ÎDIR - Endama Şandeya Îmraliyê Pervîn Buldan di pîrozbahiya Newrozê ya Îdirê de axivî û got: “Em êdî dikevin pêvajoya ku dê hevalên me yên girtî bên berdan. Bi avêtina gavên pratîk re dê hevalên me bên berdan.”
Li Îdirê bi dirûşmên “Newroza azadî û yekitiya demokratîk” û “Newroza azadî û demokrasiyê” Newroz hate pîrozkirin. Gelek kes tev li pîrozbahiyê bûn. Beşdarên jin û ciwan bi cil û bergên Kurdî û herêmî tev li bûn. Tevî baranê jî tevlibûneke xurt hebû. Flamayên bi rengên kesk, sor û zer ên welatiyan bi xwe re anîn, bi hinceta “qedexe” hatin astengkirin. Pîrozbahî, bi deqeyek rêzgirtinê dest pê kir. Piştre jî endama Komîteya Amadekar a Newrozê Alya Akkuş axivî.
Li qadê gelek caran dirûşmên "Bijî Serok Apo" û "Jin, jiyan, azadî" hatin berzkirin. Wekîlê DEM Partiyê yê Îdirê Yilmaz Hun di mitîngê de got: “Kurdan, li dijî derdorên wan tune dihesibînin û zilmê lê dikin, yekitiya xwe ya neteweyî ragihand. Kurdan hev girt û êdî kesek nikare yekitiya me xera bike. Li Rojhilata Navîn şer heye. Her kes dipirse, ‘gelo dê Kurd seknekî çawa raber bikin?’ Em jî li vir bi aşkerayî dibêjin; em ê di rêya sêyemîn a Abdullah Ocalan diyar kiriye de bimeşin û azadiya xwe bi dest bixin. Helwesta me ev e.”
'NEWROZ DESTPÊKEKE NÛ YE’
Wekîlê Îzmîrê Îbrahîm Akin jî anî ziman ku Newroz destpêkeke nû ye, sembola serhildan û berxwedanê ye. Akin, ew bi berxwedana şoreşger Kawayê Hesinkar aştiyê ava dikin û got: “Em di pêvajoyeke zehmet de ne. Bi înîsiyatîfa birêz OCalan deklarasyonek hate weşandin. Em dixwazin êdî il ser aştiyê biaxivin. Lewma ev pêvajo pir girîng e. Em ji vir hezaran silavan ji birêz Ocalan re dişînin. Em dixwazin xaka kesekî neyê dagirkirin û gel bi hev re azad bijîn.”
Endama Şandeya Îmraliyê Pervîn Buldan jî silavên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji gel re got û wiha domand: “Di serdana ewil de ez ê silavên we jî ji birêz Ocalan re bibêjim. Salih Muslim îro li Kobanê hate definkirin. Xwedê rehma xwe lê bike û serê gelê Kobanê û gelê Kurd sax be.”
SPASIYA HEMÛ AKTORÊN DI PÊVAJOYÊ DE CIH DIGIRIN KIR
Pervîn Buldanê, da zanîn ku gelê Kurd di tevahiya dîrokê de tune hatin hesibandin lê Kurdan tu caran dev ji daxwazkirina mafên xwe berneda. Pervîn Buldanê got ku êdî pêvajoyeke dê dayik êdî negirîn, zarokên wan nemirin dest pê kiriye. Pervîn Buldan ji ber pêvajoyê spasiya Bahçelî, Erdogan, Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û hemû kesên di pêvajoyê de cih digirin kir û got êdî ketine serdemeke pêşengtî ji aştiyeke birûmet re tê kirin.
QANÛNÊN ENTEGRASYONA DEMOKRATÎK
Di berdewamê de Pervîn Buldanê destnîşan kir ku êdî derbasî qonaxeke nû bûne û dê pêvajoyeke nû dest pê bike. Pervîn Buldan, wiha got: “Em dikevin pêvajoya qanûnên entegrasyona demokratîk. Ji bo ev bikeve meriyetê divê gavên şênber û pratîk bên avêtin. Ji bo vê em banga peywirê li Meclisê dikin. Çavê her kesî li gavên dê piştî cejnê bên avêtin. Em li bendê ne ku piştî rapora Komîsyona Meclisê hat, êdî bibin qanûn. Hewceye her kes xwedî li pêvajoyê derkeve. Em êdî dikevin pêvajoya ku hevalên me yên girtî tên berdan. Bi avêtina gavên pratîkî dê hevalên me azad bibin. Ji qeyûman heta gelek sernavên din bendewariyên me hene. Gelê Kurd dixwaze hemû mafên xwe bi dest bixe. Jin êdî naxwazin bên qetilkirin. Jin dê di vê pêvajoyê de mafên xwe bi dest bixin. Wekî birêz Ocalan jî got ‘Jin, hêza herî sereke ya pêvajoya entegrasyona demokratîk in.’ Em êdî şer naxwazin. Em dixwazin şerê li Îranê jî bisekine û muzareke bên destpêkirin. Aştî ji her tiştekî watedartir e.”
'PÊVAJO DÊ BI SERKEFTINÊ ENCAM BIBE’
Pervîn Buldanê got ku dê pêvajoyê bi serkeftinê encam bikin û got: “Em ji xwe bawerin ku dê aştiyê bînin welat. Newroz, dê bibe wesîleya aştî û xwişk-biratiyê.”
Piştî axaftinan, agirê Newrozê hate vêxistin. Piştre Koma Aryen derket se dikê û pîrozbahî bi gerandina govendê domiya.