Îranê êrişî baregehên PDK-Î kir
- Rojhilata Navîn
- |
- 15 Gulan 2026 13:53
- |
NAVENDA NÛÇEYAN - Îranê, baregehên PDK-Î yên li Hewlêr û Dihokê bomberan kir.
Îranê bi dronan êrişî baregehên Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê (PDK-Î) yên li Dihok û Hewlêrê kir.
Ajansa Fars êrişa li ser baregehê ragihand û îdîa kir ku depoyên çekan hatine hedefgirtin. Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê derbarê êrişeke nû ya Îranê ya li ser kampa Cêjnîkan a malbatên wan a li nêzîkî Hewlêrê, daxuyaniyek belav kir.
Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku îro Komara Îslamî ya Îranê careke din bi dronan êrişî kampa Cêjnîkan a li nêzîkî Hewlêrê kiriye.
Hate gotin ku divê êrişa nû de Îranê 3 dron bikar anîne. Li gorî daxuyaniyê di nava sê rojên borî de ev cara duyeme Îran bi rêya dronan êrişî vê kampê dike.
Li gorî heman daxuyaniyê ji destpêka şer ve heta niha, ev kamp gelek caran ji aliyê Komara Îslamî ve hatiye armancgirtin.
Li gorî daxuyaniya PDK-Î, Îranê ji destpêka şerê xwe yê li gel Amerîka û Îsraîlê ve heta niha, bi zêdetirî 129 moşek û dronan êriş kiriye ser kampên malbatên partiya wan ên li Herêma Kurdistanê.