Wezîr Gurlek: Yekîneya nû dosyeyên kiryar nediyar ji nû ve lêkolîn dike
ENQERE - Wezîrê Dadê Akin Gurlek ragihand ku wan tîmek ava kiriye ku hemû doz û dosyeyên bûyerên kiryar nediyar û yên der barê wan de biryara neşopandinê hatine dayîn lêkolîn bike.
Wezîrê Dadê Akin Gurlek piştî Civîna Kabîneyê ya bi serokatiya Serokkomar Tayyîp Erdogan pirsên rojnamevanan bersivandin. Gurlek der barê lêpirsîna Gulistan Dokûyê de axivî û got: "Di lêpirsîna ku ji hêla Serdozgeriya Komarê ya Dêrsimê ve tê meşandin de 11 kes hatine girtin. Pêvajoya der barê walî de berdewam dike. Lêpirsîn berdewam dike. Serdozgerê me dişopîne."
Der barê pirsa gelo cenazeyê Gulistan Dokûyê hatiye dîtin yan na, Gurlek got: "Ya girîng ew e ku cihê vê gorê bê dîtin. Ji bo tespîtkirina cihê cenaze xebat tên kirin."
DÊ DOSYEYÊN KIRYAR NEDIYAR BÊN LÊKOLÎNKIRIN
Gurlek anî ziman ku di bin banê Wezareta Dadê de yekîneyeke taybet hatiye avakirin da ku dosyeyên kiryar nediyar û yên der barê wan de biryara neşopandinê hatine dayîn lêkolîn bike û got ku tîm her dosyeyê yek bi yek lêkolîn dike. Gurlek der barê tîmê de ev agahî dan: "Dosyeyên kiryar nediyar û hemî dosyayên der barê wan de biryara neşopandinê hatine dayîn yek bi yek tên lêkolînkirin. Ew ê werin nirxandin da ku bê dîtin ka kêmasî an bêserûberî hene; bi taybetî yên ku di civakê de bûne sedema hesasiyet û nerazîbûnê. Bê guman, doza her kesî ji bo wan girîng e, lê me yekîneyek ava kiriye ku bi dozên ku di civakê de bûne sedema hesasiyetê re mijûl bibe û me ew ji bo wê yekîneyê destnîşan kirine. Niha, çavdêrîkirina wan ji hêla kesên pispor ve dê cudahiyekê çêbike. Piştî doza Gulistanê, bendewariyek heye, lê ne wisa ye ku her dosye bi vî rengî bê lêkolînkirin, lê ew ê bi biryardarî û hûrgulî bên şopandin."