Şaredarê Ataşehîrê Adiguzel sewqî edliyeyê hate kirin

Parve bike:

STENBOL - Şaredarê Ataşehîrê Onursal Adiguzel jî di nav de 20 kesên di  çarçoveya lêpirsîna der heqê şaredariyê de hatine binçavkirin, sewqî edliyeyê hatin kirin. 

 
Di 18’ê Nîsanê de li Stenbolê di çarçoveya lêpirsîna der heqê Şaredariya Ataşehîrê ya CHP’î de Şaredar Onursal Adiguzel jî di nav de 20 kes hatin binçavkirin. Her 20 binçavkirî sewqî edliyeyê hatin kirin. 
 
Di lêpirsîna Serdozgeriya Komarê ya Stenbolê de Şaredar Adiguzel, cîgirên wî Bîrkan Bîrol, Orhan Aydogdu û Oguz Kaya bi îdiayên “bertîl” û “hîleya di îhaleyan de” tên darizandin. Piştî îfadeyên binçavkiriyan ên li emniyetê temam bûn, sewqî Edliyeya Anadoluyê ya Stenbolê hatin kirin.