Du malbat û êşa hevpar: Em ê dev jê bernedin

Parve bike:

DÊRSIM - Nîzamettîn Kabaîş çû serdana malbata Gulistan Dokuyê, bal kişand ser bêhiqûqtiyên di bûyerên Gulistan Doku û keça wî Rojîn Kabaîşê de û got: “Em ê dev jê bernedin.” 

 
Ji 13 kesên di çarçoveya lêpirsîna Gulistan Dokuyê de hatin binçavkirin 10 jê hatin girtin û waliyê demê yê Dêrsimê Tuncay Sonel û serbijîşkê demê yê Nexweşxaneya Dewletê ya Dêrsimê Çagdaş Ozdemîr jî hêj di bin çavan de ne. Malbata Doku li pêşiya edliyeyê û bavê Rojîn Kabaîşê Nîzamettîn Kabaîş ku keça wî li Wanê bi awayekî guman jiyana xwe ji dest dabû hate serdana malbatê. Bav Nîzamettîn Kabaîş, di dema serdanê de bênavber wêneyê keça xwe di destê xwe de girt. 
 
‘EM Ê DEV JÊ BERNEDIN’ 
 
Kabaîş, careke din daxwaza xwe ya edaletê anî ziman û got: “Meclis bila me temaşe bike û destê xwe deyne ser wijdana xwe. Hêj malbatên mexdûr ên cuda jî hene. Di van du salan de me êşên giran kişandin. Di lêpirsîna me de rektorî rê li ber gumanên mezin vekir. Xizmê rektor e, tiliya wî tê de heye dizanim. Ji liv û tevgerên wî diyar e. Nehate şînê. Me zaroka xwe emanetî we kir. Dê we bigota ‘ev zarokên me ne.’ Lêbelê der heqê Rojînê de yek gotinek jî nekir. Heman tişt di mijara Gulistan Dokuyê de jî çêbû. Em ê dev jê bernedin.” 
 
ÊŞA ZAROKAN A HER DU MALBATAN 
 
Di vê navberê de dayika Gulistan Dokuyê Bedriye Doku hate cem bav Kabaîş û dema digiriya bi gotina “Derdê van erdan yek e” hev hembêz kirin. Bav Kabaîş wiha dom kir: “Ev malbat bû 6 sal êşê dikişîne. Belkî bi sedan caran di van rêyan de hatin û çûn. Em jî di heman rewşê de ne. Em jî diçin Wanê û tên û êşê dikişînin. Lê ev ne bi ser guhê walî ne jî ya rektor de ye. Dozgerê ewil tu tiştek nekir. Dozgerê duyemîn jî di 6 mehên destpêkê de hinek baş bû. Hinek tişt kir. DNA hatin tespîtkirin lê wî jî tiştek nekir. Di halê hazir de niha tu tiştek nayê kirin. Ev 6 meh in di dosyaya Rojîn Kabaîşê de tu kirariyek nayê kirin. Dosya hatiye sekinandin. Tenê dibêjin li benda vekirina telefonê ne. 
 
Waliyê Wanê piştgirî dida rektor û zanîngehê. Ji min re digot ‘Keça te întîhar kiriye, tu sûcê zanîngehê nîne.’ Piştî otopsiyê jî min keça xwe di ambulansê de dît. Li min diqîriya û digot ‘Keça te întîhar kiriye.’ Xwedî li zarokên me derneketin û ser re jî êşa me girantir dikin. Dibêjin ‘Na întîhar kiriye.’ Ev malbat bû 6 sal li vir êşê dikişîne. Xwelî li serê we be. Dema min daxuyaniya Wezîrê Dadê guhdarî dikir hêsir dibarand. Kî dibe bila bibe bila ‘mertalê destnedanê’ çênekin. Îşala dê di lêpirsîna me de jî rastî derkevin holê. Bila ya me jî bê ronîkirin. DNA’yên du zilaman hene. Heman tişt li Gulistan Dokuyê hate kirin.” 
 
‘EZ HESTIYÊN KEÇA XWE DIXWAZIM’
 
Piştre jî dayik Bedriye Doku axivî û wiha bang li serokkomar û wezîrê dadê kir: “Ez hestiyên keça xwe dixwazim. Dema tiştên bi serê keça min anîn dibêjin, em şerm dikin. Îşala kujerên keça we (Nîzamettîn Kabaîş) jî bên dîtin. Îşala cezayê muebbetê li wan jî were birîn.” Xwişka Gulistan Dokuyê Aygul Dokuyê jî got: “Baweriya me heye ku dê kêla gora wê jî bibînin. Em di wê baweriyê de ne ku dê cezayê herî giran li wan jî were birîn.”