Tevî agirbestê jî êrişên Îsraîlê yên li dijî Lubnanê domiyan
- Rojhilata Navîn
- |
- 21 Nîsan 2026 09:50
- |
NAVENDA NÛÇEYAN - Tevî agirbestê jî Îsraîlê êrişî gelek malên li bajarokê El-Hiyamê yê Lubnanê kir.
Tevî agirbesta hatiya ragihandin jî êrişên Îsraîlê yên li dijî Lubnanê berdewam in. Li gorî Ajansa Nûçeyan a Lubnanê (NNA), artêşa Îsraîlê tevî agirbesta demkî jî li bajarokê El-Hiyamê ya li başûrê Lubnanê gelek mal hedef girt. Artêşa Îsraîlê gef xwar ku êrişî dermanxaneyeke li bajarokê Haret Saydayê ya girêdayî bajarê Saydayê bike. Dermanxaneyan behsa xeberê li pêşberî avahiya şaredariyê ye lewma avahî bi temamî hate valakirin.
Artêşa Îsraîlê, di 2’yê Adarê de êrişên dijwar da destpêkirin û gelek bajarokên li başûrê welat dagir kir. Hikûmeta Lubnanê ragihand ku ji ber êrişan heta niha zêdetirî milyonek û 162 hezar kes koçber bûne. Agirbesta demkî ya ji bo 10 rojan a di navbera Lubnan û Îsraîlê de, di 17’ê Nîsanê de ketibû meriyetê.