Aygul Doku bertek nîşanî weşanên der heqê faîl de da
- Rojane
- |
- 19 Nîsan 2026 20:44
- |
DÊRSIM - Xwişka Gulistan Doku, Aygul Doku li dijî weşanên ku dibêjin faîl Mustafa Turkay Sonel bêsûc e da û got: "Nûçeyên rast biweşînin da ku kujer hesab bidin."
Di çarçoveya lêpirsîna der barê windakirina xwendekara zanîngeha Munzurê Gulistan Doku de ji 13 kesên hatin binçavkirin 10 kes hatin girtin. Faîl Mustafa Turkay Sonel bi sûcê ‘qetilkirina bi zanebûn’ û ‘êrişa zayendî’ hat girtin. Her wiha kar û barên îfadeya waliyê demî Tuncal Sonel û Serhekîmê Nexweşxaneya Dewletê ya Tunceliyê Çagdaş Ozdemîr didomin.
Xwişka Gulistan Doku, Aygul Doku li ser hesabê dijîtal der barê gumanbar Mustafa Turkay Sonel de daxuyaniyek da û got: “Mustafa Turkay Sonel ji sûcê ‘êrişa zayendî’ û ‘qetilkirinê’ hatiye girtin. Di çapemeniyê de kêm dayîna vê tê wateya ku mijar kêm tê nirxandin.” Aygul Doku bertek nîşanê îdiayên der barê Gulistan Doku yên di çapemeniyê de belav bûye da û got destdirêjî li xwişka wê hatiye kirin.
Aygul Doku banga hestiyariyê kir û got: “Gulistan ji ber ku li dijî çeteyan berxwe daye, serî netewandiye îro ne nav me de ye. Ji kerema xwe re nûçeyan rast çêbikin ku ev kujer hesab bidin. Gumana me tuneye, dê edalet pêk bê. Armanca me ev e ku em xwe bigihînin gora keça xwe û kesên ev xerabî kirine cezayên giran bigirin. Gulistan êdî ne tenê keça me ye, keça vî welatî ye.”