PJAK: Hêzên şoreşger dikarin hevsengiyê biguherînin
- Rojane
- |
- 18 Nîsan 2026 16:13
- |
NAVENDA NÛÇEYAN - Berdevkê PJAK’ê Rêbwar Awdanan ragihand ku nabe her tişt di nava du vebijêrkên şer an jî lihevkirina di navbera hêzên cîhanî û Îranê de were sînordarkirin, civak û rêxistinên şoreşger dikarin di kêliyekê de dakevin qadan û hevsengiyê biguherînin.
Berdevk û Endamê Meclisa Rêveber a Partiya Jiyana Azad a Kurdistanê (PJAK) Rêbwar Awdanan, der barê rewşa niha ya Îranê de, li ser medya dîjîtal X’ê peyamek belav kir.
Rêbwar Awdanan di peyama xwe de bal kişand ser geşedanên dawî û diyar kir ku sînordarkirina her tiştî ya di navbera şer an lihevkirina hêzên cîhanî û Komara Îslamî ya Îranê de, nêrînek şaş û qederparêzane ye. Di dewama peyama xwe de Rêbwar Awdanan destnîşan kir kir ku aktorên siyasî û hêza sêyemîn hene, civak û rêxistinên şoreşger ên pêşeng dikarin bi nêrînên serbixwe û vîna xwe ya azad, di kêliyeke diyarker de dakevin qadan û hemû hevsengiyan biguherînin.