Li Qoserê meşa li dijî tiryakê
- Rojane
- |
- 19 Nîsan 2026 16:11
- |
MÊRDÎN - Platforma Şiyar be! Têkoşîna li Dijî Tiryakê ya Mêrdînê, li Qoserê li dijî tiryak û fihûşê meş li dar xist.
Platforma Şiyar be! Têkoşîna li Dijî Tiryakê ya Mêrdînê, li Taxa Ataturkê ya navçeya Qoserê ya Mêrdînê meşek li dar xist. Di meşa girseyî de pankarta “Ne jehrê hêviyê hembêz bike” hate hilgirtin. Di meşê de gelek caran dirûşma “Na ji tiryakê re” hate berzkirin.
Ji rêveberên DEM Partiyê ya Mêrdînê Dîlan Koç piştî meşê axivî û got ku temenê tiryakkêşên li herêmê heta 9 saliyê ketiye û got ku ev êdî ne pirsgirêkeke şexsî ye. Dîlan Koçê wiha domand: “Ev di heman demê de pirsgirêka pergalê ye. Tiryak û fihûş ji wan sûcên li dijî rûmeta mirovahiyê û civakê hatine kirin in. Pergala kapîtalîst vê rizîbûnê weke rewşekî xwezayî nîşan dide. Yek ji pirsgirêka herî girîng a civakê jî nerêxistinbûn e. Civakên li ser esasên rast xwe birêxistin kirin, dikarin van pirsgirêkên kûr çareser bikin.”
'RÊXISTINIYA CIVAKÎ ŞERT E’
Rêveberê Şaxa SES’ê ya Mêrdînê Mucahît Cehveroglû jî îşaret bi pirsgirêkên weke tiryak, xizanî û fihûşê kir û got: “Çareseriya van pirsgirêkan, bi rêxistiniya civakî pêkan e. Hewceye pêvajoya jinûveavakirina civakê li ser bingeha nirxên exlaqî were birêxistinkirin û bike ku ciwan û civak dîsa li cewhera xwe vegere.”