Waliyên Hewlêr û Dihokê hatin serdana Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê
- Rojane
- |
- 12 Gulan 2026 15:37
- |
AMED - Waliyê Hewlêrê Umêd Xoşnav û Waliyê Dihokê Elî Tatar hatin serdana Hevşaredarên Bajarê Mezin ên Amedê Serra Bucak û Dogan Hatun.
Waliyê Hewlêrê Umêd Xoşnav û Waliyê Dihokê Dr. Elî Tatar ku di çarçoveya Foruma Aştiya Civakî û Azadiyê de tevî komeke akademîsyenan hatin Amedê, çûn serdana Hevşaredarên Bajarê Mezin a Amedê Serra Bucak û Dogan Hatun. Hevşaredaran, diyar kirin ku tevlibûna waliyan a forumê û serdana wan a piştevaniyê ji bo wan gelek watedar e.
Serra Bucakê di serdanê de got: “Dema behsa aştiya civakî û azadiyê dikin, em behsa aştiya navxweyî, xwişk-biratî û pêkvajiyanê dikin. Em li gel yekitî û piştevaniya Kurdan e.”
Di hevdîtinê de li ser rêveberiyên herêmî û geşedanên di rojevê de nirxandin hatin kirin.