Gel pêvajoyê çawa dinirxîne, daxwazên sereke çi ne?

Parve bike:

NAVENDA NÛÇEYAN - Li gorî welatiyên ku tevli meşên "Gavek ji bo aştiyê" bûn, şertê yekem ê pêşveçûna pêvajoyê azadiya fîzîkî ya Abdullah Ocalan û girtiyan e. Perwerdehiya bi zimanê dayikê û rakirina sepandinên qeyûman jî bendewariyên sereke yên welatiyan in.

 
Di nîqaşên li ser Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk de bala gel li Meclisê ye. Tevî ku di ser rapora Komîsyona Meclisê re bi mehan wext derbas bûye jî hêj gaveke şênber nehatiye avêtin, ev rewş guman û bêbaweriya li Kurdistanê ya li hemberî pêvajoyê zêdetir dike. Welatî dixwazin ku li gel azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û vekirina pêşiya siyaseta demokratîk, di mijarên berdana girtiyan, perwerdehiya bi zimanê dayikê û rakirina qeyûman de gav bên avêtin. Di vê çarçoveyê de di 16'ê Gulanê de li gelek bajaran meşên "Gavek ji bo aştiyê" hatin lidarxistin.
 
‘RÊBERÊ ME HÎN JÎ DÎGIRTÎ YE’
 
Paşa Alîcan ku li navçeya Tetwana Bedlîsê tevli meşê bûbû, banga Abdullah Ocalan a ji bo Aştî û Civaka Demokratîk bi bîr xist û got: "Li hemberî gava ku rêzdar Ocalan avêt, ji aliyê Tirkiyeyê ve hêj gaveke şênber nehatiye avêtin. Rêzdar Ocalan, girtiyên siyasî û girtiyên nexweş hîn jî nehatine berdan. Em dixwazin bi zimanê xwe perwerdehiyê bibînin. Bila zimanê me bibe fermî. Baweriya me bi desthilatê nîne. Rêberê me hîn dilgirtî ye, hevalên me di girtîgehan de ne."
 
HIŞYARIYA OCALAN A LI SER 'XEZEYÊ' BI BÎR XIST
 
Endama Meclisa Giştî ya DEM Partiyê ya Tetwanê Bêrîvan Canbey wiha axivî: "Me bi can û dil îspat kir ku em aştiyê dixwazin. Wekî jinên Kurd em dixwazin hemû êşên ku me heta niha kişandine bi dawî bibin. Wekî ku rêzdar Ocalan gotiye; ger pêvajo bisernekeve, dê her der bibe mîna Xezeyê. Divê dewlet êdî vê rewşê bibîne. Ji bo pêkvejiyana azad, divê dewlet gaveke şênber biavêje. Ger neavêje, pêvajo tê xetimandin."
 
‘PKK’Î DÊ DI KÎJAN MERCAN DE WERIN?’
 
Dayika Aşitiyê Îpek Canbey li dijî gavneavêtina têkildarî verastkirina qanûnan bertek nîşan da û got: "Dewlet dixwaze PKK çekan deyne û vegere. Baş e, dê di kîjan mercan de werin û dema hatin dê çawa bijîn? Wan bi rûmet û bi hişmendî ji bo azadiyê heta vê astê têkoşiyan. Em jî bi vê hişmendiyê dibêjin aştî. Em dixwazin ew bi rengekî birûmet tevli siyasetê bibin. Em baweriyê bi desthilatê nayinîn. Em tenê baweriyê bi rêzdar Ocalan tînin. Bar tenê li ser milê me Kurdan hatiye hiştin. Bila ev şer bisekine û dewlet gaveke şênber biavêje. Ger gav neyê avêtin, her tişt xera dibe."
 
PEYAMÊN ERDOGAN ÊN LI SER PÊVAJOYÊ BI BÎR XIST
 
Fatma Turan ku li Colemêrgê tevli meşê bûbû, peyamên Serokkomar Tayyîp Erdogan ên li ser "pêvajoyê" bi bîr xist û got: "Kurdan berpirsiyariya xwe bicih anîn. Lê Tirkiyeyê tu gav neavêt. Em tenê nasname û zimanê xwe dixwazin. Divê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan azad be. Şaredarî hîn jî bi qeyûm tê birêvebirin. Divê girtiyên di girtîgehan de tên ragirtin, serbest bên berdan."
 
‘HETA OCALAN NEYÊ NAV GEL EM BAWER NAKIN’
 
Mahmut Temel jî wiha axivî: "Divê dewleta Tirk êdî gaveke biavêje. Ma hûn li benda hilbijartinê ne? Êdî hûn nikarin me bixapînin. Em ji vê rewşê bêzar bûn. Diçe bi Rojava re mijûl dibe, karê te çi ye li Rojava?  Heta ku Abdullah Ocalan azad nebe ev pêvajo bi pêş ve naçe. Hûn ji zarokekî 7 salî re jî bipirsin, dê heman bersivê bide. Bila Abdullah Ocalan were nav gelê xwe. Heta ku neyê, baweriya me bi vê pêvajoyê jî nayê."
 
Şukru Kaya jî got: "Dibêjin aştî lê me ji aliyê dewletê ve tu gav nedît. Qeyûm hîn jî li ser kar in. Girtî di hundir de ne, hîn jî zilmê li xelkê dikin. Ev pêvajoya çareseriyê bi vî rengî bi pêş ve naçe. Nêzî du salan e berdewam bike. Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan mîmarê vê pêvajoyê ye. Heta ku Rêberê me û girtiyên me serbest neyên berdan, baweriya me bi vê pêvajoyê nayê."
 
Sedîka Kaya jî destnîşan kir ku ji bo pêkanîna aştiyê divê Abdullah Ocalan azad bibe û ev tişt got:
 
"Ji destpêkê ve tenê tiştê ku em dixwazin aştî ye. Bila gavên pêwîst werin avêtin û aştî pêk bê. Bila dayikên girtiyan êdî negirîn. Ger Abdullah Ocalan azad bibe, em ê jî azad bibin. Ji aliyê Kurdan ve hemû gavên pêwîst hatin avêtin. Me ji aliyê Tirkan ve hîn jî tu gav nedît.Lê bila gavan biavêjin daku baweriya me bi wan çêbe."