Rêya di navbera Colemêrg-Wanê de ev hefteyeke girtî ye

Parve bike:

COLEMÊRG - Rêya di navbera Colemêrg-Wanê de ev hefteyeke ji ber hezaza çêbûyî ji hatin û çûnê re girtî ye. Ji ber barana zêde, xebatên ji bo vekirina rêyê hatin sekinandin. 

 
Rêya di navbera Colemêrg – Wanê de ji ber hezazê ji hatin û çûnê re hate girtin. Barînên li herêmê didomin û ji ber vê sedemê xebatên vekirina rêyê hatin sekinandin. Hat zanîn ku hêj jî li ser rêyê hezaz çêdibe û bi roja ye gelek rêwî di rê de mane. Walîtiya Colemêrgê têkildarî mijarê daxuyanî da û got ku hezaz û tebiqîna rêyan a li herêmê didome û xetereyeke cidî li ser ewlehiya can û malî ya welatiyan çêdike. Walîtiyê, da zanîn ku barana hêj didome xetereyeke mezin li ser komên li qadê jî çêdike lewma ji bo demkî navber dane xebatan. Hat destnîşankirin ku dema şert û mercên hewa û zemînê guncav bûn dê xebatan bidomînin. 
 
Li devera gundê Awerdê yê navçeya Geverê jî ji ber rabûna ava rûbarî beşekê rêyê xera bû. Rayedaran welatî hişyar kirin û xwestin tevdîrên xwe bigirin. 
 
WAN
 
Li navçeya Şaxê ya Wanê jî ev 2 roj in baran dibare û vê jî kir ku ava rûbarê li navenda navçeyê diherike rabe. Ji ber rabûna rûbarî, pira li navendê hate girtin.