Li Mêrsînê ji bo meşa ‘Gavek ji bo aştiyê’ bang hate kirin

Parve bike:

MÊRSÎN - Meclisa Dayikên Aştiyê ya Mêrsînê, ji bo meşa 16’ê Gulanê ku dê bi dirûşma “Gavek ji bo aştiyê” were lidarxistin, banga tevlibûnê kir. 

 
Meclisa Dayikên Aştiyê ya Mêrsînê, têkildarî meşa ku dê Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) li gelek bajarên bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê bi awayekî hemwext û bi dirûşma “Gavek ji bo aştiyê” li dar bixe, daxuyanî da. Daxuyanî, li avahiya meclisê hat dayin. Dayika Aştiyê Tenzîle Baydarê diyar kir ku heta niha jî dewletê di Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk tu gavên şênber neavêtiye. 
 
Tenzîle Baydarê bi domdarî got: “Li ser banga Rêbertiya me, tevgera Kurd çekên xwe şewitand. Lê hêj jî Rêbertiya me azad nîne. Em dizanin ku heta Rêbertiya me azad nebe dê ne zarokên me, ne gelê Kurd û ne jî gelê Tirk azad bibe. Li Meclisê ji bo aştiyê diaxivin lê di qonaxa heyî de nêzî meheke bi Rêbertiyê re hevdîtin nehatine kirin. Ji ber vê jî fikarên me hene.” 
 
'TEVLIBÛNA MEŞÊ GIRÎNG E’
 
Di berdewamê de Tenzîle Baydarê ev bang kir: “Em girêdayî Rêbertiya xwe ne. Aştî, bi gavên yekalî pêş nakeve. Wekî tê zanîn Rêbertiya me bi sala ye dibêje aştî. Lê dewlet gavan naavêje. Ji bo pêşiya pêvajoya xitimî dîsa were vekirin, ji 7 salî heta 70’ê salî divê her kes tev li vê meşê bibe. Ev girîng e. Her wiha ev bang ne tenê ji bo gelê Kurd e, di heman demê de ji bo gelê Tirk jî ye.” 
 
Meşa li Mêrsînê dê di 16’ê Gulanê saet di 19.00’ê de li Parka Barişê dest pê bike û heta Bazara Înê bidome.