Baroya Rihayê xwest ji bo êrişa Sêwregê mufetîş bê wezîfedarkirin

Parve bike:
 
RIHA- Baroya Rihayê daxwaz ji Wezareta Karên Navxweyî kir ku ji bo lêkolîna îxbarên êrişa li dibistana Sêwregê mufetîşan wezîfedar bike.
 
Baroya Rihayê daxwaz ji Wezareta Karên Navxweyî kir ku ji bo lêkolîna pêvajoya êrişa li Lîseya Anadolûyê ya Pîşeyî û Teknîkî ya Ahmet Koyûncû li navçeya Sêwregê mufetîşan wezîfedar bike. Baroyê di daxuyaniya xwe de diyar kir ku gumanbarê ku êriş pêk aniye berî bûyerê postên tehdîdkar parve kiriye û ev yek ji rayedarên pêwendîdar re hatiye ragihandin.
 
Baroya Rihayê daxwaza wezîfedarkirina mufetîşekî kir da ku lêkolîn bike ka raporên der barê gumanbar de çawa ji aliyê merciyên edlî û polîsan ve hatine nirxandin, ji aliyê dozgeriyê ve talîmat hatiye dayîn yan na û heke wisa be naveroka wan talîmatan çi ye û gelo li dijî gumanbar tedbîrên parastinê yan pêşîlêgirtinê hatine girtin yan na.
 
Baroya Rihayê her wiha ji bo zelalkirina hemû hûrguliyên der barê mijarê de serî li Lijneya Dadger û Dozgeran da.