Jinan li perava Gemlîkê gul û name avêtin behrê
- Rojane
- |
- 19 Nîsan 2026 17:07
- |
BURSA - Jinên ku ji bo azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Oclan meşiyan, gul û name avêtin Behra Marmarayê.
Bi sedan aktîvîstên Tevgera Jinên Azad (TJA) ve bi armanca azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û çareseriya pirsgirêka Kurd duh ji bajarên Tirkiyê û Bakurê Kurdistanê hatibûn Gemlîkê, di ketina navçeyê de bi hinceta ku ketin û daketina navçeyê ji hêla Walîtiya Bursayê ve ji bo hefteyekê hatiye qedexekirin, jinan li dijî vê yekê ketina Gemlîkê meş li dar xistin û paşê daxuyanî dan. Jinan xwest ku demildest hiqûqa pêvajoyê bê afirandin û şert û mercên azadiya fîzîkî ya Abdullah Ocalan bên amadekirin.
Komeke jinan piştî daxuyaniyê ketin navçeya Gemlîkê û ji bo ku silavên xwe ji Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re bişînin ava Dîcle, Firat, gul û name avêtin Behra Marmarayê. Jinan li vir dirûşma “Mîmarê aştiyê li Îmraliyê ye” berz kirin.
Parlamentera DEM Partiyê ya Mûşê Sumeyye Boz a li vir axivî. Sumeyye Boz diyar kir ku hezaran jin ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd hatine Gemlîkê û wiha got: “Ji bo statuya Abdullah Ocalan were diyar kirin û azadiya wî ya fizîkî pêk were em hatin bahev. Çawa ku ava Dîcle û Firatê li vir bi ava Behra Marmarayê re gihiştin hev, daxwaza em ew e ku di nava civakeke demokratîk de hemû bawerî bi vê fikrê de bigihin hevdû û em pêşerojê ava bikin. Daxwaz diyar e, daxwaz aştî û azadî ye. Her çiqas asteng kirin jî meşa jinên Kurd gihişt armancê.”