Rêberê Dêrê Guvener ji bo Newroza Amedê banga tevlibûnê kir

Parve bike:

AMED - Rêberê Dêra Protestan a Amedê Ahmet Guvener, bal kişand ser girîngiya dîrokî ya Newroza Amedê û diyar kir ku tevlîbûnekê xurt a ji bo Newrozê, dê bibe tevkariyekê mezin ji bo pêvajoya aştiyê.

Rêberê Dêra Protestan a Amedê Ahmet Guvener, banga tevlîbûna Newrozê kir ku îsal tê payîn li herî kêm 53 navendan bi girseyî were pîrozkirin. Guvener diyar kir ku ew ê daxwazên xwe li qadên Newrozê biqîrin. Guvener anî ziman ku Newroz ji bo gelan mizgîniya biharê ye û di biharê de hêvî geş dibin û îro hewcedariya herî mezin bi vê yekê heye. Guvener destnîşan kir ku ew gelek caran tevlî pîrozbahiyan bûye û Newroz bi coşa cejnên berê, bi coşekê mezin tên pîrozkirin.
 
ROJA KU DAXWAZ TÊN ZIMAN
 
Guvener anî ziman ku Kurd di Newrozan tenê pîrozbahî û şahiyê nakin, di heman demê de daxwazên xwe jî tînin ziman, lewma Newroz ji bo Kurdan rojekê polîtîk e û ev tişt got: "Newroz cihê daxwazan e, daxwaz lê tên ziman. Helbet rojekê siyasî ye, lê ji bo ciwanan jî rojek e ku bi hevalên xwe re govendê digirin, şahînatê dikin û soza 'Salek din em dîsa li vir bicivin' didin hev. Lê ji bo siyasetmedaran bi rastî jî pencereyek heye. Heke derî ne be jî, herî kêm ev pencere fersendek e ku em dengê xwe bidin bihîstin. Em jî perçeyekî vî welatî ne. Kurd dibêjin, 'Di mijara aborî, nasname û ziman de daxwaza me ya qebûlkirinê heye'. Dema mirovên li rojavayê welat vê fêm nakin, Kurd xemgîniya nefêmkirinê dijîn."
 
Güvener bal kişand ser Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk û got: "Em dua bikin da ku ev pêvajo bibe mîna ronahiya li dawiya tunelê. Ez hêvî dikim Newrozên salên pêş, bi coşa cejnê de be ku hemû nasnameyên etnîkî werin cem hev. Niha em wek Xiristiyan jî di vî welatî de di nava têgeha hemwelatiyiya wekhev de cih nagirin. Heke gel û bawerî di vî welatî de ji wekheviyê sûdê bigirin, wê demê cejn dê bi rastîn werin jiyîn."
 
CEJNA VEJÎNÊ
 
Guvener diyar kir ku her çend ne rojekê polîtîk be jî, wekî Cejna Newrozê ya Kurdan, Cejna Vejînê ya Xiristiyanan jî heye û wiha pê de çû: "Îsa Mesîh roja Înê tê darexaçkirin, roja Yekşemê vedije. Wê demê em wê vejînê pîroz dikin. Ew jî dikeve dawiya Adarê an jî serê Nîsanê. Em jî qala wateya cejnê dikin. Em dibêjin 'Hêvîdar im ev cejn ji bo her kesî bibe wesîleya aştiyê'; piştre em daxwazên me tînin ziman. Ev jî nîşan dide ku heman hewcedarî derdikeve holê."
 
BANGA TEVLIBÛNA NEWROZA AMEDÊ
 
Guvener banga tevlibûna Newroza Amedê kir û wiha axaftina xwe bi dawî kir: "Heke li wir tevlibûnekê ku biratiyê xurt dike û derdixe pêş hebe, ez bawer dikim ku dê lez û enerjiyê bide pêvajoya çareseriyê. Beşdariya nêzî mîlyonek mirovî, dê cesaretê bide siyasetmedaran jî. Lewra pêvajoya çareseriyê heye. Heke siyasetmedar bibinin ku gel di pêvajoya çareseriyê de piştgiriyê dide wan, ev ê hêviyê bide siyasetmedaran."
 
MA / Rûkiye Payîz Adiguzel
Nûçeyên Têkildar
Li Şirnexê piştî Newrozê meşeke girseyî hat lidarxistin
Li Şirnexê piştî Newrozê meşeke girseyî hat lidarxistin

Pîrozbahiya Newrozê ya Şirnexê ku bi deh hezaran kes tev li bû, bi gerandina govendê bi dawî bû. Piştî pîrozbahiyê jî meşeke girseyî hat lidarxistin û dirûşm hatin berzkirin.

Newroza Wanê bi dawî bû
Newroza Wanê bi dawî bû

Pîrozbahiya Cejna Newrozê ya Wanê ku tevî hewayê sar û baranê jî bi beşdariya sed hezaran hat lidarxistin, bi dawî bû.

Bi wêneyan Newroza dîrokî ya Wanê
Bi wêneyan Newroza dîrokî ya Wanê

Wanê, îsal şahidiya yek ji Newrozên herî qelebalix kir. Tevî hewayê sar û baranê jî bi sed hezaran kes tev li pîrozbahiyê bûn. Qad tije bû û coşa Newrozê zêde bû.

Newroza Stenbolê bi konsera Koma Amed bi dawî bû
Newroza Stenbolê bi konsera Koma Amed bi dawî bû

Pîrozbahiya Cejna Newrozê ya Stenbolê ku bi sed hezaran kes tev li bû, bi stranên Koma Amedê bi dawî bû.

Newroz li Konyayê bi coşeke mezin hat pîrozkirin
Newroz li Konyayê bi coşeke mezin hat pîrozkirin

Kurdên li Konyayê ji bo pîrozbahiya Cejna Newrozê kom bûn, Newroza xwe bi coşeke mezin pîroz kir. Li qada Newrozê bênavber dirûşma “Bijî Serok Apo” hate berzkirin.