bi dawî bibe, şert û mercên guncav ên stargehê werin amadekirin û gihîştina xwarin, av û pêdiviyên bingehîn were dabînkirin.”
 
‘DI GIHÎŞTINA TENDURISTIYÊ DE ASTENGIYÊN MEZIN HENÊ’
 
Huseyîn Yavîç diyar kir ku dorpêç bi tevahî nehatiye rakirin û ev yek dibe sedema koçberiyê û wiha pê de çû: “Bi pêvajoya şer a li Kobanê û herêma Rojavayê re, Kobanê ket bin dorpêçê. Ev dorpêç hêj bi temamî nehatiye rakirin. Ji ber şer û koçberiya ji herêmên din, nifûsa Kobanê zêde bû û krîzek derket holê. Binesaziya tenduriistiyê ya Kobanê zirarekî mezin dît. Nexasim di peydakirina dermanên bingehîn û alavên tibî de krîzekî giran heye. Ji ber ku depoyên dermanan vala bûne û derman nayên veguhestin, pêvajoyên tedawiyê bi neyînî bandor dibin.”
 
‘JINÊN DUCANÎ Û ZAROK DI XETEREYÊ DE NE’
 
Yavîç bal kişand ser jiyana zarokan û rewşa jinên ducanî û wiha axaftina xwe domand: “Ji ber ku xizmetên tendurustiyê di şert û mercên asayî de nayên dayîn, bandora herî mezin li ser zarok û jinên ducanî dibe. Li gorî agahiyên ku Heyva Sor û saziyên din ên serbixwe dane, zarokên ku ji ber nebûna tedawiyê jiyana xwe ji dest dane hene. Ji ber nebûna ava paqij, nexweşî derketine holê. Herwiha şopandina nexweşiyên kronîk û pêvajoya zayînê ya bi xeternak bûye pirsgirêkekî mezin. Li deverên ku ewlehî tune ye, gihîştina mirovan a ji bo saziyên tendurustiyê ne hêsan e. Nexasim gihîştina kesên kal ên nexweşiya wan a kronîk heye, hatiye astengkirin.”
 
‘DIVÊ DORPÊÇ WERE RAKIRIN’
 
Yavîç destnîşan kir ku divê mercên ewle were avakirin û wiha axaaftina xwe bi dawî kir: “Pêdivî bi vekirina korîdorekî alîkariyê heye da ku ji deriyên sînor ên herî nêz alîkariyên bingehîn derbasî Kobanê bibin. Divê bi lez derman werin şandin, binesaziya saziyên tenduristiyê were nûkirin û amûrên tibî werin peydakirin. Heke ev dorpêç neyê rakirin, dibe ku em li Kobanê bi krîzekî hîn kûrtir re rû bi rû bimînin. Bi bidawîbûna şer û dabînkirina pêdiviyên bingehîn, ev pirsgirêk dê çareser bibin.”
Nûçeyên Têkildar
Waliyê Hesekê û Cîgirê Fermandarê Giştî yê Hêzên Ewlekariya Hundir çûn Şamê
Waliyê Hesekê û Cîgirê Fermandarê Giştî yê Hêzên Ewlekariya Hundir çûn Şamê

Waliyê Hesekê û Cîgirê Fermandarê Giştî yê Hêzên Ewlekariya Hundirîn, ji bo pîrozkirina Newrozê çûn Şamê.

Li Qamişlo û Hesekê Newroz hat pîrozkirin
Li Qamişlo û Hesekê Newroz hat pîrozkirin

Li Hesekê û Qamişloyê agirê ewil ê Newroza 2026'an hat vêxistin.

Salih Muslim ji hêla hezaran ve hate oxirkirin
Salih Muslim ji hêla hezaran ve hate oxirkirin

Endamê Desteya Hevserokatiyê ya PYD’ê Salih Muslim, li cem kurê xwe Şervan Muslim ê di şerê li dijî DAIŞ’ê de jiyana xwe ji dest dabû hate definkirin.

Ji bo Salih Muslim merasîm hat lidarxistin: Em soza xwedîderketina li têkoşîna wî didin
Ji bo Salih Muslim merasîm hat lidarxistin: Em soza xwedîderketina li têkoşîna wî didin

Ji bo endamê Desteya Hevserokatiyê ya PYD’ê Salih Muslim, li bajarê Qamişloyê merasîm hat lidarxistin. Di merasîmê de soz domandina têkoşîna Muslim hate dayin.

Avahiya Ronahî TV’yê bi temamî şewitî
Avahiya Ronahî TV’yê bi temamî şewitî

Li navenda Ronahî TV’yê ya li Qamişloyê şewat derket û avahî bi temamî şewitî.