Azadiya Welat bi manşeta ‘Raywanîya heqîqetî’ derket
- Rojane
- |
- 20 Nîsan 2026 08:06
- |
NAVENDA NÛÇEYAN - Hejmara 15’emîn a Rojnameya Azadiya Welat bi manşeta “Reywanîya Heqîqetî” derket pêşberî xwînerên xwe.
Rojnameya Azadiya Welat, di hejmara xwe ya 15’emîn de bi manşeta Kirmanckî “Raywanîya Heqîqetî” gihişt ber destê xwînerên xwe. Rojnameyê, di nûçeya manşetê de bal kişand ser kevneşopiya Rojnameya Kurdistanê ku di 22’yê Nîsana 1898’an de dest bi weşangeriyê kiribû. Rojnameyê, li ser girîngî, wate, kevneşopiya Çapemeniya Azad û têkoşîna heqîqetê bi Hevserokê DFG’ê Selman Çîçek re hevpeyvîn kir.
Rojnameyê di rûpela jinê de bi ser navê “Jineolojî û perwerde” cih da gotara Mulkiye Bîrtaneyê. Her wiha bi ser navê “Têkoşîna civaka polîtîk û exleqî” cih da gotara Felemez Ulug û bal kişand ser girîngiya têkoşîna civakê ya li dijî şerê taybet, tiryak, fihûş û êrişên li dijî hebûna civakê. Rojnameyê di rûpela çandê de jî bi sernavê “Di yekitiya neteweyî de rista çanda Kurdî” cih daye gotara rojnameger Mehmet Şahîn û balê dikişîne ser girîngiya çandê ya ji bo yekitiyê.