Di çalakiya li pêşiya wezaretê de 110 madenvan hatin binçavkirin
- Aborî-Ked
- |
- 21 Nîsan 2026 09:27
- |
NAVENDA NÛÇEYAN - Madenvan û rêveberên sendîkayan ên li pêşiya Wezareta Enerjî û Çavkaniyên Xwezayî çalakî li dar dixistin hatin binçavkirin. Hat zanîn ku 110 madenvan hatine binçavkirin.
Karkerên Madenvaniya Dorukê ya li navçeya Mîhaliççikê ya Eskîşehîrê, bi boneya ku nedayîna heqdestên xwe û mafên xwe yên tazmînatê meş dabû destpêkirin. Piştî meşê jî bi daxwaza ku mafên wan bên bicihanîn, li pêşiya Wezareta Enerjî û Çavkaniyên Xwezayî greva birçîbûnê dan destpêkirin. Di saetên serê sibehê de polîsan êrişî çalakvanan kir. Di encama êrişê de 110 madenvan û rêveberên Sendîkaya Bagimsiz Maden-Îş’ê hatin binçavkirin.
Bagimsiz Maden-Îşê li ser hesabê xwe yê medyaya dijîtal daxuyanî da û got: “Di demeke em li pêşiya Wezareta Eneriyê li benda muxataban, weke bersiv 110 hevalên me hatin binçavkirin. Em madenvan, bi binçavkirinan serî natewînin û dê li cihê me hiştî dîsa berdewam bikin.”
Her wih hate gotin ku di encama êrişa polîsan de madenvanê bi navê Yaşar aloz bûye û rakirine nexweşxaneyê.