Rêxistinên çapemeniyê: Parastina mafê agahîgirtinê yê gel sûc nîne
- Rojane
- |
- 3 Gulan 2026 13:22
- |
ENQERE - Rojnamegeran, diyar kir ku rojnamegerî sûc nîne û berpirsyartiyeke civakî ye. Her wiha banga berdana rojnamegerên girtî kirin.
Komeleya Rojnamegeran a Dîcle Firatê (DFG), Komeleya Rojnamegerên Jin a Mezopotamyayê (MKG), DÎSK Basin-Îş, Haber-Sen û Nûnertiya Tirkiyeyê ya Yekitiya Rojnamegerên Ewropayî, bi boneya 3’yê Gulanê Roja Azadiya Çapemeniyê ya Cîhanê, li Yekitiya Mulkiyeyiyan a Enqereyê daxuyanî dan. Di daxuyaniyê de pankarta “Azadî ji rojnamegerên girtî re” hate hilgirtin. Metna daxuyaniyê rojnameger Dîren Yurtsever xwend.
Dîren Yurtseverê diyar kir ku Tirkiye di azadiya çapemeniyê de ji nav 180 dewletan cîhanê de di rêza 163’yan de cih digirê û da zanîn rojnameger ji ber kar û xebatên xwe tên girtin. Dîren Yurtseverê destnîşan kir ku bi girtina rojnamegeran mafê wergirtina agahiyan a gel jî tê astengkirin.
Di berdewamê de Dîren Yurtsever xwest sepanên li pêşiya rojnamegeriyê wek astengî disekinin bên bidawîkirin û ev daxwaz rêz kir:
*Divê rojnamegerên girtî demildest bên berdan.
*Divê sepanên ku xebatên rojnamegeriyê weke ‘sûc’ bi nav dike demildest bi dawî bibin.
*Qanûnên ku li pêşiya azadiya raman û xebatên rojnamegeriyê ne divê bên rakirin.
*Ji bo rojnamegeran divê ewlehiya xebatan pêk were û sepanên li pêşya mafê sendîkabûnê bên rakirin.
Piştî daxuyaniyê nav û nameyên rojnamegerên girtî hatin xwendin û daxwaza azadiya wan hate kirin.
Nûçeyên Têkildar
DFG: Di her qadê de zext li rojnamegeran tên kirin
DFG’ê di rapora xwe ya meha Nîsanê de diyar kir ku li her qadê zext ser rojnamegeran hene û dane parve kir.
- Rojane
- 12:01 05/5
Rojnameger Volkan Eryîgît li ser gora xwe hat bibîranîn
Rojnameger Volkan Eryîgît, di sala 22’yan a wefata xwe de, li ser gora xwe ji hêla malbat û hempîşeyên xwe ve hate bibîranîn.
- Rojane
- 16:35 19/3
Azadiya Welat vê hefteyê bi manşeta ‘Newroza yekitiyê’ derket
Hejmara 10’emîn a Rojnameya Azadiya Welat bi manşeta “Newroza yekitiyê” derket pêşberî xwînerên xwe.
- Rojane
- 09:38 16/3
DFG’ê Nazim Babaoglû bi bîr anî
DFG’ê, nûçegihanê rojnameya Ozgur Gundemê Nazim Babaoglû ku ji bo nûçeyê çû Sêweregê û ji wê rojê ve tu agahî jê nehatin girtin, bi bîr anî.
- Rojane
- 10:31 12/3
Serlêdanên ji bo Atolyeya Medyaya Dijîtal dest pê kir
Serlêdanên ji bo Atolyeya Medyaya Dijîtal ku ji hêla Konseya Bajar a Amedê û DFG’ê ve tê lidarxistin, dest pê kir.
- Rojane
- 10:56 10/3