Azadiya Welat bi manşeta ‘Komunbûn civakîbûn e’ derket

Parve bike:

NAVENDA NÛÇEYAN - Hejmara 19’emîn a rojnameya Azadiya Welat bi manşeta “Komunbûn civakîbûn e” derket pêşberî xwînerên xwe. 

 
Hejmara 19’emîn a rojnameya Azadiya Welat bi manşeta “Komunbûn civakîbûn e” derket pêşberî xwînerên xwe. Rojnameyê, di hejmara 19’an de cih da nirxandinên aktivîsta TJA’yê Başak Saridal ku der barê komunên jinan de kiriye. Başak Saridal di nirxandinên xwe de komunbûnê wekî civakîbûnê pênase dike. 
 
Rojnameyê gotara nivîskar Dr. Îsmet Konak a bi sernavê “Welatê ma yew o”, gotara Mulkiye Bîrtane ya bi sernavê “Ziman, dayik, zarok”, gotara Siyabend Aslan a bi sernavê “Ziman û nasname”, gotara Felemez Ulug a bi sernavê “Pêvajoya aştiyê û Mafê Hêviyê”, gotara Xeyrî Welat a bi sernavê “Dê gelê kurd çawa bê statu bijî?”, hevpeyvîna Firat Tunç a bi sernavê “Armanc avakirina aştiya civakî ye”, gotara Rêdûr Dîjle ya bi sernavê “Kenê Parsek” û gotara Cahît Kirkazak a bi sernavê “Amedspor û çanda komunal” derxist rûpela manşeta xwe.