Lêpirsîna Rojîn Kabaîşê: Komeke taybet hate avakirin

Parve bike:

WAN - Serokê Baroya Wanê Sînan Ozaraz da zanîn ku di çarçoveya lêpirsîna Rojîn Kabaîşê de ji bo lêkolînklirina stasyona bazê komeke taybet hatiye peywirdarkirin. 

 
Di dosyeya Rojîn Kabaîşê de ku du sal berê li Wanê bi awayekî guman jiyana xwe ji dest da, geşedaneke nû çêbû. Şandeyeke di bin sîwana Wezareta Dadê de hatiye avakirin, hate Wanê û dê li ser stasyona bazê lêkolînê bike. Serokê Baroya Wanê Sînan Ozaraz têkildarî mijarê agahî da û got piştî telefon li Spanyayê nehatî vekirin, parêzerên malbatê daxwaz kiribû. 
 
Ozaraz, diyar kir ku hewceye bi fîrmaya telefonê re pêwendî werin danîn û wer zelalkirin ka dê telefon were vekirin an na û got: “Bi rêya Wezareta Karên Hundir ji Çînê re nivîs hatin şandin û hin agahî hatin xwestin. Li benda encamê ne. Di çarçoveya lêpirsînê de komeke taybet hate avakirin û ev kom dê li ser stasyona bazê lêkolînê bike. Tê payin ku ev kom hefteya pêş were Wanê û dest bi xebatan bike.”