Dê Sonel ê ku delîl ji holê rakirin li dozgeriyê îfadeyê nede!

Parve bike:

ERZIROM - Hat hînbûn ku waliyê berê yê Dêrsimê Tûncay Sonel ku bi sûcê "tunekirin, veşartin an jî guhertina delîlên sûc" di lêpirsîna Gulistan Dokûyê de hat binçavkirin, dê di lêpirsînê li dozgeriyê de îfadeyê nede.

 
Ji 15 kesên ku di çarçoveya lêpirsîna Gulistan Dokûyê de hatin binçavkirin, 11 kes hatin girtin. Waliyê berê yê Dêrsimê Tûncay Sonel ku ew jî di çarçoveya lêpirsînê de hatibû binçavkirin, duh li Midûriyeta Polîsan a Erziromê karen îfadeya wî temam bûn û îro sewqî Edliyeya Erziromê hat kirin. Hat hînbûn ku Sonel ê bi sûcê "tunekirin, veşartin an jî guhertina delîlên sûc" tê tawanbarkirin, dê di dema lêpirsîna li dozgeriyê de mafê xwe yê bêdengiyê bi kar bîne.