Malbata zarokê ku polîsan milê wî şikandibû, serlêdana sûc kir

Parve bike:

ÇEWLIG - Li Kanîreşê li dijî polîsên ku bi "şaşî" ser maleke de girtin û zarokek derb kirin, serlêdana sûc hat kirin. Parêzerê malbatê Yûsûf Çakas diyar kir ku tiştên qewimîne encama siyaseta bêcezakirinê ye.

 
Li navçeya Kanîreşê ya Çewligê, di 13'yê Gulanê de polîsên ku bi ser mala Sedat Bahşî de girtin, tundî li Azadî Bahşî yê 15 salî kirin û milê wî şikandin. Di encama tundiya polîsan de milê din ê Bahşî jî derizî. Piştî kontrolkirina nasnameyê derket holê ku bi ser maleke şaş de girtine. Malbatê li dijî polîsan serlêdana sûc kir.
 
‘PIŞTÎ AZADÎ TUNDÎ ZÊDE BÛ’
 
Parêzerê malbatê Yusuf Çakas diyar kir ku tiştên qewimîne nikarin wekî "şaşî" werin nirxandin. Çakas destnîşan kir ku deriyê malê hatiye şikandin, bombeya gazê avêtine hundir û got: "Polîs gefan dixwe û dibêje 'Ger tu bilivî ez ê te bikujim. Li ser milê zarok 'Azadî' nivîsandiye. Polîsê ku vê dibîne, tundiyê zêde dike. Piştî ku gef li hema bêje hemû malbatê dixwin û wan derb dikin, navê kesê ku lê digerin dipirsin. Dema bav dibêje ew wî kesî nas nakin, bi lez û bez ji malê vediqeten. Piştî wê, çend kesên ji emniyetê ku tên malê, ji malbatê re dibêjin 'Bi şaşî çêbû' û 'Giliyê xwe bi rengekî din bikin'"
 
MALBATÊ GILÎ KIR
 
Çakas anî ziman ku polîs bi hişmendiya "Em çi bikin jî em ceza nagirin" tevdigere û wiha pê de çû: "Ev kes heta îro bi siyasetên bêcezakirinê pir xweş hatin parastin. Ji bo ku ji niha û pê de bûyerên wiha çênebin, divê mirov li dijî polîtîkaya bêcezakirinê derkeve. Divê polîsê têkildar bi temamî ji kar were dûrxistin û lêpirsîna cezayê li dijî berpirsiyaran were kirin. Heke çûbana mala rast jî nedikarîn bi vî rengî bikevin hundir. Muwekîlê me gilî kir, em ê jî bibin serlêdanê bikin. Ev ne pirsgirêka ketina mala şaş e. Ev refleksek e li dijî navê Kurdî ku li ser milê zarok hatî nivîsandin."