ENQERE - Parlamenterên DEM Partiyê ji bo girtiyê ji sedî 76 astengdar Devrîm Ayik û ku dema sewqkirina nexweşxaneyê ji aliyê cendirmeyan ve tundî lê hatibû kirin, serî li ÎHÎK’ê dan.
Parlamenterên Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Newroz Uysal, Bêrîtan Guneş Altin, Omer Faruk Hulaku û Serhat Eren, ji bo girtiyê ji sedî 76 astengdar Devrîm Ayik ê ku dema sewqa nexweşxaneyê de ji aliyê cendirmeyan ve bi fîzîkî û û bi gotin tundî lê hatibû kirin, serî li Komîsyona Lêkolîna Mafên Mirovan (ÎHÎK) a Meclisê dan.
Hate ragihandin ku Ayik ê ku li Girtîgeha Tîpa S a Antalyayê tê ragirtin, di 12’yê Adarê de sewqî Nexweşxaneya Perwerde û Lêkolînê ya Antalyayê hatiye kirin û ji ber ferzkrina bi kelemçe qebûl nekririye cendirmeyan bi awayekî fîzîkî û bi gotin tundî lêkiriye. Di serlêdanê de hate diyarkirin ku Ayik di pêlikan de hatiye kaşkirin.
SER HIŞÊ XWE ÇÛ
Di serlêdanê de hate diyarkirin ku Ayik li dijî tundiyê dirûşma “Rûmeta mirovahiyê dê îşkenceyê têk bibe û cendirme jî Ayik kişkişandî cihekî bê kamera û wî derb kirine. Herwiha di serlêdanê de hate destnîşankirin ku Ayik bi nexweşiya rûviyan e û cendirmeyan zik û serê wî dane ber pêhînan û Ayik ji ber êşê ser hişê xwe çû.
ÎŞKENCEYÊ DI RAPORÊ DE CÎ GIRT
Di serlêdanê de hate diyarkirin ku Ayik, birine girtîgehê û piştî rewşa wî xirab bûye wî rakirine Nexweşxaneya Dewletê ya Doşemealti û li vir jî hatiye derbkirin û wiha hate gotin: “Girtiyek ji ber daxwaza bikaranîna mafê tenduristiyê hatiye îşkencekirin ev yek ne binpêkirinek şexsî ye binpêkirina, binpêkirina mafê jiyanê yên di bin çavdêriya dewletê ye. Îşkence li gorî qanûna neteweyî û navneteweyî hatiye qedexekirin. Girtiyê nexweş dema sewqkirina li nexweşxaneyê hatiye derbkirin û tedawiya bi kelemçe lê hatiye ferzkirin êv yek bi awayekî aşkera binpêkirina rûmeta mirov û hiqûqa dewletê ye.”
DAXWAZ LÊKOLÎN Û LÊPIRSÎNÊ
Di serlêdanê de hate gotin ku li dijî girtiyên nexweş sepanên xirab û îşkence bi awayekî sîstematîk tê kirin û divê îşkenceya li dijî Ayik bê lêkolînkirin û der heqê cendirmeyan de lêpirsîna îdarî û edlî bê destpêkirin.