Li dijî Bexda û Kerkûkê êriş hate kirin

Parve bike:

NAVENDA NÛÇEYAN - Tabûra Heşdî Şebî ya li navçeya Dubizê ya Kerkûkê hate bombebarankirin. Li Bexdayê jî Konsolosxaneya DYA’yê bi dron û moşekan hedef hate girtin. 

 
Balafirên şer ên DYA’yê, şevê din Tabûra 40’emîn a Heşdî Şebî ya li navçeya Dubiz a Kerkûkê bombebaran kir. Têkildarî encamên canî û madî agahî nehatin parvekirin. 
 
Li hêla din, Konsolosxaneya DYA’yê a li Bexdayê jî bi dron û moşekan hedef hate girtin. Hat zanîn ku pergala parastina hewayî C-RAM’ê hewl da moşekan û dronan îmha bike lê moşekek gihiştiye hedefa xwe û li konsolosxaneyê şewat derketiye. 
 
Têkildarî encamên canî û madî agahî nehatin parvekirin. 
 
Nûçeyên Têkildar
Trump: Naxwazim agirbestê bikim
Trump: Naxwazim agirbestê bikim

Serokê DYA’yê Donald Trump îdia kir ku Îran serûbin kirine û got: “Naxwazim agirbestê bikim.”

Di bombebarana li Tebrîzê de 13 endamên Besîcê hatin kuştin
Di bombebarana li Tebrîzê de 13 endamên Besîcê hatin kuştin

Di encama êrişa DYA-Îsraîlê ya li dijî noqteyee li bajarê Tebrîzê de ji hêza milîsan (besîc) ên rejîma Îranê 13 jê hatin kuştin.

Pisporê Rojhilata Navîn: Li Îranê konfederalîzma demokratîk dikare bibe rêya sêyemîn
Pisporê Rojhilata Navîn: Li Îranê konfederalîzma demokratîk dikare bibe rêya sêyemîn

Pisporê Rojhilata Navîn Îslam Ozkan diyar kir ku êrişên DYA-Îsraîlê yên li ser Îranê dê ji bo gelê Îranê aştî û demokrasiyê neynin û got: “Ji bo gelê Îranê çareserî ne destwerdana DYA’yê ye, li ser bingeha konfederalîzma demokratîk rêya sêyemîn dikare bibe alternatîf.”

Li dijî baregehên leşkerî yên Iraqê êriş hate kirin
Li dijî baregehên leşkerî yên Iraqê êriş hate kirin

Li dijî baregeha leşkerî ya artêşa Iraqê ya li navçeya Mexmûrê ya Mûsilê êriş hate kirin.

Îsraîlê êrişî Lubnanê kir: 7 kes hatin kuştin
Îsraîlê êrişî Lubnanê kir: 7 kes hatin kuştin

Îsraîlê li dijî paytexta Lubnanê Beyrûdê êrişên hewayî kir û di êrişan de 7 kesan jiyana xwe ji dest dan û 21 kes jî birîndar bûn.