Bahar Ewrîn: Dîroka jinê ya serûbinbûyî tenê bi Jineolojiyê dikare veguhere DOSYA 7

Parve bike:

NAVENDA NÛÇEYAN - Bahar Ewrîn a ji Akademiya Jineolojiyê ya Rojhilat, diyar kir ku pîvanên herî girîng ên îdeolojiya rizgariya jinê etîk û estetîk in û got: "Ji bo şoreşê divê em xwedî hişmendiya dîrokî bin. Ji ber ku dîroka jinê hatiye serûbinkirin, ev veguhertin tenê bi Jineolojiyê pêkan e."

 
Em rêze nûçeya xwe ya li ser pêşeroja şerê navbera DYA-Îsraîl û Îranê û helwesta Kurdan a di vê mijarê de, bi têkoşîna jinan a li Rojhilat û xebatên Jineolojiyê bi dawî dikin. Bahar Ewrîn a ji Akademiya Jineolojiyê ya Rojhilat, têkoşîna jinan a di şer de, xebatên Jineolojiyê, rewşa Rojhilat û derfetên ku derketine holê nirxand.
 
 
Gelo şerê di navbera DYA-Îsraîl û Îranê de dê ber bi ku ve biçe. Hûn vê nezelaliyê çawa şîrove dikin?
 
Li Rojhilata Navîn 3'yemîn Şerê Cîhanê bi salan e berdewam dike. Bi şerên Kendavê, Efxanistan û Iraqê re dest pê kir. Hêzên hegemonîk ji bo ku hêza xwe ya aborî û siyasî li Rojhilata Navîn mayinde bikin vê siyasetê dişopînin. Ev siyaset hem derfetên girîng hem jî gefan ji bo gelan dihewîne. Di vî şerî de 3 xet hene. Yekem, hêzên derve yên hegemonîk in, ango xeta ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan wekî "kapîtalîzma hov" bi nav dike. Ya duyemîn, netewe dewletên herêmê ne û ya sêyemîn jî gelên ku demokrasiyê dixwazin û welatên wan demokratîk dibin.
 
Îran ji sala 1979'an û vir ve ji bo tepisandina mafên jinan siyasetekê dike. Bi salan e di her warî de li Îranê krîzek heye. Serhildana ku vê zivistanê li Îranê dest pê kir, ne tenê aborî, daxwazên siyasî û civakî bûn. Rejîm bi salan e naxwaze veguhertineke demokratîk pêk bîne, her tim siyaseta zext û tunekirinê birêve dibe. Tê gotin ku di çalakiyên vê zivistanê de 40 hezar mirov hatine kuştin. Li hemberî vê helbet kevneşopiyeke berxwedanê ya gelan heye. Ger Îranê ji hundir ve demokratîkbûnek pêk bianiya, belkî îro me dê behsa vê destwerdanê jî nekira. Di dawiyê de êrişa DYA û Îsraîlê dest pê kir. Em nizanin ka ev şer dê ber bi ku ve biçe.
 
Li Îranê bingeha dîroka têkoşîna jinan xwe dispire ku derê?
 
Li Îranê berxwedaneke dîrokî ya jinan heye. Mînak di serdema Pehlewî de jinan dibistan ava dikirin, kovar û rojname derdixistin, di warê civakî de hemû xebatên ku welatên demokratîk dikirin, pêk dianîn û dijiyan. Piştî sala 1979'an jinan digot qey welat wê hîn bêtir demokratîk bibe, lê rêveberiyeke Îslamî hat û yekser qanûna hîcabê hat derxistin. Dîsa qanûnên li ser girtina serê jinan derxistin. Li hemberî vê jinan têkoşîneke xurt nîşan da. Ji wê rojê ve têkoşîna jinan a li dijî rejîmê dest pê kir û tu carî serî netewand. Rejîmê jî bi rêya qanûn, zîndan, îşkence û kuştinê ev siyaseta xwe kûr kir. Siyasetên li ser jinan dîrokî ne. Êrişên li ser jinan îdeolojîk in. Li her devera cîhanê pirsgirêka jinê heye. Lê li Îranê ji ber ku ol û dîktatoriya olî heye, giran e. Li Îranê li dijî her qanûneke ku rejîmê derxistiye, jinan têkoşîneke mezin da. Jin di warê rewşenbîrî û têkoşînê de her tim têkoşîna xwe diguherînin û teşe didinê.
 
Hûn berxwedana "Jin, jiyan, azadî" di vê bingeha dîrokî de çawa dinirxînin? 
 
 
 Piştî "Jin, jiyan, azadî" êdî divê em behsa têkoşîneke bi temamî cuda bikin. Piştî "Jin, jiyan, azadî" pêvajoyek û rêyeke nû dest pê kir.
 
Di berxwedana "Jin, jiyan, azadî" de rêbaza têkoşînê û radîkalîzma jinan êdî ji bo cîhanê bû mînak û xeteke nû ya têkoşînê derxist holê. Berî û piştî "Jin, jiyan, azadî" êdî divê em behsa têkoşîneke bi temamî cuda bikin. Piştî "Jin, jiyan, azadî" derbasî rêyeke nû û merhaleyeke nû bû. Vê yekê bi xwe re şoreşeke civakî û zihnî pêk anî. Jinan bi vê yekê nîşan da ku ew ne tenê hebûneke biyolojîk in, xwedî hebûneke civakî ne. Piştî "Jin, jiyan, azadî" li gel zextên dewletê, zextên malbatê yên li ser jinan jî gihîşt asta herî bilind. Ev mijar tenê wekî pirsgirêka malbatê nirxandin, şaşiyeke mezin e. Dewlet vê hişmendiyê wekî hêzekê dide mêran ku karibin jinan bikujin. Li Îranê li gorî qanûnan; ger mêrek dayika xwe, hevjîna xwe an jî jineke ku pê re ye bikuje, mijar wekî "mijera namûsê" tê nirxandin. Ev kes ji ber ku ceza nagirin an jî cezayên kêm digirin, berdewam dikin li ser vê yekê. Tevî van hemûyan jî li Îranê şoreş û têkoşîn di pêşengiya jinan de berdewam dike. Jin wê li Îranê guhertin û veguhertina demokratîk pêk bînin.
 
Sîstema malbatê, sîstemeke dewletê ye. Dewlet çawa civakê kontrol dike, sînoran diyar dike û hemû zextên xwe tîne ser, heman sîstem di sîstema malbatê de jî heye. Mêr serdestiya xwe li ser malbatê birêve dibe. Di felsefeya tevgera azadiyê ya Kurd de tê diyarkirin ku nakokiya yekem di nava malbatê de di navbera jin am mêr de dest pê kiriye. Heta ku ev nakokiya di navbera jin û mêr de bi dawî nebe, nakokiyên civakî bi dawî nabin. Şerê aborî, ekolojîk û siyaseta tunekirinê ya li Rojhilata Navîn jî bi vê re têkildar e. Ji bo demokratîkbûna Rojhilata Navîn, divê gelek tişt biguherin.
 
Di rastiya Rojhilata Navîn de ji bilî rêxistinbûnê tu rêyeke din nîne û serkeftin tenê bi vî rengî pêkan e. Dîsa divê jin, ekolojîst û sosyalîst eniyekê ava bikin. Mînak, sîstem ji bo berjewendiyên xwe her tim diguherin û veduguherin, li dijî vê yekê kesên ku têdikoşin jî divê vê veguhertinê pêk bînin û stratejiyekê diyar bikin. Di berxwedana 'Jin, jiyan, azadî' de me gelek ders girtin. Me li wir fêm kir ku hemû jin dikarin bên cem hev. Dîsa dersa herî girîng ev bû ku ev guhertin tenê bi serê xwe nabe û divê hevdîtineke demokratîk pêk bê.
 
Gelo ev rewşa ku hûn behs dikin li Îranê pêkan e?
 
 
 Rojhilata Navîn niha di navenda guhertin û veguhertinên mezin de ye. Divê her kesê ku di bin zextê de ye û li dijî sîstemê têdikoşe, bê cem hev.
 
Niha li Îranê di navbera jinan de diyalogek heye û ev diyalog gihîştiye qonaxeke girîng. Pira di navbera jinan de dikare pira di navbera gelan de jî ava bike û ev rewşeke pir û pir girîng e. Ji bo vê pêşveçûneke girîng heye. Hem di navbera jinên Kurd de hem jî di navbera jinên xwedî ramanên cuda de diyalogek heye. Dîsa êrişa li ser jinan a li Rojava, jinên Kurd bi temamî anî cem hev. Rojhilata Navîn niha di navenda guhertin û veguhertinên mezin de ye. Em dizanin wê çi bibe, lê bingeha destkeftiyan pir e. Divê her kesê ku di bin zextê de ye û li dijî sîstemê têdikoşe, bê cem hev.
 
Di vê çarçoveyê de rola Jineolojiyêçi ye, hûn çawa difikirin ku vê teoriyê di jiyanê de bi cih bikin?
 
Ji bo çareseriya her tiştê ku diqewime û her krîzekê, paradigmayeke nû hewce ye. Ger paradigmayek êdî nekare pirsgirêkê çareser bike, divê ew paradigma jî biguhere. Rêber Apo (Abdullah Ocalan) mînak guhart. Li ser sê pirsgirêkan; pirsgirêka ekolojîk, demokrasî û jinê. Jineolojî jî li dora van paradigmayan teşe digire û xwe ji nû ve ava dike. Tê gotin ku "Di sedsala 21'an de, tevî vê qasî pêşketina teknolojiyê, çima hewcedarî bi paradigmayeke bi vî rengî heye?". Çiqas pêşketin hebe jî, her tim hewcedariya mirovahiyê bi zanisteke nû heye ku pirsgirêkên civakê çareser bike. Ger zanistek nekare pirsgirêkên civakê çareser bike, ew zanist hingê dibe zanista serdest/desthilatdar.
 
Bi Jineolojiyê re êdî zanisteke jinan heye. Mînak heta îro zanist û hin ramanên din ên ku jinan derxistine holê, wekî zanist cih negirtine. Zanist her tim bi nêrîna mêr hatiye nirxandin. Zanist ne bêalî ye, bi temamî zayendperest e. Cîhan fêmkirin û şîrovekirina wê jî bi çavê mêr hatiye kirin. Jineolojî dema vê yekê dipirse. Ew dixwaze ku ceribandin û tiştên ku jinan derxistine holê bibin parçeyek ji zanistê. Ji ber ku rûmeta van ceribandinên jinan nîne û zanist ji çavdêrî û tecrubeyên mêran pêk tê. Rêber Apo got ku Jineolojî wê ji femînîzmê bêtir roleke girîng bigire ser xwe. 
 
Gelo derbasbûna vê ya ji teoriyê ber bi pratiyê ve wê ne bi êş be?
 
Pirsa "Jineolojî dê kîjan pirsgirêkan çareser bike?" girîng e. Jineolojî divê di teoriyê de nemîne, divê dakeve nava hemû civakê. Rol û mîsyona xwe tenê bi vî rengî dikare bilîze. Em naxwazin Jineolojî di çarçoveyeke akademîk û teorîk de bimîne. Em tam li ser rexnekirina vê yekê bi rê ketin. Jineolojî divê dakeve nava gel û bibe paradigmayek ku ne tenê beşekê, lê hemû jinan bigire nav xwe. Jin divê xwe li vir bibînin. Hegemonya naxwaze zanista jinê hebe û destûrê nade ku ev xebat çêtir bên kirin. Ji ber ku Jineolojî jî parçeyek ji berxwedanê ye. Helbet em van wekî hincet ji xwe re nabînin. Ji bo guhertina zihniyeta civakî di rewşekê de ye ku dikare karên mezin bike.
 
 
Jineolojî divê di teoriyê de nemîne, divê dakeve nava hemû civakê. Rol û mîsyona xwe tenê bi vî rengî dikare bilîze. Em naxwazin Jineolojî di çarçoveyeke akademîk û teorîk de bimîne.
 
Jineolojî di wê hêzê de ye ku vê şoreşa jinê pêk bîne. Ji bo şoreşê mînak divê em xwedî parastina cewherî, siyaseta demokratîk, aboriya komunal, felsefe û hişmendiya dîrokî bin. Ji ber ku dîroka jinê hatiye serûbinkirin, bi destê mêr hatiye nivîsandin. Ev veguhertin bi Jineolojiyê dibe. Hewcedariya Rojhilata Navîn bi ronesansek bi vî rengî heye. Dema mirov li krîzên diqewimin binêre, hewcedarî bi guhertineke wisa heye. Jineolojî tevgereke dînamîk a mezin e. Her tim proje û bernameyeke tevgera Kurd heye. Mînak ramanên Rêber Apo di navbera herêmî û neteweyî de têkiliyek ava kir. Guhertineke mezin a zihniyetê heye. Mînak tevlibûna jina Kurd a di nava gerîla de bi serê xwe şoreşeke ramanî û civakî ye. Vê şoreşê hemû qalibên zayendî yek bi yek hilweşand. 
 
Gelo li hemberî vê dijberiyek tune ye?
 
Jineolojî dikare karên pir girîng bike, lê li hemberî vê di her qadê de berxwedan heye. Mînak, ger zanistek di zanîngeh an akademiyan de neyê qebûlkiirn, ev wekî zanist nayê qebûlkirin. Ev nêzîkatiya pozitîvîst e. Jineolojî divê wekî zanista alternatîf an jî zanista sosyolojiya jinê jî were binavkirin. Sîstem û aqilê mêr helbet li Rojhilata Navîn naxwazen hişmendiyeke bi vî rengî pêş bikeve.
 
Li Rojhilat rewş çawa ye?
 
Ne tenê li Rojhilat, li her derê ev li dijîderketin heye. Li Rojhilat jî mixabin ji ber vê şer û zextên ku diqewimin, asteke ku dihat xwestin pêknehat. Li gelek cihan xebatên Jineolojî di nava civakê de tê kirin, lê li Rojhilat ev rewş bi pirsgirêk e. Lê tevî vê yekê jî xebatên perwerdeyê, lêkolîneriyê tên kirin. Em nikarin felsefeya "Jin, jiyan, azadî" ji Jineolojiyê qut bikin. Ev ne dirûşmek e, felsefeya jiyanê ye. Ger li Rojhilat guhertin û veguhertinek çêbibe, wê derfetên ku xebatên pir girîng ji bo jinan werin kirin derkevin holê. Em li Rojhilat ji sifirê dest pê nakin û zemînek pir girîng heye.
 
 Di Manîfestoya Aştî û Civaka Demokratîk a Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan de şoreşa jinê di ser hemû şoreşan re tê nirxandin. Jin divê li hemberî vê çi bikin?
 
Banga Aştî û Civaka Demokratîk berî her tiştî di serî de li ser me û li her derê guhertineke girîng çêkir. Jin divê li ser vê maseya muzakereyê bin. Divê pirsgirêka jinê tam di hevdîtinên aştiyê de were çareserkirin û nebe qurbanê pirsgirêkên din. Rêber Apo ev yek şikand û di hemû hevdîtinên xwe de jinan dixe rêza yekemîn. Ev pir girîng e. Di mijara entegrasyon û demokratîkbûnê de jin divê pêşeng bin. Felsefeya "Heta jin azad nebe civak azad nabe" heye. Pîvanên herî girîng ên îdeolojiya rizgariya jinê etîk û estetîk in. Divê hêmana bingehîn ê têkoşînên me jî exlakî be. Divê ez bêjim ku her qalibê ku em dişikînin bi serê xwe şoreşek e.
 
MA / Adnan Bîlen