WAN - Derket holê ku bi rêya tora fatûreyên sexte ya li ser şîrketa Arden Grup a navenda wê Îzmîrê hatiye avakirin re gelek ciwan bi soza kar hatine xapandin û li ser navê ciwanan bi bihayê milyon lîreyan karên derusûlî hatine kirin.
Gelek ciwanên neçarî şert û mercên xebatê yên bê temînat hatine kirin an jî bi soza “kar” berê wan dane metropolên Tirkiyeyê, gelek caran di torên tiryakê de, gelek caran jî di organîzayonên şîrket û bacan de weke “kesên paravan” tên bikaranîn. Derket holê ku Şîrketa Hesin Pola Înşaet Petrol Veguhestin Turîzm Pîşesazî û Bazirganiyê ya Arden Grupê “belgeyên sexte” û fatûre li ser navê ciwanan amade kiriye û bi van belge û fatûreyan karên derusûlî kiriye.
Serdozgeriya Komarê ya Îzmîrê, di sala 2020’an der heqê şîrketê de ji ber sûcê “muxalefeta li dijî Qanûna Usûlê ya Bacê” îdianame amade kir û îdianame ji hêla Dadgeha Cezayên Giştî ya Alîaga ya Îzmîrê ve hate qebûlkirin.
Di îdianameyê de hate destnîşankirin ku Lijneya Venêrîna Bacê der heqê Şîrketa Hesin Pola Înşaet Petrol Veguhestin Turzîm Pîşesazî û Bazirganiyê ya Arden Grupê ya li Daîreya Bacê ya Alîagayê qeydkirî de lêpirsîn daye destpêkirin. Hat gotin tespît bûye ku şîrketa behsa xeberê di sala 2014’an de “tu xebateke teslîmkirina malê rast an jî xizmeteke ticarî nekiriye.”
Di Rapora Teknîka Bacê de hate destnîşankirin ku hemû fatûreyên li ser navê şîrketê hatine çêkirin, “belgeyên sexte yên beramberî komîsyonê” ne. Bi rêya fatûreyên sexte jî li ser navê ciwanên Kurd şîrket hatine avakirin û karên derusûlî yên bi bedela milyonan lîreyan hatine kirin. Di raporê de îfadeyên gumanbaran, rapora sûc a bacê, rapora teknîkê ya bacê, nifûs û qeydên sicîla edlî weke delîl cih girtin.
Di rapora Lijneya Venêrîna Bacê de hate diyarkirin ku fatûreyên şîrketê amade kirine bi temamî sexte ne, Mennan Yavuz navberekê midûrtiya şîrketê kiriye, piştre jî ciwanê 18 salî yê bi navê B.S. ê hatiye xapandin ji sedî sed bûye şirîk û midûrê şîrketê. Hat destnîşankirin ku di ewreqa ji hêla B.S. ve weke serlêdana kar hatiye îmzekirin de şîrket li ser navê wî hatiye îmzekirin. Di dosyeyên ser navê B.S. û bi dehan kesan hatine vekirin de bi milyonan lîre cezayê bacê hate birîn.
GEF LÊ HATIN XWARIN Û LI MALÊ HEFS KIRIN
Danişîna dozê di sala 2024’an de li Dadgeha Cezayên Giştî ya Alîagayê hate lidarxistin. B.S., di îfadeya xwe de der heqê piştperdeya dosyayê hûrgiliyên balkêş derxist holê. B.S., da zanîn ku dema bûyer qewimî hêj xwendekarê dibistana amadehî bû, bi soza “peydakirina kar” birine Îzmîrê. B.S., di berdewama parastina xwe de ev tişt anî ziman: “Kesê bi navê Botan Demîr, ji min re got dê karekî bi sîgorte peyda bike. Ez birim Noterê û bi min îmze dan avêtin. Piştre hîn bûm ku li ser navê min şîrket hatiye avakirin. Gef li min hatin xwarin û di malekê de hatim hefskirin. Ez reviyam û min xwe xelas kir.”
B.S., da zanîn ku tu eleqeya wî bi şîrketê re nîne û got: “Ev şebekeya şêlandinê ye ku bi rêxistinî dixebitin. Kesên hewcehiya wan bi kar heye weke xwediyên şîrketê nîşan didin.”
DOZGERIYÊ XWEST MEXDÛR WERE CEZAKIRIN
Di dosyayê de hate xwestin ku li Botan Demîr weke şahid were guhdarîkirin û têkiliyên di pêvajoya avakirina şîrketê de bên aşkerakirin. Di dosyayê de hat destnîşankirin ku Mennan Yavuz di navbera 21’ê Çileya 2014’an û 14’ê Tebaxa 2014’an de ji sedî sed şirîk û midûrê şîrketê ye û piştre jî tekane şirîk û midûrê şîrketê bûye B.S. Dozgeriyê, xwest her du kes jî di çarçoveya Qanûna Usûla Bacê de ji ber sûcê “amadekirina belgeyên sexte” bên cezakirin. Danişîna 8’an a dozê di 29’ê Nîsanê de hate lidarxistin û doz taloqî 16’ê Îlonê hate kirin.
ŞÊWEYÊ KEDKARIYÊ
Parêzerê Dosyeyê Rojhat Ozgokçe, diyar kir ku ciwan bi zanebûn hedef tên nîşandan û bi rêya fatûreyên sexte ciwan bi pêvajoyên darizandinê rû bi rû tên hiştin. Ozgokçe, wiha domand: “Bi taybet jî piştî kûrbûna krîza aborî, ev şebekeyên sûc li ser navê ciwanan şîrketên paravan û mekanîzmayeke sîstematîk a kedxwariyê ava dikin. Her ku krîza aborî, xizanî û bêkarî zêde dibe, şebekeyên sûc jî ji valahiyên zagonî yên otorîteyê û di nava aboriya rantê ya neolîberal de bêhtir bi wêrek tevdigerin. Ev ne tenê sûcekî şexsî ye, her wiha şêweyekê kedxwariyê ye.”
'DEYNÊN BACÊ LI SER PIŞTA CIWANAN BAR DIKIN’
Ozgokçe, da zanîn ku di dema darizandinê de jî ciwan tên mexdûrkirin û wiha pê de çû: “Ev şebekeye, agahiyên nasnameyê yên ciwanan bi kar tînin, şîrketan ava dikin, bi rêya fatûreyên sexte îadeya KDV’ê distînin û deynê bacê jî li ser milê ciwanan bar dikin. Ciwanên bi sûcê ‘muxalefeta Qanûna Usûla Bacê’ tên darizandin jî bi deynekî giran û bi pêvajoyên îdarî û cezayî rû bi rû dimînin. Li hêla din, ciwanên ji hêla vê pergalê ve hatine bikaranîn weke ‘sûcdar’ tên îlankirin û cezakirin. Ev mekanîzmaya eciqandinê ya ciwanan e ku otorîte di bin navê qaşo parastina ciwanan de dike. Ev mexdûrbûn ne tenê bi deynê madî bisînor e, her wiha sicîla wan a krediyê xera dibe, pasaporta wan bloke dibe, mafên wan ên perwerde û xebatê ji dest tê girtin û mînaka herî şênber a ‘bi kar bîne û biavêje’ ya kapîtalîzmê ye.”
AVAKIRINA CIVAKA DEMOKRATÎK
Ozgokçe, îşaret bi kêmasiya di zagonên heyî de kir û axaftina xwe wiha qedand: “Ciwanên emrê wan di bin 18 saliyê de bêyî îradeya xwe di van şîrketan de tên deyndarkirin. Hewceye ev deynê wan bê jêbirin, şîrket bên fesixkirin û sûcê bacê bê betalkirin. Ev pergal, ciwanan dike koleyên deynan û sûcên paravan. Lê têkoşîna komunalîst a şoreşger wan azad dike û dike kirde. Bi jiyanîbûna avakirina civaka demokratîk re dema di navbera ciwan, civak û saziyan de zemîneke hevkariya demokratîk a rast ava dibe. Wê demê dê pêşiya şebekeyên wiha yên ciwanan îstîsmar dikin jî were girtin.”
MA / Zeynep Durgut