Di çarçoveya Heftiya Windakiriyan de fîlmê ‘Kuf’ hate nîşandan

Parve bike:

STENBOL - Di çarçoveya çalakiyên Heftiya Windakiriyên di Bin Çavan a ku ji aliyê ÎHD û TÎHV’ê ve tê lidarxistin, filmê “Kuf” hate nîşandan.

 
Duh êvarê li Sînameya Atlas a li Beyoglûyê ji aliyê Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) û Weqfa Mafên Mirovan a Tirkiyeyê (TÎHV) ve di çarçoveya çalakiyên Heftiya Têkoşîna li Dijî Windakiyên di Bin Çavan de fîlm hate nîşandan. Fîlmê “Kuf” (Kufik) ê ku çîroka têkoşîna bavê ku kurê wî di bin çavan de hatiye windakirin vedibêje, hate nîşandan. 
 
Tevî xizmên windakiriyan gelek nûnerên saziyên civakî tev li nîşandana fîlm bûn.
 
Çîroka fîlmê ku derhêneriya wî Alî Aydin kiriye, wiha ye: “Basrî yê ku tenê derdê wî dîtine kurê xwe ye, her roj bi kîlometreyan li ser rêya trênê dimeşe û trênê çaverê dike. Beriya 18 salan, kurê wî dema li Stenbolê xwendekarê zanîngehê bû, di xwepêşandanan de hatiye girtin û piştre hatiye windakirin.”
 
Piştî nîşandana fîlm, Alî Aydin pirsên bînêran bersivand.